12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gardiyanan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin

Li Tirkiyeyê hejmareke pir zêde girtîgeh hene. Li gelek girtîgehan ji kapasîteyên wan zêdetir girtî tên girtin. Di nav girtiyan de bi hezar yên nexweş hene. Her wiha girtiyên ku cezayê wan qediyabin jî nayên berdan. Li aliyekî girtî nayên berdan li aliyê din jî bi awayekî kêyfî tundiya ku îşkenceyê jî derbas dike li wan tê krin.

Herî dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edenê, ji ber ku aqûbeta serlêdana xwe ya ji bo sewqkirina nexweşxaneyê pirsiye di 22’ê sibatê de gardiyanan li ber kamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirine.

Ev bûyer piştî giliyên Emen derketin holê. Di dîmenên ku di dema îşkence li Emen hatiye kirin hatin parvekirin û di van dîmenan de tê xuyakirin ku hejmareke zêde gardiyan îşkence li Emen dikin. Li Emen piştî vê îşkenceyê kerbûn û korbûn peyda dibe.

Li ser giliyên Emen der barê gardiyan Caner Guney, Halît Arikan, Çagatay Şîmşek, Hasan Gokçe, Hîdayet Cankûrt, Reşît Deprem û Yucel Morali doz hatine vekirin û Emen sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kurkçulerê hatiye kirin.