6 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Folklor têgehiştina çand û jiyana gelekî ye

Roger Koyî

Naskirin her tim ne têgehiştin e. Dibe ku meriv gelekî nas bike lê jê fêhm neke. Lê xebatên folklorê bi awayekî zelal rê li ber têgehiştina çand û jiyana gelekî jî vedike. Folklor têgehiştina çand û jiyana gelekî ye.

Folklor ji du peyvan pêk tê ku “folk” tê wateya “gel”  “lore” jî tê wateya “zanînê” yanî di wateya xwe ya ferhengî de folklor zanîna gel e. Zanîna gel li ser bingeheke salane pêk hatiye. Zanîna gel ango folklor bi çavdêrî, tecrube û zanînên gel derketiye holê û ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhestin. Ev çavdêrî û tecrube bi dev û gotinê hatine veguhastin. Folklor an zargotin îro ji aliyê zargotinzan û zanyarên gelerî ve tê berhevkirin, nivîsandin û belavkirin. Skolov jî derbarê vê mijarê de dibêje ku ev têgeh pêşî ji bo keresteyên diketin qada vê xebatê dihat bikaranîn. Piştre bû wek şaxeke zanistî û niha ji dêvila peyva folklorê  wek şaxeke zanistî “folkloristic” tê bikaranîn.

Folklor ango zanîna gel herwiha li ser kevneşopî, adet û baweriyan jî dixebite. Bi taybetî di nav gel de li ser çîrok, meselok, stran lîstik, efsane, serpêhatî, destan, henek, şîn, gotinên pêşiyan û hwd. dixebite. Lê helbet folklor ne tenê li ser van tiştan dixebite, folklor qadeke berfireh e û bi hemû tiştên bi gel re têkildar dixebite.

Peyva folklorê cara ewil di sala 1846’an de ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara Athenaeumê de hatiye bikarnîn. Wî wek “folk-lore” bi kar aniye. Piştre Elmaniyan peyva folklorê ango voklore bi kar anîne. Bi vî awayî ev peyv li cîhanê belav bûye û hatiye ketiye nav zimanê kurdî jî.

Çavkaniyên folklorê

Pêdiviya xebatên folklorê bi çavkanî û keresteyan heye. Çavkaniyên herî tên zanîn ên folklorê çavkaniyên devkî ne ji ber ku folklor ji gotinan diwelide em jî berê xwe didin çavkaniyên devkî yên di vê çarçoveyê de hatine qeydkirin û arşîvkirin. Pêdiviya xebatên folklorê bi keresteyên bi vî rengî heye.

Herweha pêdîviya xebatên folklorê bi çavkaniyên nivîskî jî heye ku ew jî ji bo xebatên berawirdî lazim dibin. Çavkaniyên madî jî ji hemû çavkaniyên şênbêr pêk tên. Hemû berhemên ku ji hêla mirovan ve hatine afirandin dikevine vê kategoriyê. Çavkaniyên dîtbarî jî ji xêzkirin û wêneyên di şikeftan de pêk tê.

Çi girîngiya xebatên folkorê heye?

Herçend ku têkîliya folklorê û edebiyata gelerî heye lê folklor bi hemû qadên ku bi çandê ve girêdayî ne têkîlî daniye. Lewra em folklorê hinekî nêzî etnografyayê dibînin. Helbet qada folklorê ne ewqasî teng e folklor di qadek berfireh de bi gelek zanistên din ve têkildar e. Hem folklor ji van qadan sûd werdigire hem ev zanistên din ji hin hêlan ve ji folklorê sûd werdigirin ku bi vî rengî têkîliyek di navbera wan de çêbûye. Lê sînorên qadên zanistî êdî ne zêde diyar in lewra têkîliyek di navbera folklor û qadên din de jî heye ku ev jî girîngiya folklorê zêdetir dike.

Qadeke berfireh e

Folklor qadeke gelekî berfireh e û ji jiyana gelekî gelek qadan di xwe de dihewîne. Lewra dema ku meriv li ser folklora gelekî bixebite meriv dê di gelek qadan de hay ji wî gelî çêbibe. Ji ber vê yekê jî xebatên li ser folklorê xwedî girîngî ne. Niha em bi hurgilî behsa girîngiya folklorê bikin em dikarin di bin van xalan de behs bikin.

