Cîhan di serdemek tarî de ye, dem û mekan tevlîhevbûne; gotin, wêje, çand, nirx û zanistê wateya xwe winda kirine. Fuzeyên şer bûne her tişt. Cîhan tenê li ser reng û hêza fuzeyên Îran û Îsraîlê diaxive. Pirs jî ev e; “wê kengî Îran êrîş bike, wê kengî Îsraîl êrîş bike.” Kesên nirxandinan dikin, ji berdêla desthilatdariyên Îsraîl û Îranê proje û taktikan diafirînin. Bi taybetî mîratzadeyên dewşirmeyên osmanî mîzansenên balkêş datînîn hole û bi berçavikên bergilan li pêşketinên cîhanê dinêrin. Qet nayê bîra wan ku têkiliya Îsraîl û dewleta Enqerê, Îran û dewleta Îranê, weke “zewaca bi hev re” kar dikin. Gelo qîrên Erdogan zevaca bi Îsraîl re xera dikin? Bawer nakim… Heta doh bû, balafirên Îsraîl û pîlotên Îsarîl li deşta Konya perwerde dîdîtin. Dewleta Enqerê di dema herî dijwar ya ambargoya li ser Îranê de, destek dida Tahranê… Bûyera Reza Zarab û Halk Bank û trafîka balafiran û palêtên zêran ne hatine jibîrkirin.
Dagirker nikarin nirxên jiyanê û mirovaniyê bipirsin. Dagirkerî çiye û kî dagirker û metînger e? Eger dewletek êrîşî xaka gelekî din bike, wî gelê qir bike dagirker, metînger e û di çarçoveya emeperyalîst e tê dîtin.. Dewleta Enqerê, parçeyên ji xaka Iraq û Suriye dagir kirine û dixwaze sînorên dagirkeriya xwe fereh bike. Ev tê wateya ku dewleta Enqerê dewletek dagirker e, metînger e, parçeyek ji emperyalîzma cîhanê ye. Jixwe armanca reîsê Enqerê Erdogan a ketina nava 5 endamên NY ev e. Kesên bi berçavikên bergilan li pêşketinên cîhanê dinêrin, helbet û bêguman êrîşên dewleta tirk yên li dijî parçeyên Kurdistanê nabînin, behsa tunekirina hiqûq û nirxên sosyolojîk nakin. Artêşa dewleta tirk, li dijî kurdan çekên kinyewî, kazanên deh tonajî bikartîne. Dewleta Enqerê di encama guhertinên demografîk û qirkirina gelan de hat avakirin. Rayedarên vê dewletê damegogên mezin in, her desthilatdarî, bi taybetî artêşa wan, xwe bi xwîna mirovan û bênderên kelaşan xwedî dikin..
Tecrîda li Îmraliyê, fuzeyek atomî ye, hem di bedena kurdan de, hem di mêjiyê kurdan de diteqe û wêraniyek mezin çêdike. Kurd kiyametê radikin, lê cîhan ker û kor û lal e!.. Ev jî dide xuya kirin ku hêzên kozmîk li dijî gelê kurd şer dikin, hiqûqa xwe, nirxên însanî û qanûnên sosyolojîk tune dikin. Yanî, hêzên kozmîk, ji adaptasyona heywanî temam nekirine.
Çîra û fanosa mirovaniyê di şerê yekemîn yê cîhanê de hatin tefandin û serdamên tarî dest pê kirin. Li gel dagirkirina xakan, welat hatin parçekirin, gel hatin parçekirin, mêjî-hiş-raman hatin parçekirin, jiyan kirin rekihek polayî. Di wê serdemê de Kurdistan kirin çar rekih û dewşîrme berdana nav serûguhên gelên li Kurdistanê. Sed sal in, bi “raporên şerq islahatê” û gotina “misak-î mîllî” di van rekihan de agirê dojehî pêdixin û “kiyamettullah”ê dikin. Dewşîrme, bi nave Xwedê, Illah û billeh, komkujiyan dikin, lewma min nave “kiyamettullah” bikaranî, artêşa dewşirme, newî çeteyên DAIŞ’ê ne û bi dirûşmeya Allahu Ekber êrîşan dike. Divê ew teliya ku îşareta “yek Allah”, “bi navê Xwedê” dikine amûrê kuştina mirovan bê şikandin.
