12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Folklora kurdî berxwedan û diyalektîka dîrokê ye

Antrolpolog James. G Frazer û filozefê marksist George Thomson, diyar dikin ku folklor zimanê bedenê ne. Di folklore Kurdî de, zimanê beden û zihnî zindî ne û sînorên wêjaya nivîskî bi gelekî derbas dikin e. James. G. Frazer wiha dewam dike; “di folklora nifşê “Arî” de, nezaketek ku sînor jêre nine heye.”

Folklora dewşirmeyan nine. Dema folklor nebe civak ji manewiyatê dûr dikeve, di aliyê maddî de yek alî û yekrengî ye. Ev jî demokratîkbûn û kolektîvîzma civakan têk dibe û di nava spekulayonên bê bingeh û kelihek ji murên fîlê de dîl digire. Ev jî felcbûna hançereya civakan e!

Min noteke xwe de gotiye: Me dît, demekê Komara Tirkiyê milkê-paşa-generalan bû, gotina wan qanun bû, bi darbeyên ekserî sîyaseta red û înkarê îşk didan. Weke serdema Enver Paşa, ENWERLAND hebû, di serdema darbeyan de Tirkiyê dibû PAŞALAND. Bi otobiyografiyek tuj û şiddih, serdema Reîs Erdogan dest pê kir û paradigmeya feodalîzmek veşartî, yan jî trollerîya SS, fermana “jin 3 zarokan bînin” derkete hole. Tirkiye bûye ERDOGANLAND! (SS navê mirovên ku “devlet baba” dane pişta xwe, çete û lejyonertiya kolanan xurt kirin e)

Her sê basikên “LAND”, ji çanda siyasî û felsefeya siyasî dûr in, li hemberî pêşketinên rojane bi mîtos’ên-xwînê, qurbankirina mirovan haraket dikin. Gotina “devlet baba” encama serûvena diktatorî û tîrantiyê ye! Yanî kuştina dayik-jinê ye. Di civakan de kuştina dayik-jinê, encama “tîpîk-ecêb trajediyan” e. James. G. Frazer, di pirtûka “Bingeha Folklor û Olan” de behsa van “trajediyên eceb” dike û dibêje; Rahibê dojehî serdest bû, kesên kuştin kuştin, ew jî dê bê kuştin.” Di sîstemên kesên xwe “LAND” dibînin de, rahibê dojehî her dem heye, xwîn û qurbankirina mirovan bingeha desthilatdariya wan e.

Îro, Erdoganland, duserî ye, beşekî ji vê “Landê”, para “Dewlet baba-Bahçelî” ye. Diruşmeya “land”zarên Komara Tirkiyeya îro: Kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin” e û qurbanê rahîb-zebaniyanî jî Kurd in!

Bi gotina Yaşar Kemal, wah kî wah, wah wah! Sîstema dewşirmetiyê kuştina xweza mirov e û maneviyeta xesandî ye. Civaka ji mirovên manewiyata wan xesandî ava bibe, ji seruvenên entelektuelî jî dûr e û nikare ji stasyona paşverûtiya red û înkar û zilmê derkeve. Dibê, dijminê her cure îdealên pêşketinê. (Ji ber vê çendê ye ku, dîroka komarê kuştin û zindankirina enetellektuelen e.) Her çiqasî, civak, yan jî rayedarên dewlet û desthilatdairyê xwe modern û pêşeng lanse bikin jî, di feodalîzmeke veşartî de dijîn. Ev feodalîzma veşartî, di 22 salên desthilatdariya AKP/MHPê de, di du rengan de pêşketiye. Aliyek nijadperestiya otorîter e ku bi pênûsa dîrokzanên netewperest hatiye îşkdan e; aliyek jî tarîkatiya antagonist-farmakolojîk e. Yanî xwedî karaterekî cûda û xerab! Her du basik jî di nava îdeolîzasyonek fetîşîzma devlet-baba, mîlîtani û çetetiya linca mafyatîk de ne.