Folklor ji her hêlê ve naskirina gelekî an komekê ye lewra dema ku meriv bixwaze gelekî ji nêz ve nas bike divê meriv berî bide xebatên der barê folklorê de. Ev xwenaskirin ji bo hemû qad û demên jiyanê  derbasdar e. Bi saya xebatên der barê dema niha û rabirdûyê de de meriv xwe nas dike wek gelekî. Kesekî bixwaze bîr û hişmendiya gelê xwe nas bike divê berê xwe bide folklor û xebatên folklorê.

Herweha folklor têgehiştina çand û jiyana gelekî ye. Naskirin her tim ne têgehiştin e dibe ku meriv gelekî nas bike lê jê fêhm neke. Lê xebatên folklorê bi awayekî zelal rê li ber têgehihiştina çand û jiyana gelekî jî vedike.

Li gel ev her du xalên girîng; têgehiştin û naskirinê bikaranîn û sûdwergirtina xebatên folklorîk jî xalek din e. Bo nimûne ji bo edebiyatê meriv dikare gotinên pêşiyan bi kar bîne.

Bikaranîn a folklorê di qada perwerdeyê de tê dîtin ku niha li hemû cîhanê di perwerdeya zarokan de hemû keresteyên perwerdekirina zarokan ên pêşdibistanê edebiyata gelerî ye. Ji ber ku folklor bi awayekî berfireh jiyana gelekî dorpêç dike meriv bêyî ku li folklorê nenere nikare li ser gelekî bixebite, fêm bike û nas bike. Lewra xebatên folklorîk div an xalan de xwedî girîngeyekê ne.

Kovar û rojname çap kirin

Piştî ku fikra hişmendiya netewî di nav dewleta Osmanî de belav bû, Kurdan jî doza netewebûyînê kirin û di vê çarçoveyê de dest bi çapkirina kovar û rojnameyan û avakirina komelyan kirin. Di nav van xebatan de cîh dane xebatên folklorîk jî.

Li gorî Tosinê Reşîd kevintirîn xebata ku li ser folklora kurdî hatiye kirin û gihaştiye roja me destnivîsek e ku di sala  1711’an de ji aliyê Mêşrop Maştos ve li Ermenistanê hatiye nivîsîn niha li Enstituya Destnivîsên Kevn li Yêrîvanê tê perastin. Ev destnivîs bi alfabeya ermenkî hatiye nivîsîn û 115 gotinên pêşiyan yên kurdî tê de hene.

Lêbelê em ji xebatên Aleksandr Jaba dizanin ku Mela Mûsayê Hekkarî di sala 17an de 50 çîrokên gelerî yên kurdî berhev kirine û ew bi navê Duru’l Mecalîs bi pexşankî nivîsiye. Herweha di sedala 18an de Melayê Erwasî li ser nexweşî û dermanan bi kurmancî pirtûkeke gelerî ya bijîjkiyê nivîsiye.

Mela Mehmûdê Bazidî

Ji aliyê berhevkarî û tomarkirinê ve xebatên herî berfireh di salên 1850’an de Mela Mehmûdê Bazidî (1797-1867) kiriye. Wî ev kare xwe bi hevkarî û alîkariya konsolosê Rûsyayê Aleksandr Jaba re kiriye. Mela Mehmûdê Bazidî bi zanîn û xebata di vê qadê de derketiye pêş.Jaba bi alîkariya mela, zana û Mela Mehmûdê Bazidî karên berhevkariyê kiriye.Xebatên xwe ji Akademiya Zanistî ya Petersburgê re şandiye.Herweha Mela Mehmûdê Bazidî di gelek qadên folklorê de berhem dane. Berhema wî ya navdar Adat û Rusumatnameyên Ekradiyye xebatke civaknasî, etnografîk û folklorîk e.

