15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Foza Yûsif: Pêwistî bi yekitiya kurdan heye

Endama Desteya Rêveber a PYDê Foza Yûsif anî ziman ku hebûna HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de wê xizmeta tevahî Sûriyeyê bike û der barê xebatên yekîtiya neteweyî de jî got ku heke yekîtiya demokratîk a kurdan çêbibe ev sedsal wê bibe sedsala kurdan.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 10emîn salvegera damezrandina HSDê de destnîşan kiribû ku ji bo entegrasyona HSDê û hikûmeta Şamê komek dê biçe Şamê. Herwiha Mazlûm Ebdî diyar kiribû ku Yekîniyên Antî Terorê (YAT) jî di encama engtegrasyonê de ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li tevahî Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer bike. Piştî daxuyaniya Mazlûm Ebdî duh şandeyeke ji HSDê li Şamê civînek li dar xistin. Têkildarî civînê daxuyaniyek nehat dayin lê hat gotin ku dê civîn di çerçoveya hevpeymana 10ê adarê de pêk hatiye û civîneke erênî bûye.

Entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê wê bandoreke çawa li tevahiya Sûriyeyê bike tê nîqaşkirin. Herwiha yekîtiya kurdan a li Rojava, rewşa koçberên Efrînê, Serekaniyê û Girê Sipî jî li Rojava mijarên sereke ne.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

Foza Yusif di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku duh pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Entgereya hêzên HSDê û hêzên asayişê hatiye nîqaşkirin. Di xetên bingehîn de HSD weke sê tûmenên leşkerî wê xwe bi rêxistin bike. Lê gelek hûrgulî hene, divê ev bên nîqaşkirin. Ji bo ewlehiya hundrîn jî hin mijar zelal bûne ku her du teref di nava hevkariyê de bixebitin da ku valatiya ewlehî çênebe heta ku pergala ewlehî bi temamî bê rûniştandin. Em bawerin ku wê ev yek bandoreke erênî li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku hebûna HSD di nava artêşa Sûriyeyê de wê bihêle ku ev artêş xizmeta tevahî deverên Sûriyeyê bike, bêferq û cudahî û wê bibe artêşa tevahiya gelê Sûriyeyê, ne ya komekê û mezhebek an jî netewek.”

Foza Yûsif der barê peymanên ku hatine îzmekirin lê pêk nehatine de siha got: “Heta niha gelek mijarên ku hatin nîqaşkirin di pratîkê de pêk nehatine. Em bi hêvî ne ku ev rewş bê derbaskirin. Ji ber heta çareseriya pirsgirêkên hundirîn bi awayekî demokratîk çênebe. Îstîqrara siyasî û aborî çênabe, ji ber tu dewlet di nava aloziyê de naxwaze di Sûriyeyê de projeyên aborî pêş bixe. Lewma berî her tiştî divê aramî li pêş bikeve û ew jî bi tifaqa nava pêkhateyên Sûriyeyê ve girêdayî ye.”

Foza Yûsif ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê got: “Ji bo zextê li ser me çêbikin derdora her du taxan girtin û rêyên çûn û hatina wan qedexe kirin. Gel jî bertek nîşanî dan û wan dema çek li dijî gel bikaranî pevçûn çêbû. Niha agirbest heye lê bi awayek bingehîn çareser nebûye. Niha şandeya me ya leşkerî û ewlehî di nava hewldanê de ye ku vê yekê çareser bike û ji bo tifaqa 1ê nîsanê pêk were her du teref bi erkê xwe rabin.”

Foza Yûsîf da zanîn ku Tirkiye di mijara wan û Şamê de roleke neyînî dilîze û wiha pê de çû: “Naxwaze ku bi awayekî demokratîk pirsgirêk bên çareserkirin. Tirkiye di polîtîkaya xwe ya înkarê de berdewam dike. Di bin navê entegrasyonê de dixwaze ku hemû sazî û destkeftên kurdan û pêkhate û jinan ên ku bi xwînê qezenc kirine têk bibe û belav bike û me bêçare bike. Tirkiye rewşa diyalogê ya li bakurê Kurdistanê bi rewşa kurdên li Sûriyeyê ve girê dide, ev jî şaştiyekî stratejîk e. Heke pirsgirêka kurd li Bakur bê çareserkirin wê tevahiya kurd bibin dostê Tirkiyeyê. Çawa di 2013an de sînor bêwate bûn di nava Sûriye û Tirkiyeyê de, wê dîsa wiha bibe. Heke pêvejoya aştiyê li Bakur li pêşkeve kurd wê nebin dijminê Tirkiyeyê, berovajî wê wê bibin dostê Tirkiyeyê. Heke Tirkiye mafên demokratîk ên kurdan qebûl bike, wê rê li pêşiya nûjenkirina Misakî Millî bi pîvanên hemdemî veke. Lewma em dibêjin li şûna gefxwarinan a rast ew e ku êdî bi rêya diyalogê em pirsgirêkên xwe çareser bikin û tifaqa kurd û tirkan ne tenê li Bakur bi hemû kurdan re çêbibe.”

Foza Yûsif wiha dirêjî da axaftina xwe : “Têkiliyên me bi Tirkiyeyê re hene lê sînordar in, Tirkiye cîranê me ye, heta niha me tu zerar nedaye Tirkiyeyê. Lê wan her tim êriş kir û me xwe parast. Lê derket holê ku tu feydeya van êrişan çênebûn, berovajî êrişan hem madî û hem manewî gelek zerarê wê çêbûn. Em dixwazin lihevhatinek çêbibe lê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya gefxwarinê de israr dike. Sûriye îro navenda pevçûnên hêzên hegemonîk e. Her dewletek dixwaze tê de bi bandor be. Ji bo wê jî girîngî didin têkiliyên bi Sûriyeyê re. Herwiha Sûriye xwedî cihekî girîng e. Lewma Amerîka jî dixwaze xwedî bandor be. Ji bo berjewendiya xwe di herêma Rojhilata Navîn de biparêze têkiliyên xwe bi hikûmeta demkî re xurt dike. Rêvebiriya Xweser heta niha roleke girîng lîst û ezmûneke serkeftî nîşan da. Em dibêjin Sûriye divê nenavendî be, divê pergala Sûriyeyê demokratîk be. Lewma pêwîst e destûrek nû bê nivîsandin û hemû pêkhate têde cih bigirin. Heta niha mijara pergala siyasî pêk nehatiye û nehatiye nîqaşkirin. Ev jî pirsgirêk e, divê ev yek di dema pêşiya me de bê gotûbêjkirin.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de ji bo yekîtiya kurdan li Rojava ev tişt got: “Heta niha yekitî bi awayek erênî dimeşe, hin hewldan ji bo parçebûnê çêbibe pêk hatin lê ev yek bi ser neket û helwestek baş li dijî van planan derket holê. Pêwîst e mirov vê hevgirtinê xurt bike û ber bi pêş ve bibe, ne tenê li Rojava, di nava hemû kurdan de, ez bawerim dem hatiye ku kurd kongreya xwe ya neteweyî li ser esasê yekîtiya demokratîk çêbikin. Ji her carê bêtir ev zemîn ava bûye. Heke hevgirtin pêş bikeve, bi dîtina min ev sedsal wê bibe sedsala kurdan.”