Deme otorîteyên netewperest û dîroknivîsên netewperest dest bidin hev, nirxên gerdunî têne kuştin. Civak jî weke dînamîka “static” derdikeve hole. Hingî efsane û epîkên copy, yan jî çêkirî dest pê dikin û civak jî şerxwaz dibe, talanger û redkar dibe. Sîstema “nifşê pîroz-serdest” ya “nazî”yan xurt dibe. Tirkbûna îro di vê wateyê de ye, xerab e! Di vê sîstemê de, hişmendiya felsefî nine, materyalizma dîrokê nine, Metoda komparatîf heye û civakan dinavbera jiyana xwezayî û efsaneyan de kor, şilo-şatî (nîv felcoyî) dike. (di encama 22 salan de, civaka Erdoganland di rengê nexweşiyek balkêş de belengaz û nîvfelcoyî bûye.)”

Bi kurtî em bêjin, Tirkiye bûye bedenek nexweş, beden û mêjî ji hev hatiye cûdekirin. Di literature sosyolojîk de, beden jiyana organik e, mêjî hişmendiya felesefî ye. Eger beden û mêjî hev temam nekin, zimanê diyalektîkê winda dike, weke çînekî bazirgan, dikevê nava hewldanên paşverûtiyek antî demokratîk û faşîzan û êrîşî nirxên civakan dike. Erîşên li dijî folklore-dîlan-govend û stranên Kurdî, encama beden û mêjiyê nexweş e, red û înkara zimanê diyalektîka dîrokê ye.

Folklor, tore ye, bikaranîna zimanê bedenê, yan jî ziman û dînamîzma civakî ku di çarçoveya xwezayî de tê destnîşan kirin e. Antrolpolog James. G Frazer û filozefê marksist George Thomson, bi dîtinek hevbeş dibêjin; “Di cîhenê de, guhertinek mezin ya entelektuelî çêbûbe jî, hunandina zihnî û bedenî ya folklorik heye û reng dide jiyanê. Ev nirxê mirovaniyê yê kevin ku di encama keda nifşan de hatiye bidestxistin, herî zêde di nifşê “Arî” de xuya dike.” Dema ku behsa nifşê “Arî” dikin jî, mînaka Med û Fersan didin. Med Kurd in, Fers jî, hîlekar û bêbextên ku ji bo desthilatdariyê xal û bavên xwe dikujin e.

Gotin her du nivîskaran, tê wateya ku di folklore Kurdî de, zimanê beden û zihnî zindî ne û sînorên wêjaya nivîskî bi gelekî derbas dikin e. James. G. Frazer wiha dewam dike; “di folklora nifşê “Arî” de, nezaketek ku sînor jêre nine heye.”

Gelek gerrok û sosyologên cîhanê, dema li ser folklora Kurdan, bi taybetî li ser dîlan û govenda Kurdan radiwestin; dibêjin, “paşverûtî nine, jin û mêr di destên hev de dilîzin. Di stranên Kurdî de cinsiyetparêzî nine, di her halûkarî de esketîka folklorik, azadiya jinê tê parastin.”

Di govend û dîlanên Kurdî de ruhê xwexayî, ezman, dar û deviyan, lat û keviran, av û axê, lawir û klîmatan heye. ZEW, encama vê toreya civaka cografîk e. ZEW, yanî mihrîcan!…

Heta îro, gerrokekî, yan jî sosyologekî, yan jî mîsyonerekî behsa zêw-mihrîcanên Kurdistanê nekiriye. Belkî ez rast ne hatime. Zêw- Mihrîcan, yan jî wek gelê Suryanî dibêje “şêhr”, toreyek kevin ya gelê Kurd û gelên Mezopotamya ya. Zêw-mihrican bi nave şexs û gundan têne çêkirin û hefteyekê dewam dikin. Li Turabdîn, bi navê Mor Gabriyel, ku weke Dêr Amar tê binavkirin, “Şehra Dêr Amarê” heye. Yanî zêw-mihricanên bi navên katedralan jî hene. Heta demên dawî jî li Çiyayê Hevêriya-Turabdîn zêw hebûn. Lê piştî demekê hatin qedexe kirin. Piştî Tevgera Azadiyê, li Kurdistan Ewropa her sal têne pêkanîn. Lê Newroz, temsîliyet û aîdiyeta folklor, zêw û her cure toreyên Kurdistaniyan dike ye.