Kurdan li gelek welatan xebat kirine

Di destpêka sedsala 20’an de bi weşandina kovar û rojnameyan û avakirina komeleyan re xebatên folklorîk bi hişmendiyeke netewî berbelav dibin. Gelek xebatên folklorîk û der barê edebiyata gelerî ya kurdî de hatine kirin hene lê dema ku em bi xebatên neteweyên din re berawird dikin tê dîtin ku xebatên folklirîk ên wek zanistekê di kurdî de hatine kirin kêm in.Xebatên folklora kurdî li gor xebatên ku li cîhanê tên kirin niha di asta destpêkê de ne. Sedema vê yekê rewşa kurdan ya siyasî ye. Qedexe, înkarkirin û zextên li ser kurdî tesîr li ser folklora kurdî û xebatên li ser folklora kurdî jî kirine. Lê li gel vê yekê jî kurdan xebatên xwe kirine. Kurdan li gelek welatên ku lê dijîn xebatên xwe kirine ku yek ji van cîhan jî Ermenistan e. Ermenistan ji hêla xebatên zanyarî ve hêjayî behskirinê ye. Di salên 1930’an de li ser çand û folklorê xebitîne. Ji bilî xebatên li Ermenistanê hatine kirin ji hêla gelek kesên biyanî ve xebat li ser folklora kurdî hatine kirin.

Folklora kurdî êdî di wê astê de ye ku em rabin li ser pirsgrêk û çareseriyê wê biaxivin û bixebitin. Di folklora kurdî de pirsgrêkên têgehî û teorik û pirsgrêkên dezgehî û tekniîkî hene. Yanî wiha tê dabeşkirin.

Qadeke girîng e

Pirsgrêkên teorik, pirsgrêkên der barê pênasekirin û binavkirina qadê, nîqaşa li ser cureyan û nediyarbûna naverokê û di şert û mercên nû de tunebûna têgehên nû. Ev pirsgrêk dikarin wek pirsgrêkên têgehî û teorik bên destnîşankirin. Pirsgrêka herî sereke di binavkirinê de derdikeve holê. Herweha pênasekirin jî ji bo qadeke xaleke girîng e. Ji ber ku ev du xalên girîng in ji bo naveroka qadekê. Li gel ku gelek xebat li ser folklora kurdî hatine kirin û folklor ji hêla gelek rewşenbirên kurdan ve hatiye naskirin û li ser xebitîne lê ji berk u pênaseyeke giştî jê re nehatine dîtin heta îro jî li ser naveroka folklorê gengeşî hene. Li Ermenistanê dibêjin zargotin an folklor li Herêma Kurdistanê dibêjin edebî folklorî an edebî gelerî û her weha kelepor jî ji bo vê yekê tê bikaranîn.

Herweha li ser mijarên edebiyata gelerî jî bi vî awayî lihevkirinek tune ye. Her kesek ji hêla xwe ve naveroka edebiyata gelerî bi awayekî penase dike.

Bi bîra kolektîf ve girêdayî ye

Di vî warî de pirsgrêka sereke dikare wek tunebûna arşîvekê were diyakirin. Ji ber ku ev yek şopandina keresteyên folklorîk zehmettir dike. Herweha meselaya arşîvkirinê bi bîra kolektîf ve girêdayî ye. Li gel vê yekê kêmbûn an tunebûna saziyan jî yek ji pirsgrêkên dezgehî yên folklora kurdî ne. Her çend ku enstitu û beşên kurdolojiyê hebin jî lê rasterast saziyek kul i ser folklorê dixebite tune ye. Ev jî bi xwe pirsgrêkan tîne.

Ji bo çareserkirina van pirsgrêkên divê navendeke serbixwe ya ku tenê li seer folklora kurdî bixebite bê vekirin. Li zanîngehan beşên serbixwe yên folklorê were vekirin. Herweha bi awayekî çalaktir kovar û nivîsên akademîk yên der barê folklorê de bên nivîsandin û belavkirin. Di bin banê zanîngeh an şaredariyan de panel û sempozyumên li ser folklorê bên li dar xistin. Di vê çarçoveyê de div an xebatan de li ser pirsgrêkên têgehî û teorik jî biaxivin.

Bi giştî di vê nivîsê de behsa pênaseya folklorê, xebatên folklorê, xebatên folklora kurdî û pirsgrêkên folklora kurdî hat kirin. Herweha kêm be jî çend pêşniyarên bo çareserkirina van pirsgrêkan hat gotin.