Ez van gotinan vala û belaş nabêjim. Paşayên dewşîrme, di salên 1915’an de li bakurê Kurdistanê mirovên suryanî (gundê Batê-Midyadê) avêtin “kûr”a cêran û şewitandin. Navê kesê avêtin kura cêran jî Hirmiz bû… Paşayên Îttîhat û Terakî bûne bavê Hîtler û mucîdên firinên tunekirina gelê cihû. Miratzadeyên devşîrme, di salên 2011-12’yan de li gundê Çêlik gundî di malan de şewitandin. Di salên 13, 14, 15’an de, kurdên welatparêz di malan de, di çalên aside de, di minîbûsan de şewitandin. Ev rastî di doza JITEM’ê de aşkere bû. (1996)
Em vegerin ser dabaşa xwe; sed mixabin, dahatuyek tarî û ne diyar heye. Balkêş e, nirxandinên di ekranên televizyonan de, di nivîsên rojname û malperan de, weke pêlên xwînê, di derya mêjiyê mirovan de dibine med-cezîr. Asoyên hêviyê tune dikin. Ya balkêş jî, mîzansen û formulekirinên mîratzadeyên dewşirme ne. Zimanekî şerxwaz û di çarçoveya raporên “şerq islahat” û “misak-î mîlî”de bikartînin. Serdemên osmanî weke behiştê binav dikin. Lê ji bîr dikin ku Cemal Paşa, li Bêrudê 34 rewşenbîrên ereb dardekirin.
Paşayên Osmanî, protîpên oryantal in, di mêjiyê mirovan de dîwaran avadikin. Miratzedeyên wan jî, bi serkeşiya Erdogan, dinava tevgerek aktîf ya emperyalîst de ye, gava pêşî jî, li dijî gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê de avêt. Xewn û xeyalên reîsê epîlepsîk ya li Helebê limêjkirina di mizgefta Emewî de, hê zindî ne.
Erdoganê demagog, dema behsa Qutsê û qutsiyeta ji bo sê olan dike, kefikên mîzêna pîrozî û qutsiyetan jibîr dike; qet behsa Ayasofya ku ji bo cîhana Xiristiyan pîroz e nake. Bi xeyalên ku bibe fatihê duyemîn Ayasofya kire mizgeft.
Axir, bêyî ku dabaşa me bela bibe, em vegerin ser mijara bikaranîn û bandore fuzeyan; Bêyî zanebûn, têgihiştin û pisporiya fîlozofîk, sosyolojîk, biyolojîk, kimya û astrolojîk, tê dîtin ku cureyên fuzeyên îro têne bikaranîn, bedena fizîkî û bîyolojîk ya mirovan xera dikin, anatomi û fîzyolojiya çanda civakan diguherînin, bandorê li fizyolojî û pîskolojîya komên xelkê dikin.
Ev guhertin bandore li nêrîn û hişmendiya mirovan jî dike.
Lê xala balkêş ew e ku, dema mirov li nirxandin û şîroveyên aqilê cîhanî dinêre, tê dîtin ku guhertin, bandorê li beden û mêjiyê nifş-koma ku têkiliya wan ji kanunên biyolojîk hatiye qutkirin nake. Ev nifş, weke, “xulqat-î hususa, ucube” haraket dikin. Ne tenê mirovên normal, mirovên xwedî titra prof. û akademîk jî, bi vî rengî nirxandinan dikin.
Guman dikim we fêm kir ez beha kîjan nifşî-komê dikim: Ev koma di postikên mirovan de, “misak-î mîllî” û “raporên şerq îslahat”ê paralel-beramberî hev dikin û nirxandinan dikin. Weke min li jor behs kir, weke waqa-î psîkolojîk diaxavin, Tevgera Azadiya Kurd û Xweseriya Demokratîk ya li Rojava, weke xelekên Îsraîl binavdikin. Bi taybetî piştî gotinên Erdoganê epîlepsîk, fanatîk û bazirganê xwînê ku got, “Piştî Filîstin û Lubnanê, Îsraîl wê çavên xwe berdê welatê me”, ev gotin kirin benîştê devê xwe.
