27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gel bi Abdullah Ocalan bawer e’

DEM Partî, DBP û TJA ji bo banga Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan bi civakê re parve bikin dest bi rêzecivînên gund û taxan kirine. Gel diyar dike ku ew bi partiya xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer in, lê ji dewletê bi fikar in.

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê sibatê de hat kirin, PKKê di 12ê gulanê de biryara fesihkirin û bêçekbûnê da. DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de dest bi civînên gel kir. Komîsyona Rêxistina Navendî ya Partiyê, ji bo ravekirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û civakîkirina aştiyê li qadan e. Di vê çarçoveyê de ji 9 heta 15ê adarê li 140 navendan “Civînên Gel ên Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xistin. Ji 10ê nîsanê û vir ve li hemû cihên ku partî lê bi rêxistin e, serdanên malan û civînên taxan tên kirin.

DEM Partiyê biryar da ku di tevahiya meha hezîranê û havînê de li hemû tax, navçe û bajarokan bi gel re bicive. Di vê çarçoveyê de biryar da ku 1950 civînan pêk bîne. Biryar da ku li Şirnex, Agirî û Îzmîrê şahiyên gel bên lidarxistin. Li Amed, Wan û Mersînê wê Festîvalên Demokrasiyê bên lidarxistin. Li Amed, Milazgir a Mûşê û Mêrsînê bi tevlibûna malbatên ku endamên wan di pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane civînên berfireh tên lidarxistin. DEM Partî van çalakiyan bi rêxistinên girseyî yên sivîl û demokratîk re organîze dike.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, têkildarî civînên gel ên li tax û gundan û parvekirina paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Zekî Îrmez, ewil çavdêriyên xwe yên li ser civînan parve kir û got:Birêz Ocalan di 27ê sibatê de bi wekî manîfestoyekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bi rastî xebatên me wek partî piştî 22yê cotmeha 2024an dest pê kir. Lê piştî bangawaziya Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ji wê rojê heta îro em li 30 gund û bajarokan geriyan. Ne tenê çûyîna navçeyan, gundan û taxan me her hevdîtinek, her mîtîngek, her serdanek wek derfetekî dît û nîqaşên me derheqê pêvajoyê de bûn. Di bernameyên Cejna Newrozê de, di kongreyên me yên rêxistin û saziyan de, 1ê gulanê de, di festîvalên çandî de, di serdanên hevalên me yên ji girtîgehan hatine berdan de. Gelê me li ku derê kom bûyî be wê çaxê em li wir bûn. Pişt re jî bernameyên ku Rêxistina Bajêr ên ku pêk dianîn em yek bi yek çûn gundan.”

Zekî Îrmez, anî ziman ku gel bi hurbûyîneke kûr û xwedîderketineke mezîn wan peşwazî dike û wiha lê zêde kir: “Pirsên xwe li ser pêvajoyê pirsîn û bi dil û can gotinên me guhdar kirin. Tu pirsgirêk van civînan da derneket. Em ji gelek keyfxweş bûn û gelê me jî gelek bextewar bû. Navenda Giştî ya Rêxistina me biryar girt ku vê havînê em derheqê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gel bi her awayî agahdar bikin û bi giştî nêzî 2 hezar civîn li taxan, navçeyan û gundan pêk bînin. Li bajarê me Şirnexê jî dê zêdetirî 100 civînan li tax, gund û deverên cuda bên li dar xistin. Armanca van civînan ew e ku bi her awayî gelê kurd û tirk li vê Pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî derketina xwe zêdetir bike.”

Gel bi Abdullah Ocalan bawer e

Zekî Îrmez, li ser encamên civînan û fikr û nêrînên gel jî çavdêriyên xwe parve kir û wiha got: Birêz Ocalan bi salan e di tecrîdê de ye. Ev tecrîd bi temamî bi dawî nebûye. Gelê me meraq dikir ka rewşa tenduristiya Birêz Ocalan çawa ye. Ewil vê dipirse. Rewşa hevalên li rex Birêz Ocalan dimînin jî dipirsin. Li ser pêvajoyê dipirsin. Dibêjin baweriya me bi rêxistin û Birêz Ocalan heye. Lê guman û fikarên me ji desthilardariya AKPê heye. Ji ber ku gelê me dibêje Birêz Ocalan banga xwe ji rêxistina xwe kir û rêxistinê ji bersiva birêz Ocalan da, li gorî bangawaziya Birêz Ocalan Kongreya xwe kom kir û biryara fesihkirinê û çekdanînê da, lê nêzî 3 meh in li ser bangawaziya birêz Ocalan re derbasbûye heta niha dewletê gavek neavêtiye. Ev rewş metirsiyek mezin ava dike.”

Bi dil û can piştgiriyê didin Ocalan

Zekî Îrmez, nêzikatiya gel a ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk jî bibîr xist û wiha berdewam kir: “Gel banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan di her civînê de pir erênî pêşwazî dike. Gel dixwaze wateya banga Aştî û Civaka Demokratîk bi kûr fêm bike. Gel dibêje îradeya me Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan e û hemû gotinên wî gotinên me ne. Em bi dil û can piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan. Dibêjin azadiya kurdan dê bi felsefeya Birêz Ocalan pêk bê. Ne tenê Kurdistan hemû Rojhilata Navîn li dijî emperyalistan wê azad û rizgar bibin. Bi vê esasiyê pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê dîtin û nava gelê me de tê xwendin.”

Gel bi dewletê ne bawer e

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez, fikarên gel ên li hemberî dewletê jî parve kir û got: “Gel li dijî dewletê bi tirs û fikar e. Dewletê heta niha ji bo ku pirsgirêka kurd bi aştiyane û demokratîk bê çareserkirin gavên ji dil neavêtiye. Her tim hewl daye bixapîne. Vê yekê baweriya gel a ji dewletê tune kiriye. Gel dibêje karê îknakirinê ne yê we ye yê dewletêye. Bi gotinên rayedarên dewletê ango desthilatdariyê tu caran pirsgirêka kurd çareser nabe.”

Zekî Îrmez herî dawî da zanîn ku gel dixwaze dewlet gavên şênber bavêje û wiha bi dawî kir: “Gavên zagonî û siyasî gerek bi lez bên avêtin. Divê di serî de Birêz Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Divê qedexeyên li ser ziman û çanda gelê kurd û gelan bên rakirin. Polîtîqayên qeyûman bi dawî bibe. Bila dewlet xwe û gelan nexapîne û bila bê rêya aşitiyê.”