11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên rayedarên dewleta tirk

Di demên dawî de rayedarên dewleta tirk berê gefên xwe dane Rojava. Tevî rewşa "aştî" û diyalogê jî gefên Bahçelî, Erdogan û Fîdan li ser Rojava kêm nebûne. Rayedarên tirk li aliyekî bi kurdên Bakur re diyalogê dimeşînin, li aliyê din jî gefan li deskeftiyên Rojava dixwe

Salek di ser pêvajoyê re derbas dibe. Tevî vê jî di zimanê rayedarên dewleta tirk de bi qasî serê derziyê jî guhertin çênebûye. Belê rast e, hinek gavên erênî û pratîkî yên wekî rawestandina şer, avakirina komîsyonê, rawestandina qeyûman li ser şaredariyên Kurdistanê û êrişên li ser qada siyasî hene. Lê belê di hêla zimanî de ti gavên şênber pêk nehatine anku hê jî rayadarên dewletê gef û sonda tunekirinê kurdan û deskeftiyên wan dixwin. Dema mirov vê rewşê dimeyzîne teorî û praktîkên rayedarên dewletê ji hev nagirin. Ji xwe ji roja roj de rayedarên dewleta tirk sonda tunekirina kurdan dixwin û gefên kuştinê li wan dikin. Bêgûman heta roja îro kurdan û tevgerên kurdan li ber van gefên rayedarên dewleta tirk serî netewandin û wê ji îro û şûnde jî serî netewînin. Lê pirsgirêk ne ev, ka wê kurd paş ve gavan biavêjin an na? Bêguman ew jî dizanin ku heke kurdan ji ber vî zimanê tehdîtkar gav ji paş ve biavitiba wê îro hemû kurd bibûyana tirk û jixwe me yê îro behsa kurdan jî nekiriba. Baş e! Armanca bikaranîna vî zimanî çi ye?

Bêguman ev zimanê hişk û tûj xizmeta berdewamiya desthilatdariyê dike û di heman demê de ev ziman yekser bangî hestên netewperestên tirk dike. Anku bi vî zimanî desthilatdarî hilbijêrên xwe konsolîde dike û hilbijêrên xwe heta demekê dixe bin xizmeta xwe. Di bingeha xwe de ev ziman tevahiya civakê jehrî dike û dubendî û rayên dijminatiyê di nav civakan de ava dike. Bêguman bikaranîna vî zimanê hişk û tûj tenê ne li hemberî kurdan e. Di heman demê de ev ziman ji hêla rayedarên dewleta tirk ve li hemberî elewî, rûm, yewnan û ermeniyan jî hatiye bikaranîn. Bi kurt û kurmancî her serdemê hinek civak ji hêla rayedarên dewleta tirk ve hedef hatine nîşandan. Bi vê yekê civak tên parçekirin û baştir tên kontrolkirin. Anku bi vî zimanî tirs û xofa hilweşandina dewletê dixin nav dilê netewperest û nijadpererstan da ku karibin dizaynkirin, rêvebirinê hêsantir bikin.

Agir bi dewleta tirk ketiye, lê hê jî rayedarên wê gefan li kurdan dixwin û asta gefên xwe bilindtir kirine. Rejîma tirkperest ji her alî ve tengijîbû, lewra pêvajoyeke nû da destpêkirin. Li ser meselê di qada navneteweyî de prestîja dewleta tirk nemaye û her wiha ji her alî ve tawîzan didin hêzên navnetewî. Ji bilî Colanî û çeteyên wî ti kes rayedarên dewleta tirk bi kêfxweşî pêşwazî nake. Di qada navxweyî de jî ji hêla aborî, siyasî û civakî ve jî rizîbûn gihiştiye asta herî jor. Lewra bi gef, şer û êrişên ser kurdan dixwazin bikevin rojevê. Rayedarên dewleta tirk nakokiyên navxweyî jî li ser tunekirina kurdan dimeşînin. Gefên Hakan Fîdan yekser bi nakokiyên navxweyî ve girêdayîne. An jî bilindkirina şûr a Serokkomarê AKPî Erdogan tenê ji bo xweşkirina dilê nijadperestên tirk e. Jixwe ew dizanin ku mijar dibe kurd û Kurdistan hemû tirk tên ser heman xetê û dikevin dorê ji bo êrişî kurdan bikin. Ango tevî hemû nakokiyên rayedarên dewleta tirk jî ji hêla tunekirina deskeftiyên kurdan ve yekpare ne û xwedî heman helwest in. Li ser meselê beriya çend salan şaredarên CHPyî poîtîkaya qeyûman di qada navnetewî de diparastin û piştgirî dida dewleta xwe. Lê îro dor hatiye wan!

Zimanê rayedarên dewleta tirk her tim li hemberî kurdan hişk e û di nav xwe de gefên tunekirinê dihewîne. Ev xizmeta gurkirina dijminatiya kurd û tirkan dike. Ji bo vê yekê, heke armanca rayedarên dewleta tirk çareserî be divê demildest vî zimanê xwe biguherînin. Ji xwe divê zanibin ku ti ferqa kurdên Bakur ji kurdên Rojava an jî ti ferqa kurdên Başûr ji kurdên Rojhilat tune ye. Yanê gefên li hemberî Rojava bandorê li ser hemû kurdan dike û hemû kurd van gefan digirin ser xwe.

Ev zimanê hişk û tûj qadê li aştî, demokrasî û çareseriyê teng dike. Di heman demê de tundiya nav civaka geş dike. Bi heman awayî tundiya dewletê rewa dike û her wiha qada aştiyê teng dike. Bêguman ev zimanê tûj û qirêj baweriya kurdan a ji aştî û lêgerînên çareseriyê tune dike. Jixwe piranî kurd baweriya xwe bi dewlet û rayedarên wê naynin. Ev gef jî vê bêbaweriyê xurtir dike. Di heman demê de ev zimanê rayedarên dewleta tirk îhtîmala çareseriya meseleya kurd a siyasî ji holê radike. Ev zimanê tehdîtkar ê rayedarên dewleta tirk encama polîtîkayên wan ên ewlehiyê, polîtîkayên navxweyî yên siyasî û tirsa wan ên parçekirinê ye. Ango ev zimanê gefxwar her çiqas bi awayekî demkurt bandoreke erenî li ser civak alîgirên rejîmê bike jî bi awayekî demdirêj zirareke mezin dide têkiliyên civaka kurd û tirk.

Di van demên dawî de rayedarên dewleta tirk berê gef û şûrên xwe dane Rojava. Tevî rewşa “aştî” û diyalogê jî gefên Bahçelî, Erdogan û Fîdan li ser Rojava kêm nebûne. Anku rayedarên tirk li aliyekî bi kurdên Bakur re diyalogê di çarçoveya çareserkirina meseleya kurd de dimeşînin, li aliyê din jî gefên xwe li ser deskeftiyên Rojava kêm nakin. Gefên Hakan Fîdan û Dewlet Bahçelî jî didin nîşandan ku ji rayedarên dewleta tirk bê, wê kurdan di qurtek av de bifetisînin. Lê ew ji bîr dikin ku Rojava bûye dilê kurd û Kurdistanê. Her wiha bûye navenda yekrêziya kurdan ku hemû kurd li Rojava xwedî heman helwestê ne. Ji bo hemû kurdan Rojava xeta sor e û çi dibe bila bibe parastina Rojava ji bo hemû kurdan ferz e. Lewra bi gefên rayedarên dewleta tirk ne Rojava ne jî kurd wê di paş de gav biavêjin û ne jî wê teslîmê wan bibin.