Yanî, folklor û tore, hişê civakan e û bi nifşan, li gorî merc û çarçoveya hişmendiya civakî reng standine. Bi taybetî “dîlan û govend”ên Kurdî, di aliyê girtina bi dest û milên hev, bi rîtm, muzîk, figur û rengande, zimanê îmajê heye. Ev zimanê îmajê, mesaj in û ji cîhana meddî wêdetir in; zimanê huner, estetîk, sosyolojîk û fenomenên hunerî û keda palûteyî, dinava xwe de ne. Bi kurtî, foklor, govend, dîlana Kurdî, yanî erdnîgariya Kurdistanê, yanî civaka Kurdistanê navê yekîti, federalî û konfederalî ye!

Yanî, nirx û pîroziyên herî pîroz yên cîvakî, aîdîyet û parvekirina di çarçoveya wekhevî û dilsoziyê de ye. Civak bi hev re, hem kesên di govendê de, hem kesên stranan dibêjin, hem kesên li wan temaşe dikin, heman coş û dolxweşiyê parvedikin. Govend navê kombûn û civakê ye. GOV kom e, kombûn e. (Di nava demê de, tenê ji bo sewal-pez tê bikaranîn). Di dawetan de “zava” siltan e, kesên ji hev iniri-xeyîdî li hev tinin. Li gorî toreya qedîm, kes nikare gotina “zava” li erdê bide. Siltanetiya “zawa” rojekê dewam dike!…

Ev tê wateya îradeya civakî û toreya qedîm ya “tazahurat-pêşketinan” jiyanê û aktîf rol girtina di têkoşîna civakî de. Ciwanên ku li meydan û kolanan dîlanê digirin jî encama temsîlîiyet-aîdîyeta van nirxên pîroz e. Ev aîdîyet, tenê di şahî û dawetan de çênabin. Di dema zor tê jî, ciwan govendê digirin, helwesta xwe di rengê kolektîvîst de nîşan didin û piştre dikevine naval iv û tevgerê. Lehengên Kurd berî şer, govendê digirin!.. Her şînîk, her şabaş, her pêşbaziya hesp û siwariyan, her pêşwazîkirina bûkê, ya xêlî û berbûliyan bi lîlandina jinan tê pêşwazî kirin. Di çûna şer de jî ev tore heye!…

Di dawet û her cure pêşwaziyan de;

Lîlandin, misogerkirina serketinê ye!…

Şabaş, dilsozî û hevkariya dostaniyê ye!…

Di govendê de;

Rûniştina li ber kesan jî, dostanî, hevaltî û hevkariya civakî ye! Cureyên lîstîkê rengê estetîka jiyana Kurdan û helbestên klasik e! Di rengê îlahiyeta cih girtina di komî ya li dijî hemû xerabî, nebaşî û neqenciyan e! Di dîlana Kurdan e, ne tenê musîkiya gotinan, zikrê bedenê ya helbestî heye.

Pîroziya “ezî” bi kesên di milên hev de, jin/mêr, tê parvekirin, her cara ku serê xwe û milên xwe bi hev re dihejînin, kabokên xwe bi hev re dişîkînin, hevkariya dil û hestan jî parvedikin. Divê mirov vê rîtma musîkî, tenê di çarçoveya egzotîk de negirê dest, ferehtir û kûrtir e!…

Ji bo vê jî, aqilhişkên dewşirme, ji vî zimanê pircûreyî û belgeya di bedana beşerî û afirgeriya artistik de, weke tofanekê derdikevê holê ditirse. Her fîgura lîstikên di govenda Kurdî de, bi îdealên civakî dagirtî ne û mesajek cûda dide. Bi taybetî di lîstîka şîpê û mil di milde, 7 rengê lîstikê hene; bi lîstika çarpînê, tifaqa hevreyî ya hunerî û jiyana civakî heye. Du hurzê de, estetîka komplet ya xwezayî artistic heye. û hwd. (li 7 cûre lîstikên şipê 2 lîstik hatine zêde kirin. Yek; ciwanên Sûryanî yên Midyadê; lerizandina bedenê heta ku kabên xwe li erdê didin… Du, ciwanên ji gundê Kevirzê jî, bêyî ku kabokên xwe bişikînin, bi hejandina mil û sere xwe lîstikek cûda derxistine.)

