17 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gefên li dijî yekîtiya gelan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Diyar e ku di mijara derengxistina pêkanîna xalên peymanê de rola dewleta tirk jî heye. Bi taybet wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û dîplomatên din tirk di vê serdemê de rêya Enqereyê ji bîr kirine her roj li Şamê ne da ku di vê mijarê de ya xwe pêk bînin.

Siyaseta dewleta tirk a li Sûriyeyê bi tamamî li ser dijberiya kurdan hatiye avakirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya vê armancê de di nav şerekî taybet de ye. Lê di rastiyê de armanc ew e ku kurdan ji axa wan derxîne û xweseriya wan bi temamî asteng bike.

Ji sala 2016an ve, bi êrişên cuda, Tirkiye bi awayekî hovane herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, bi sedan kurd kuştin û bi milyonan jî bûn koçber. Niha, kanûna 2025an, serokkomarê AKPyî Erdogan û wezîrên wî yên sondxwarî yên dijmînê gelê kurd dîsa li dijî kurdan dest bi gefan kirin.

Dibêjin; “Eger entegrasyon neyê pêkanîn, em ê bi hêza leşkerî tevbigerin. Ev ne tenê gotin e; ev nîşaneya planeke taybet e ku bi HTŞê re hatiye kirin. Jixwe tê zanîn ku Heyet Terîr El Şam (HTŞ) ji destpêkê ve weke hevkarê Tirkiyeyê tê dîtin û di pozîsyonek dij-kurd de ye. Tirkiye, bi piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta demkî ya HTŞê, dixwaze herêmê di bin kontrola xwe ya nerasterast de bigire, bi awayekî ku HSDê wekî “terorîst” nîşan bide. Ev siyaseta genosîdî ye, ku mafên kurdan û pêkhateyên herêmê tune dike û herêmê veguherîne koloniya tirkan.

Di vê çarçoveyê de, peyamên tund ên Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê, di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, ranestiyane; ew stratejiya hovane ye ku demokrasiyê sabote bike. Tirkiye dixwaze herêmê di bin desthilatdariya navendî ya HTŞê de bigire, ku ew jî bi awayekî faşîstî li dijî xweseriyê ye. Ev tehtîd, ne tenê li dijî kurdan, lê li dijî hemû Sûriyeyê ye. Ew dixwaze li Sûriyeyê pêvajoya hevdîtinan hilweşîne û şerê navxweyî bidomîne, da ku Tirkiye wekî “parêzvan” xuya bike. Lê rastî ev e: Tirkiye ne parêzvan e, ew dagirker e ku bi destê HTŞê dixwaze hegemonya xwe li herêmê xurttir bike.

Hikûmeta demkî ya HTŞê, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin, siyaseta xwe ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî “entegrasyon” nîşan dide, lê di rastiyê de ev tunekirina xweseriyê ye. HTŞ, ku berê wekî aliyekî El-Qaîdayê dihat nasîn, niha bi awayekî faşîstî dixwaze hemû hêzên leşkerî û sîvîl ên Rêveberiya Xweser di bin desthilatdariya navendî ya Şamê de bigire, bêyî ku mafên kurdan misoger bike. Ev ne “aştî” ye; ev dagirkeriyeke din e, ku bi piştgiriya Tirkiyeyê tê kirin. HTŞ, bi gotinên xwe yên dijî mezheb, pêkhate û civakên cuda, dixwaze kurdan li herêmê bi tamamî bê bandor bike. Bi vî awayî armanc dike ku hebûna xwe ya li herêmên Rêveberiya Xweser xuttir bike û ger bikaribe yekser herêmê têxe bin kontrola xwe.

Siyaseta HTŞê, bi awayekî hovane, Rêveberiya Xweser wekî têkoşîna li dijî yekîtiya Sûriyeyê nîşan dide, lê ew bixwe yekîtiyê tune dike.  Hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ne tenê li ser dijberiya kurdan hatiye avakirin. Her wiha ji bo avakirina desthilatek yek al, yek ziman, yek ol û yek neteweyê hatiye avakirin. Ev zihniyeta ku xwe dispêre hişmendiya hevalbendê wê Tirkiyeyê bi temamî li dijî pirrengiya gelên Sûriyeyê ye. Ev siyaseta faşîst e, ku dixwaze modela demokratîk a Rojava hilweşîne.

