12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Firfir Yusufên li cem AKP/MHP’ê (1)

Têkoşîna gelê Kurd, bloka faşîst a AKPê/MHP’ê, bi  taybetî Kurdên pîrîmîtîf û para-îstên di nava vê bloke de kirine nava tirseke mezin.

Kurdên di bloka faşîst de parçeyek ji karên drametîk in û di pêvejoyên taybet de bi hestên şermok tevdigerin. Helwesta wan, balkêş e, eşq û evîndariya wan a bi Reîsê Epîlepsîk re, tam û ne kêm, weke şovalyeyên  bi eşqa  ronahiya  cn. Isa tevdigeriyan e. J. J. Rousseau, van hest û helwestan weke vegera  ji xweza mirov dûr, weke hestên hîsterîk-şehewî bi nav dike û dibêje; “Ev hest û veger, reva ji sîstema çil haramiyan  e, dîse jî fikrê wan “muxlacî”tî ye, dise jî “ifrit û zebani”tî  ye.

Ya rast, mijara Kurdên di nava AKP’ê û MHP’ê de mijareke cûda û taybet e. Ji ber ku kesayeta wan pirimitif û para-îst in, ji rûmet û nirxên civakî dûr in. Ji bo vê jî, divê  di aliyê  sosyolojîk, psîkolojîk, biyolojîk û her cure “lojîk” de  werin nirxandin. Ew, diravê û kursî, ji nirxên mirovî û rûmeta mirovî bi nirxtir dibînin. Dema min gotina “para-îst” bikaranî, min huner û cewherê wan yê qirdikî, qeşmerî û zirteki jî li ber çavan girt. Di nava Kurdan de gotina “qeşmer” ji gotinên “qirdik” û “zirtek” girantir e!. Lê em li ser wateya gotinan ranawestin!

Furfuryus, navê  nirxandinên li ser ditînên Aristo ye û filozofên Îslamî Ibnî Rûşd û Îbnî Sîna ne;  di şerh û  nirxandinên xwe de gotina furfuryus bikaranîne. Min, di gotinê de guhertinek kir û weke “firfir-yusuf” bikaranî. (ez, ji yusuf-ên bi rûmet lêburînê dixwazim.)

Ibnî Rûşd dibêje; mirov dimire, însaniyet dimîne. Ibnî Sina jî dibêje; ji bo fêhmkirina fizîka mirov, divê pêşî li mêjiyê mirov bête nêrîn

Mêji û insaniyet, bi qasî huner û jiyanê  têkildarî hev in. Vêce, mirovên bûne qirdikê Reîsê Epîlepsîk û Gurê Pîr, ji her du aliyan ve, çûkûs û ketî ne. Nirx û pîroziyan nasnakin. Paydariya wan ya bi Kurdan re jî  dibin sifirê de ye! Ibnî Rûşd dibêje, “hişmendiya hevpar ya mirovan, sînoran nasnake.” Mixabin aqilê van mirovên qirdik, di çarçoveya “para-îst” de, dîl hatiye girtin û bune çengek ji siyaseta ahtopot. Ev çengê ahtopot jî, bi çavekî kor li pirsa Kurd dinêre û dixwazin di paşerojên Kurd û Kurdistanê de, xeşîmên tarî zêde bikin.

Ev mirov “firfir yusuf” in. di pencereyek gelekî biçûk de (Kurd dibêjin kûlek) li dîroka mîrovaniyê, bi taybetî li dîroka Kurd û Kurdistanê dinêrin. Kurd, ji bo mirovên bi vî rengî gotinên; sivik, dirû, qeşmer, çepel, qirdik û para-îst, firfirok, firfir, firfirpel, firfirper (pel û pirtikê li ber ba dilerizin) û hwd. bikartînin.

Dî dîroka Kurdan de, gelek mirovên bi van navan hatine binavkirin hene,  teva jî di sergoya dîrokê de winda bûne. Piştî ku dewlet û desthilatdariya Tirkîyê mecbur bû xwe dexilî Abdullah Ocalan bkirin, ev firfir yusuf-lar, ketin nava cehdê ku xwe jî bikin xwedî  rol. Lê ji dîrokê têzanin ku  firfir yusuf-lar dibin sifirê de ne, tune ne.

Hemberî ku siyaseta Tirkiya ya hundir û derve li hemberî Tevgera Kurd, têkeçûye jî, em dasa xwe fereh biavêjin û hinekî bi paş de biçin. Xwedayê  hemû xwedawendan Zeus, ji sedema ku Promethaus, agir ji ocaxa xwedawendan bir û radestî mirovaniyê kir, ceza kir û li Zagrosan bi latekê ve zincîr kir. Teyrek jî. her roj diçû  kezeba wî dixwar.

Minaka duyemîn Dehaq û  Kawa ye.

Dehaq, ciwan dikuştin û mêjiyê wan dida marên li ser milên xwe. Kawa, ciwan rizgar kirin. Mînaka sêyemîn Birahîm û Nemrud e. Nemrud zalim û diktator bû, Birahîm putên wî şikandin.

Sê mînak, ji bo desthilatdarî û dewletê, ji bo gelê Kurd û gelên li Tirkiyê,  ji bo tarîqat û oldarên dilsozên Îslamê, mînak in. Li hemberî avakirina Quleya Babîl, yan jî  ji bo kuleya ji murên fîlan û kevirên zeberced, hatine ava kirin neynik in.