Min ev gotin çima gotin? Pirs giring e; Dewşîrmeyên dibin navê “turan” û “îslam” de, xwe weke navenda cîhanê û nifşekî kozmîk dibînin, Kurdistan û Anatolya di aliyê nirxan de wêran kirine. Erê cîhan dizivîrê, mirovanî jî bê rawestandin dimeşê, lê mîratzedeyên dewşîrmeyên Îttîhat û Terakî, di cihê xwe de, li dora xwe dizivîrin. Eger bi şaşîtî gavekê pêş de biavêjin jî, ji bo tunekirina gelê Kurd û gelên nava xwe û cîran e. Gelo li Komara (!) Tirkiyê, kesî folklora civaka dewşîrmeyan dîtiye? Ji xwe du çîn, yan jî du beşên dewşîrmeyan hene: Aliyek, “gur” dike dewsa Xwedayê mezin û bi serê “gur” sund dixwe; aliyek jî xwe wek xelîfeyê ola îslamî dibîne û dibin û Kurdên Misilman û Erebên Misilman qir dike. Cihên ku esker şiyandine û pesnê xwe bi şiyandina wan eskeran didin; Suriye, Iraqê, Somalî, Libya, Yemen, Lubnan, Afganîstan, Azerbeycan, Qatar, Malî, Komara Efrîka Navendî, Bosna Hersek, Arnavutluk, Bakurê Kibris û Girava Sevarinê ye. li van welatan barageh avakirine. Li Suriye û Iraq bi nave Misak-î Millî ku li dijî Kurd û Kurdistanê kirine “seva sor” ch û warên Kurdan dagirkirine. Gelo desthilatdarî û dewlet ku her dem dibêje, me li dijî emperyalîzmê şer kiriye, gelo bi rengî nebûye parçeyek ji emperyalîzma cîhanê? Bi gotineke din, gelo ev enperyalîzma di rengê taybet yê “land-paşa” û “land reîs” ku bingeha nazîzma Hitler de tê meşandin, ne ne trajediya serdemê ye!…

Sahîh û mutlaq e ku mîratzadeyên Ittihat û Terakî, paşverû ne. Paşverûtiya xwe jî bi siyaseta diru, demagojîk û derewan vedişêrin. Medya wan jî, bûye berdevkê şerê taybet û weke jeneratorên ragihandina derewan kar dike.

Ev siyaseta “subjektîf ideal” e û dixwazin bi êrîşên dawet, govenda ciwanan, gelê Kurd bitirsînin.

Folklora Kurdî, nasnameya gelek tiştan e, lê emû 2 tiştan derbixin pêş: Yek, rengîniya xwezayî û stêrikên li ezman e… Du, delalî û estetîka jin û mêrên berxwedêr e. Jin û mêrên Kurd, bi folklora xwe her dem li nirx û pîroziyên civakî xwedî derketine, li gorî kewna serdemê xwe guhertine, di guhertina xwe de bandor li dora xwe jî kirine. Nivîskarê Romayî, astrolog Firmicus Maternîs, vê rewşê bi gotina “ruhê kedê” binav dike.

Dema Firmicus Maternis, di pirtûka “Antîk Astrolojî-Teorî û Pratîk” de, behsa “ruhê kedê” dike, Baweriya gelên li qeraxên Dicle û Firatê û gelê Misirê yê li dora Nilê dike mijara nivîsên xwe û dibêje: Li Mezopotamya jiyan ne di mirinê de, di bûyînê de, di malzaroka erdê –(rewa erdê) de û bi pişkivandina tovê dexlê de tê dîtin. Piştî keda salekê û bidesxistina dexlê-ber, xweşî û coşa kedê bi dawetan, fîgurên dîlanê û xemla jinanê, weke “ruhê kedê” û jiyana berhemdar tê nîşandan.

