Rojnameger Hêro Behadîn û Gulistan Tara di 23yê tebaxa 2024an li navçeya Seyidsadiq a bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê di êrîşa balafirên bêmirov ên Dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr têkildarî her du şehîdên ragihandina azad nêrînên xwe anîn ziman.
Gulçîn Xoşmêr diyar kir ku di têkoşîna gelan de rola ragihandin û çapemeniyê pir girîng e û got: “Jixwe dijmin, dagirker û zordar pir ji kedkarên ragihandina azad û şoreşger ditirsin. Ji ber vê jî êrîş dikin. Mînakên wê di dîroka têkoşîna me de pir in. Ji Apê Mûsa yê 75 salî bigirin, heta ciwanên belavkarên Rojnameya Azadiya Welat gelek mirovên hêja bûn hedefa êrîşên hêzên tarî yên dewletê û hatin kuştin.”
Gulçîn Xoşmêr anî ziman ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji bo rastiyên li welatê me nîşanî cîhanê bidin dixebitîn û ev xisûs anî ziman: “Wan her du şêrejinên wêrek û dilsozên gelê xwe li başûrê Kurdistanê di Ragihandina Azad de kar û xebat dikirin. Bi pênûs û kamerayên xwe bûyer û rûdan bi awayekî rast ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re radigihandin. Dewleta Tirk a ji wan her du hevrêyan tirsiya ew kirin armanc û kuştin. Heta niha bi dehan jin û xortên welatê me yên hêja, fedakar û jêhatî li ser erkên xwe gihiştine şehadetê. Di şexsê van her du hevalan û pêşeng Argeş Serhed ê di 10ê tebaxê de gihişt şehadetê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Wan hevalan ji bo rastiyê nîşan bidin, bibin zimanê gelê xwe û şoreşê hatin hedefgirtin. Em ê timî li ser rêya wan bimeşin. Ew pêşeng û serkêş in û em jî şagirtên wan in.”
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Ew heval di rêya heqîqetê de meşiyan û tev li karwanê nemiran bûn. Em soz didin tola wan rakin. Wê tevahî jin û xortên ciwan ên dildarên gel û Rêber Apo bibin zimanê heqîqetê û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.”