Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da. Daxuyaniya Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye: “Duh 22yê kanûnê komên girêdayî hikûmeta Demkî ya Şamê careke din êrişî taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Li wan taxên bi dehhezaran mirovên sivîl hene, êrişên hovane yên bi çekên giran û tankan ji bilî hewldanên komkujî û qirqirinê nayê wateyeke din.
Dîsa ev êrîş ku rastî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ê her roj li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe ne tesaduf e.
Divê were zanîn ku ev êrîş ji bilî kûrkirina kaos û krîzên nû tiştekî din bi xwe re nayîne. Pêwîst e Hikûmeta Demkî jî zanibe ku wê ti carî xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê berxwedêr, dîsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi salan e li hember her cure êrişên dagirkeriyê û çeteyan li ber xwe dane paşde gavan navêjin.
Dewleta tirk a ji bo pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bibe bi Rêber Apo re hevdîtinan dike, divê dest ji kiryarên xwe yên li derveyî sînorên xwe berde. Li aliyekî ku dibêje em dixwazin aştiyê çêbikin û yekîtiya xwe ya kurd û tirk li Tirkiyeyê pêş bixin, li aliyê din jî li hember kurdên li Rojava tehdît, gef û êriş wê tu qezencekê bi xwe re neyîne. Berevajî wê bi xwe re pirsgirêk û xitimandinên nû bîne.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hezaran jin û zarok di bin xeteriyê de ne. Pêwîst e her kes zanibe, di serî de jin û zarok, niştecihên li wan taxan qet bê xwedî nînin. Weke gaziyên jin em piştgiriya xwe ya bi xelkên me yên berxwedêr ên her du taxan re diyar dikin.
Em dayika bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya di van êrişên hovane yên çeteyên HTŞê de şehîd bûye bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.
Weke gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em wan êrişên hovane û tundrew şermezar û rûreş dikin. Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne. Çawa bi salane li hember her cure êrişan me berxwedaneke mînakên wê li cîhanê kêm in pêş xist, îro û sibe jî em ê bi heman îrade û biryardariyê ji bo parastina gelên xwe, jinan û rûmeta mirovatiyê erka xwe pêk bînin. Dîrok û mirovatî şahid e bê şehîdên me weke şervanên Apoyî çawa destanên qehremaniyê nivîsandine. Em ê jî bi hêza em ji Rêber Apo û şehîdan digirin, mîrasa şehîdan a qehremantiyê û fedaîtiyê berdewam bikin. Bila di vê mijarê de gelên me dilrehet bin.
Bi rêbazên çetewarî, hovîtî û komployan tu kes nikare vîna gelan û jinan bişikîne. Ji bo wê careke din em dibêjin divê hikûmeta demkî demildest wan çeteyên xwe rawestîne, dorpêça li hember taxên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye rake.”