Xuya dike ku, zimanê nivîskarên ku weke endesyarên civakan têne naskirin, filozofên ku weke aqilê cîhanê têne qebûl kirin, li hemberî fuzeyan û bombeyên deh tonajî lewaz dimîne. Siyaset, bi taybetî fuze di ser wêjayê re ne. Mixabin ekolek jî dernakevê hole û standardên faşîzma sedsalê nîqaş nake. Dayik ji aliyekî ve, zarok ji aliyekî ve, komên xelkê ji aliyekî ve, ax, av û hewa ji aliyekî ve diqîrin, dîse jî têra formulekirina çareserî û aştiyê nakin, mahkumiyeta jiyanê bi dawî nabe…
Beriya çend rojan, nûnerê saziyên kurd, hîquqnasên kurd, siyastemedarên kurd, li Fransa bajarê Strasbourgê, li avaniya Konseya Ewropa civîna çapemeniyê pêkanîn. Bi taybetî axaftina parêzerê ji Buroya Hiqêqê ya Sedsalê Îbrahîm Bilmez balkêş bû. Hem nirxandin bû, hem vegotina rastiyan û helwesta ku Birêz Ocalan û gelê kurd ne amûrên azmûneya sedsalekê din in bû. Got, tu gotinên humanist, tu behaneyên dilxweşiyê nikarin bibin mohra tecrîd û dîlgirtina Ocalan, nikarin sedsaleke din ya Lozanê bi kurdan bidin qebûl kirin. Hawara dayikên kurd li kolanên Kurdistan, Tirkiyê Ewropa olan vedidin. Em helwesta medya tirk dizanin, lê balkêş e, gelo medya Ewropa, çima û tenê beyanên siyasetmedarên ku fêrî “dikte”kirinê bûne, diweşînin. Her “dikte”kirina ku bi gotinên humanîstî komên xelkê têne xapandin, weke fuzeyên ku Îsraîl û Îranê ne û nirxên mirovaniyê tune dikin.
Fuzeyên pêşketî û bi aqil, asoyên feylesofîk jî dagir dikin. Di çarçoveya analîtîk de, pirsgirêkên dîrokî, îktîsadî, civakî, siyasî, çandî zêde dikin. Fuze, navê tunekirinê ne. Cihê ku lê dikevin, ax û avê dikujin, Bi taybetî cihê ku av lê nebe, jiyan nîne, gotin jî nine. Ev serdem, dişibê serdema hêzên Mogalî û serdema Timurleng. Bi gotina Ibn-î Haldun, ev serdema “agir-î suzan” e. Qadên feylesofîk û analîzên di mêjiyê berhemdaran jî tênê dagirkirin.
Fuze dubare kirina sedsala navîn e, koletî-çakeriya serdemê ne.
Mijara sereke, hêz û rengê fuzeyên Îsraîl û Îranê ye. Lê kes li ser rengê toza kimyewî û bikaranîna çekên kimyewî yên li xaka Kurdistanê têne bikaranîn ranawestê. Di salvgera komploya korsanî ya di kesayeta Abdullah Ocalan de ku li dijî gelê kurd û mafên wan yên demokrtaîk hat kirin, ji nû de imze kirina Peymena Sykes-Pîcot e! Ev peyman engizisyon e û li Îmralî û tevahiya girtîgehên Kurdistanê li ser kar e!
