Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku dê di 13ê sibatê de li Parîsê konferansa ku dê pêşeroja Sûriyeyê bê nîqaşkirin were lidarxistin û kurd jî dê tev li bibin.
Rejîma Baasê di 8ê kanûna 2024an de hat hilweşandin û HTŞ li Sûriyeyê bû desthilatdar. Nîqaşên li ser pêşeroja Sûriyeyê ya di qada navneteweyî de didomin. Bi hilweşîna rejîma Baasê re Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û ev êrîş hêj didomin.
Endama şandeya Fransayê ku beriya demeke kurt serdana Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Parlamentera Eniya Gel a Nû ya Fransayê Danielle Simonnet li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê axivî û bal kişand ser êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Parlamenter Simonet têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞê bi bîr xist û ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot pirsî bê wê Fransa zextê li Dewleta Tirk bike yan na ji bo êrîşên li ser Rojava bisekinîne. Herwiha jê pirsî ku piştgiriyê dide daxwazên kurdan ên li Sûriyeya nû yan na.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bersiv da pirsên parlamenter Danielle Simonet û destnîşan kir ku kurd hevalbendê bingehîn ê Fransayê ne, têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞê bi bîr xist û got: “Kurd hevalbendên me yên bingehîn in. Ew hevalên me yên çekê ne û em ê wan neterikînin. Pirsa we bi bîr dixîne ku bûyerên 13 salên dawî li Sûriyeyê qewimîn bandoreke çawa li jiyana rojane ya welatiyên me kiriye. Zexta giran a ku Beşar Esad li gelê xwe kir, bû sedem ku DAIŞ ji nû ve geş bibe ku gefa terora Îslamî ye û me li gel hevalbendê xwe kurdan têkoşîneke xurt meşand. Û di demekê de ku ji 8ê kanûnê û vir ve li Sûriyeyê hêviyeke nû ava bûye, divê xwedîderketin li neteweya kurd û tevlibûna wan a li welatîbûna nû ya li vî welatî pêk were.”
Ji ber vê yekê hîn ji kêliyên destpêkê ve me bang li rayedarên tirk û rayedarên dema nû ya demkî ya li Şamê kir ku şerê li Kobanê bisekinînin, ji bo zexteke giran li kurdan neyê kirin. Dixwazim bi bîr bixînim ku li gel şerê li dijî DAIŞê yên ku girtîgehên bi deh hezaran terorîstên DAIŞî û malbatên wan tê de ne bi wêrekiyeke mezin diparêzin kurd in.
Ji ber vê yekê beriya ku biçim Şamê min bi General Mazlûm re hevdîtin kir û me di navbera General Mazlûm, Tirkiye û hikûmeta demkî ya Şamê de navbeynkarî kir. Di dema nêz de jî me di navbera kurdên li Sûriyeyê û kurdên li Iraqê de navbeynkarî kir ku karibin hevdu xurt bikin. Hefteya bê di 13ê sibatê de wê li Parîsê konferansa li ser pêvajoya derbasbûnê ya nû bê lidarxistin û dikarim piştrast bikim ku kurd jî wê di konferansê de amade bin.”