Peymana 10ê Adarê ya 2025an, ku di navbera HTŞê û HSDê de hat îmzekirin, di serî de wekî hêviyê hate dîtin. Di rastiyê de ger ev peyman bi hemû xalên xwe biketa meriyetê wê ji bo siberoja Sûriyeyê bibûya çavkaniyek xurt. Lê niha, kanûna 2025an, ji ber siyaseta qirêj astengiyên hikûmeta demkî ya HTŞê ev peyman wekî kaxezekî vala maye.

Em dikarin sedemên nebicihanîna peymana 10ê Adarê bi çend gotina wiha bi rêz bikin: HTŞ, bi piştgiriya Tirkiyeyê, dixwaze entegrasyonê bi şertên xwe yên weke bêyî xweserî, bêyî mafên demokratîk û naskirina îradeya pêkhateyên herêmê têxe meriyetê. Ji ber van daxwazên ku bi her awayî dûrî rastiya herêmê û têkoşîna ku hatiye dayîn in, hevdîtin di çarçoveya pêkanîna xalên peymanê de jî hatine rawestandin. Rêveberiya Xweser rexne dike ku hikûmeta demkî ne tenê astengiyan li pêşiya pêkanîna peymanê ava dike, di heman demê de xalên di peymanê de li gorî berjewendiyên deshilata xwe formûle dike. Derengxistina pêkanîna peymana ku herdu aliyan li ser li hev kiriye rê li ber alozî û astengiyên cuda vedike.

Astengiyên ku HTŞ derdixe, ne tenê teknîkî ne; ew siyasî û leşkerî ne jî. Wekî alîkarê sereke, bi tehtîdên xwe yên “heta dawiya kanûnê yan entegrasyon, yan jî şer”, pêvajoyê sabote dike. Ev ne pêkan e; ev xiyanet e, armanc ew e ku HSDê bi temamî hilweşîne û herêmê bide destê hevkarên xwe yên li dijî yekîtî û wekheviya pêkhateyan herêmê.

Di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, dewleta tirk çima li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê peyamên tund dide? Bersiv diyar e. Ji ber ku ew dixwaze demokrasiyê têk bibe! Tirkiye, bi siyaseta xwe ya faşîst, nabêje “aştî û wekhevî” hîn bi zîhniyeta serdest û dagirker bi tevdigere.  Peyamên wekî “entegrasyon an şer”, ne tenê tehtîd in; ew planên leşkerî ne ku bi HTŞê re hatine danîn. Ev peyam, di dema ku Rêveberiya Xweser ji bo muzakereyan bang dike, ji bo wê yekê ye da ku hêviyên aştiyê bi tamamî tune bibin û şerê navxweyî bidomînin. Tirkiye her çendî dibêje “ez li dijî perçekirina Sûriyeyê me” lê di rastiyê de ev siyaseta Tirkiyeyê Sûriyeyê ber bi perçebûnek mezin ve dibe.

Bi giştî, siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û dijberiya wê ya li dijî Rêveberiya Xweser, divê wekî emperyalîzma faşîst were nirxandin. Ev siyaseta ku ne tenê kurdan, hemû gelên Sûriyeyê di bin metirsiyê de dihêle bi xwe re hêviyê ava nake.  Tirkiye, bi piştgiriya HTŞê dixwaze herêmê veguherîne koloniyeke xwe, mafên kurdan tune bike û modela demokratîk a Rojava hilweşîne. Ev ne “ewlehî” ye; ev hovîtî ye, ku bi milyonan mirov di bin metirsiya mirinê de dihêle. HTŞ, wekî alîkarê tirk, ne wek “hikûmeta demkî” tevdigere; ew weke rêxistinekê ye ku îradeya xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye ku bi awayekî hovane xweseriyê qedexe dike.

Ev siyaseta faşîst divê bi tundî were rexnekirin û li dijî wê têkoşîn were dayîn. Rojava ne tenê herêma kurdan e; ew hêviya demokrasiyê ye. Gelên Sûriyeyê, li dijî van hewildanên ku îradeya gel tine dihesibînin, li gel HSDê ala têkoşîn û azadiyê rakin. Divê were zanîn ku aştî bêyî edalet û qebûlkirina wekheviyê ne pêkan e. Edaleta herî mezin ew e ku ji hemû pêkhateyên li herêmê re di çarçoveya bawerî, nasname û çandî de werin qebûlkirin û parastin. Ger ev pêk bê em dikarin bêjin rojên geş û xweş li pêşiya Sûriyeyê ne.