Vêce, tiştê ku firazeya desthilatdaran bi nirx û pîroz dike jî, helwesta wan e. Ya balkêş ew ku; rayedarên bloka faşîst, bi çavên şerbîtî, terîfî û bi berçikên bergilan li pêşkatinan dinêrin. Ji bo vê jî, ruh û hewldanên wan hem xweza civakan, hem dengeyên nava civakan xera dikin. Baudelire, di helbesteke xwe de dijêje, “Em xwe biavêjin, eger behişt be,  eger dojeh be/Ji bo dîtina nûjenîyê, dibinê xeşîmê de”… Mixabin van mirovan  ne behişt hiştina û ne jî araf!…

Cîhan dinava macerayeke nû de ye û cîhan ber bi asoyek nediyar ve diçe. Şer jî ne destîniya gelan e, lê dîrok bi şeran dagirtî ye. Şeran  hem dîrok, hem civak, hem diyalektîka jiyan û xwezayê serûbinî hev dike. Di serdema avakirina dewleta Enqerê de, dîrokek çêkirî  hate amadekirin û ev dîrok jî, ji rastiya civakan dûr e, bûye siyaseta înkar û tunekirinê.

Di nava 22 salên desthilatdariya AKPê de,”ji bilî polîtîzerkirina efsunî”  û “hipnotîzekirnê”, gelo pêşketinek çêbûye? Tenê rovanşîzm, yanî tolhildana netewperestiyê afirandiye  û hejmara  firfir yusuf-lar jî zêde kiriye.  Encam jî, qirkirin e pirhêlî ye. Guhertinek jî,  di aliyê îdeolojiya fermî  d ekiriye.  Îdeolojiya kemalîst berteref kiriye, îdoelojiya tarîqatîst serdest kiriye. Her du ideolojî,  gelan inkar dikin, red dikin.

Vê jî her dem  ew kirine nava tirsê. Tirsa paşayên Îttîhat û Terakkî,  li Balkanan  bû(1908-1913), îro jî  ev tirsa wan li Kurdistanê  ye, Balkan azad bû, Kurdistan jî wê azad bibe.

Di dema avakirina dewleta Enqerê de, “gûl” ne hate dîtin, tenê stri-dirihên “gul”ê hatine dîtin. Mizansenên sed salî ji zanista kor ya “turkî” dûneket. Piştî mirina Mustafa Kemal, bi pêşengiya Îsmet Inonu, klasikên Ewropa hatin wergerandin, lê  ew kesên ku weke “kadro” hatin binavkirin, ji romantizma oryantalîst wêdetir neçûn. Piştre, bi bandora Şoreşa Rusya “Enstutiyên Gundan (Koy Enstîtulerî) hatin vekirin, Ew jî, ji ruhê kozmopolît dûr neketin. Bi gotina helbestvanê Tirk Atilla Îlhan, “her du tevger, ji“ahmeqi”yê derbas nebûn.”

Asimilasyona ahmeqî û dîlgirtinê, di serdema fermana 1915an ya Ermenî û Gelê Suryanî dest pê kir û dewam dike.  Bi teknîka arzan û programên nijadperestî, kesayetên esker û dewşirme mezin kirin. Her çiqasî, întelîjansiya  “turkî” yên wekî Atilla Ilhan, kesên ji “enstiyên gundan” sertifîqe standin, weke burjuwaziyên biçûk bi nav bikin jî, wan mirovan, hem berhemên ciddî nivîsîn, hem bûne pêşengê rêxistina mamosteyan û  sendîqeya mamosteyan  “TOS”  avakirin. Ev hewldana karmendan dinava dewletê de giring bû.

Atilla Ilhan û klîka wî, fikir û zikrê Ziya Gokalp weke mîsyona pîroz qebûl dikirin.

Di van rojên ku Gurê Pîr Bahçelî xwe dexîlî Abdullah Ocalan kir û  bi navê bloka cumhur axivî û xwe avêtin ber siya dara Tevgera Azadiya Kurd, mixabin gevek erênî navêtin. Di cih de  dest  bi lîstikên qirêj kirin. Bi kehaneta “gêzêr û dar”, agirê dojehî gur û geş kirin.. Ev siyaset jî parçeyek ji siyaseta ahtopot e… Di vê siyasetê de,  “gûl” nine, dirrih û strî hene!.. Ev refleksa karakterê antropolîk ya Ziya Gokalp e, Encam jî rewşa drametîk e. Dek û dolap, terbiyeya birçîbûnê, asimilasyon, otoasimilasyon,  şer û hwd!..

Armanca Erdogan sultanetî ye, dixwaze, bi dewletên “Turkofon” re, hêzeke hegemon ava bike. Ji bo vê jî, serî li her cûre lîstikan dide, dixwaze transmutasyon-guhertinek paşverû, ya teriqatî avabike. Rewşek ciddî û kaotîk heye; hem li pêşiya çareseriya Kurd, hem li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê asteng e. Ji bo paşerojên cîhanê jî  metirsiniyek mezin e.

Ji bo  ev astengî û metirsînî werê berterefkirin,  dive rêxistiniyek ciddî ya gel, entelektuel, demokrat, karker û keddaran, ya jinan û ciwanan pêkwerê û bi desteka  hêzên demokratîk yên cîhanê  têkoşînek  dijwar bê kirin.

Divê intelîjansiya Kurd û rojnamevanên Kurd, dîrok û siyaseta “turkî” rast bixwînin û rast binbirxîn. Hingî wê di hera lî de,   diyalektika dîrokê û şoreşgeriya demokratîk werê zemtkirin û serketin jî wê misoger bibe.