Gurdal Aksoy jî, di pirtûka “Zimanê Kurdî û Darbimeselan” de, nivîsên James Mellarat û Gordon Cilde weke çavkanî nîşan dide û behsa şoreşa cotkarî û pêşketinên li qeraxên Dicle û Firatê û qeraxên Nilê dike. Dibêje: xêratên ku li qeraxên Çiyayên Kurdistanê hatine bidewstxistin ji xeratên qeraxên Nil’ê zêdetir in.

Gelên li qeraxên Çiyayên Kurdistanê, di teva destanên mîtolojîk yên Kurdan de, beriya şer û di şer de, behsa govend, dîlan û lîlandina jinan dikin. Her şînika bi çekan û pêşbaziya suwariyên Kurd û îro jî bi lîlandina jinan têne pêşwazî kirin, encama wê toreya qedîm e.

Di sosyolojiya civakan û şeran de jî, tê gotin ku, toreyên civakan, aliyekî wan nifşî-irsî ye, aliyekî wan jî cografîk e. Sosyologê Tirk, Pro. Dr. N. Samî Kosemihal, di pirtûka “Dîroka Sosyolajî” de, mînaka Darvîn ku têza Mathius ya “mayindeya zorê û tore û nirxên civakan têk dibe,” red dike. Dibêje, di şeran de, serketina zorê dem kin e, lê civak bi tore, adet û nirxên xwe hebûna xwe diparêze. Tu hêz nikare van toreyên ku bi erdnîgariyê ve girêdayî ne ji hole rake, Tenê riyak heye, ew jî koçberiyek giştî û tertûbelakirina civakan. Eger civak ji erda xwe qut bibin, di demeke dirêj ya nifşan de tore û adetên xwe jibîr dikin û weke çînekî bê reng, bê mêwe û bê ber derdikevê hole. Vê jî weke “şerê jiyanê”, binav dike.

Tirkiyê û û dewşrimeyên Îttihat û Terakî ji van bîrdozan teva cûda ne, siyaseta wan jî, nêzîkatiya li hemberî tore, adet û nirxên civakan jî cûda ne…

Min notekî xwe gotiye; Di destpêka Komarê û piştre Kemalîzm derxistin pêş. Mustafa Kemal weke “mesih” nîşan dan. Piştre ew mesih kuştin. Piştî salên’50î, gel û demokrasî derxistin hole. Piştre hem gel û hem demokrasî kuştin.

Di sala ‘60î de, bi darbeya eskerî gel û dewlet baba û ciwan derxistin. Piştre gel kuştin. Di sala ‘80î de, dewlet baba teslîmî zordestên îslamîstên Abdulhemîd kirin. Piştre, gelê di dîsîplîna çepgirande derkete pêş, tune kirin. Li hemberî van qonaxên dîrokî, Tevgera Azadiya Kurd, di sînorên zanistî, felsefî û bîrdozî de derkete hole û hîna jî li dijî “mustebît”ên îslemîst û “mustebît”ên turanîst têkoşînê dike.

MIXABIN, Kurd, ji sala 1925an û virve, di azmuneya li hemberî mîratzadeyên Ittihat û Terakî de qels û lewaz mane. Mîratzadeyên Îttîhat û Terakî jî, mirovên li Tirkiyê, yan kirine heywan, yan kirine kêzik, yan jî kirine çêlîk û bawermendên dêlegurê û beşek jî kirine pêxember.

Tobe estexfurullah, Xwedayê mezin û mirovên bi rûmet, me ji wan mirovên balkêş û eksantrîk nenivîse û dibêjin: Folklora Kurdî romana ne nevîsî ye, katoriyek ji ya Kurdistanê ye, li hemberî çerxa yekperestiya ku dixwaze hemû nirxên mirovaniyê tune bike, berxwedan e. Govenda Kurdî, lîstikên dîlanên Kurdî, diyalektîka dîrokê ne.