Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li paytexta Azerbaycan Bakuyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan civiya. Hat gotin di civînê de li ser hemahengiya stratejîk a navbera her du welatan, dosya Kampa Hol, vegera koçberan û astengiyên di vê derbarê de hene, axivîne.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand, duh Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên li paytexta Azerbaycan Bakuyê di dema civîna wezîrên karên derve ya welatên serbixwe de, li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan civiya.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hat gotin ku her du aliyan li ser rêyên pêşxistina hevkariyên du alî, hemahengiya stratejîk a di navbera her du welatan, mijarên herêmî û navneteweyî axivîn.
Hat gotin Fuad Hisên di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, tekezî li ser şêwir û hemahengiya mijarên di navbera Bexda û Enqere kiriye.
Li gor daxuyaniyê, her du aliyan di civînê de li ser dosya Kampa Hol, vegera koçberan û astengiyên di vê mijarê de hene, axivîne.