“Gêjiyek” heye, ev gêjiya ji xwe razîbûne ye. Min nexwest gotina Spînoza ya “xerabûna bi xwe” bikarbînim. Mêjiyê kurd, gotina kurdî û hê pênûsa kurdan, veke hêz û dînamîkek xurt dernakevin pêş. Hêz û dînamîka mêjî; ji hêz û agirê fuzeyan bi bandortir e. Ji çekên kimyewî yên dewleta Enqerê û nokerên kurd, bi bandortir e. Mêjî çemê razên veşartî ye, dive nivîskar bibe arkelogê erdnîgariya mêjiyê xwe. Eger vê neke, wê nikaribe rê li ber “îfrazat”a di vateya qirêjiya bedenê de bigirin. Îfrazat, qirêjiya bedenê û korîtiya mêjî ye. Min gotinek ji wê baştir nedît. Beden bi spore bi hêz dibe, mêjî bi xwendinê bi hêz dibe.
Gotin û hêza mêjî, ji fuzeyên teknolojk bi hêztir in.
Dewleta tirk, di vê serdemê de têkiliya mêjî û civaka kurd ji hev qut kirine. Divê tu kesek vê rewşê qebûl neke û desturê nede ku zebaniyên dewşirme bibin rêzane rewşenbîriya kurd û wan li dojeha Dantê ne qelibîne. Beriya çend rojan, dewleta Enqerê, li Amedê devê dikana pirtûkên kurdî girt, gelek mamoste jî binçavkirin. Sed sal in ku vî karî dikin û desturê nadin ku dengê zimanê kurdî derkeve, avakirina alfabe, ferheng û gotina kurdî ava bibe. Kiyametullah hebû û heye!… Îro jî fuzeyên “misak-î millî” û “raporên şerq islahat” bi ser sere gelê kurd de agir dibarînin.
Di dîroka mirovaniyê de, faşîzm lanet e, rumeta faşistan jî dardekirina bilingên wan ve ye. Lê fanosa faşîzma Îttîhat û Terakî, ji aliyê hêzên Ewropa ve tê pêxistin. Peymana Sykes-Pîcot destpêk e, Lozan erê kirin e, tecrîd jî, mohra dawî ya hêzên hegemonik e.
Ji fuzeyan dijwartir, hêzên nukleerî û atomik hene. Ev teva aqilê winda ne, girtina deriyê gotinê û kilîtkirina mêjî ye. Her çiqasî, teknolojî cîhana gotinê fereh kiribe jî, weke fuzeyên “lahat”, “spîka”, “hayber” û “fettah” gotin û vegotinên tune jî dike. Ji xwe helbest derketiye seyranê, wek ku rêya xwe winda kiribê, li kolanên tarî digere… Kolanên winda û tarî weke teqanê ne, dengê helbestê, dengê gotinê di diqurpîne.
Helbestvanê bi eslê xwe cihû yê romanî, Paul Clen, sîstema îro weke “rekiha ziman” bi nav dike. Paul Clen, vê gotinê ji bo sîstema perwerehiyê bikar tîne, lê li bejna faşîzma dewleta Enqerê tê. Eger li welatekî, kanunên zincîrî, burokrasiya hişk û rafîzî, fermanên qirkirinê hebin, qeyûm û zindan, tecrîd hebin, qedexe sinoran nasnekin, înkar û tunekirina çandê, asimilayson, înkara dîrok, erdnîgarî û fîzîkî hebe, li wî welatî faşîzm heye û “rekiha” heyî jî, ji wateya ku Paul Clen behsa wê dike, bi gelekî ferehtir e.
Feylesofê avûstûryayî Ludwig Wittgenstein jî dibêje; Ziman sohbet e û parçekirina rekihan e. Lê dîwarê kozmîk ku faşistên dewşîrme ava kiriye, ziman jî, sohet jî tune kirine. Li zindanên dewleta Enqerê, malbat nikarin zarokên xwe bibînin.
Divê aqilê cîhanê, tenê ronahiya li ser krîstalên dûrebînên fuzeyan li cîhanê nenêre, dive li dijî her cure kiryarên faşîzan, metingerî, dagirkeri û tunekirinê dengê xwe bilind bike. Her gotina aqil û mêjiyê vekirî, divê bibe ronahiya ku dikevê ser krîstal bibe çira û fanosa ku rêya mirovahiyê ronî dikin.