Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê Sibatê de kiribû, DEM Partiyê ji bo vê perspektifê bi gel re parve bike ket nava liv û tevgerê. Ewil bi partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî u demokratîk re hevdîtin kirin. Piştre li dehan bajaran zêdetirî 2 hezar civînên gel pêk anîn. Niha jî kampanya îmzeyan dane destpêkirin û didome. Bi sedan standên îmzeyan vekirine û heta niha nêzî 300 hezar îmze kom kirine.
Bi boneya Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêveberên DEM Partî, DBP û TUAY DERê di dawiya îlanê de kampanya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku em bawerin ku em ê Komara demokratîk ava bikin” dan destpêkirin.
Cigirê Hevserokên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz têkildari kampanya îmzeyan ku di serê cotmehê de dest pê kir, agahî dan. Mafhuz Guleryuz ewil li ser armanca kampanyayê rawestiya û wiha got: “Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, ji bo em vê pêvajoyê bi hemû beşên civakê re parve bikin, me dest bi xebatan kir. Em ketin nava liv û tevgerê. Ewil me bi rêveberiyên xwe yên bajar û navçeyan re civîn pêk anîn. Piştre me bi hemû saziyên sivîl û demokratîk yên li Tirkiyeyê re civîn pêk anîn. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Me bi karker û karmendan re hevdîtin kir. Le li ser daxwaza Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Piştre me civînên gel pêk anî. Me nêzî 2 hezar û 2 sed civîn pêk anî. Me nêzî 300 hezar kesan re rû bi rû hevdîtin kir û li ser banga birêz Ocalan şerove kir. Me rexne û pêşniyarên wan girt.”
Mahfûz Guleryuz, da zanîn ku piştî civînên gel, wan xwest derkevin kolanan û wiha axivî: “Me xwest mirov li kolanê vê pêvajoyê çawa şirovê dikin. Me xwest li her deverên Tirkiyeyê standan dînin. Me xwest kesên agahiya wan ji pêvajoyê tune bên standa me û der barê pêvajoya aştiyê de bibin xwedî agahî. Banga me “Erê em aştiyê dixwazin lêwre…”
Mahfûz Guleryuz, da zanîn ku xebata wan didome û got: “Ev xebata meya îmzeyan didome. Heta niha me zêdetirî 300 hezar îmze kom kirine. Li hemû bajarên ku rêxistinên me lê hene û li bajarên Derya Reş, Derya Spî û Egeyê me stantên îmzeyan vekirine. Bi rastî eleqeyek mezin heye. Me ne tenê ji bo komkirina îmzeyan ev kampanya da destpêkirin, ji bo em xwe bigînin her kesî me dest bi vê xabatê kir. Kesên îmze avêtin û neavêtin, hatin demdirêj li ser standan rawestiya û der barê pêvajoyê de niqaş kirin. Ji ber vê yekê girîng bû û serkeftî derbas dibe.”
Mahfûz Guleryuz, da zanîn ku dê îmzeyan bidin meclisê û wiha pêde çû: “Em ê di dawiya mehê ango 30ê cotmehê de vê kampanayê bi dawî bikin. Em ê van îmzeyan bi meclisê û komîsyonê re parve bikin.”
‘Civak li heviya aştiyê ye’
Mahfuz Guleryuz, bal kişand ser standên ku li bajarên Tirkiyeyê hatine vekirin û wiha lê zêde kir: “Heta niha em nikarin hejmareke standan bidin. Lê bi sedan stand hatine vekirin. Ne tenê li bajarên Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê yên wekî Çanakkale, Edîrne, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Bûrsa û gelek bajarên din stand hatine vekirin. Li van bajarên Tirkiyeyê dîmenê derket holê me dît ku civak li heviya aştiyê ye. Li Kurdistan û Tirkiyeyê civak li heviya aştiyê ye. Li tu deverên kesên bertek nîşan dan tune. Ev nişan dide ku civak li heviya aştiyê ye. Daxwaza civakê ya sereke aştî ye. Dibe ku bi deng vê yekênîne ziman. Lê yên heta niha bibêjin ‘ez aştî û demokrasiyê naxwazim’ tune ye.”
Mahfûz Guleryuz, bal kişand ser siberoja xebatê jî û got: “Me got em standên xwe dînin. Em binerin ka kolan çawa nêzî pêvajoyê dibe. Me dît ku civak ji pêvajoyê re amade ye. Ev xebatên me dê bi rêbazên cuda bidomin. Em ê li çend bajarên Tirkiyeyê bi endamên DEMê re civînên xwe çêkin. Em ê li bajarên ku me bi wan re civîn pêk neanîne emê civînê xwe berdewam bikin. Wekî Meletî, Yalova û Edîrneyê em ê bi endamên komîsyonê re civînan pêk bînin.”
Mahfûz Guleryuz, bibîr xist ku esas armanca wan ne hêjmara îmzeyan bû û got: “Armanca me ya sereke kesên ku nayên cem me û nayên saziyên me, em bi rêya diyalogêû rû bi rû bi wan re temasê çêkin. Cihên ku me standên xwe danîn bi hezaran kes hatin ser standan û pirsên “Ka pêvajo bi ku ve diçe, ka hûn çi dikin, hûn di çi rewşê de ne? Armanca me ya sereke ew bû. Li ser encama komkirina îmzeyan jî rawestiya û ev agahi da: “Her hefte encama îmzeyan tê komkirin. Em armanc dikin ku di dawiya cotmehê van îmzeyan radestî meclisê bikin. Li her bajarê me eleqeyek mezin heye. Hemû hevalên me kedek mezin dan. Heta niha me nerînên baş girtin. Xebatek serkeftî bû.”
Mahfûz Guleryuz herî bang li welatiyan kir û got: “Cihê ku standên me hene û tune, dikarin li saziyên me yên bajêr û navçeyan îmzeyên xwe bidin. Ev îmzeyên wan dê destê me û Birêz Ocalan ê aştiyê bêtir xurt bikin. Kesên îmzeyên xwe nedabin bila kerem bikin hem çayeke me vexwin û hem jî îmzeyên xwe bidin.”
