Kişandina fîlma ‘Analog’ ku çavdêriyeke 12 salên dawîn a li Rojava ye, dest pê kir. Fîlm diyarî bîranîna rojnameger şehîdên çapemeniyê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hat kirin. Derhêneriya fîlmê Selîm Yildiz û çêkiriya wê jî rojnameger Enes Yildiz dike.
Rojnameger Selîm Yildiz diyar kir ku fîlmê, ji bo bîranîna rojnamegerên ku di dema şopandina pêvajoya şer de canê xwe feda kiriye çêdikin û wiha got: “Di vê projeyê de cihgirtina min ji bo min peywirek bû. Fîlm dê ji bo bîranîna hevalên me yên rojnameger ên di pêvajoya şopandina şer a li Rojava de jiyana xwe ji dest daye, bê çêkirin. Em ê fînala fîlmê bi Berxwedana Tişrînê bi dawî bikin. Di vê fîlmê de qala berxwedana dîrokî ya gelê kurd, herwiha têkoşîna li Rojava tê kirin. Bi kurtasî, fîlma Analogue, dibe çîroka her kesî.”
Fragmana fîlm ket weşanê.