Salek din jî diçe. Lê her tişt kevn e. Çîroka ku dinyayê bi sedan sal in ji bo me nivîsandiye jî eynî çîrok e. Belengazî, bêwarî, koçberî. Dîsa tenê em bi soza biratî û xwişkîtiyê ve girêdayî man. Dîsa hinekan di dema herî girîng de em di nîvê rê de hîştin.
Di demên wiha de tim wan gotinên Nemir Qazî Mihemed tên bîra min. Leşkerên Şahê ku dîsa bi alîkariya hêzên fermandarên cîhanê rabûye halanê êrîşê wî û gelê wî dikin. Ew dibêje: “Nayê bîra we ku me çawa hûn ji nav lepên kuştinê xelas kirin, cilên xwe li we kir û hûn birin derên ku we xwest. Çawa nayê bîra we? Em tu car di rojên teng de êrîşê mirovan nakin.”
Çiqas rast û çiqas nas e ne? Ji ber ku em neviyên Zerdeşt in, em tim wiha bûne. Wiha ne. Lê yên li hemberî me?
Van wek gazinan nabêjim, lê nizanim dê kengî dinya û pergal deynê xwe yê ji bo kurdan bîne cîh! Bi rastî jî deyndar in; deyndarên mirovperwerî, xwişk û biratiya me, deyndarên alîgirî û alîkariya me. Çima deyndar in? Ji bo ku me ne wek deyndêrî û bi hesab û kîtab, lê ji ber dilsozî û mirovheziya xwe ew barê giran daye ser milê xwe. Ji bo ku em ne çeqel û keysperest in. Yanî ji bo ku qerektera me ya xwezayî ye. Û helbet ji bo ku ew ne wek me ne û di fersenda ewil de pişta xwe didin wê hevalbendî û mirovahiyê deyndar in. An na mirovhezî tim qerektera kurdan bûye, ne minet ne stûxwarî, qerekter… Lê dema ku yên li hember tenê di demên teng de bi mirov re bin û dema ku derketin firehiyê jî, bêbextiya mezin dîsa li mirov bikin, rewş diguhere. Ji ber ku ji bo edalet pêk were jî divê mirov qenciyê tenê li yên layiq bike.
Lê dema wilo nebe hem di çîrokên şexsî hem jî yên gelemperî de ew rewşa hêja dikeve ber destan, rastê liyaqatê na, lê rastê sûîstîmalê tê. Loma jî ne ax û wax ne jî poşmanî, lê dersên mezin lazim in. Ji ber ku diyar e em dersên xwe baş naxebitin paşê jî dibêjin, dîrok xwe dubare dike. Xerabî jixwe xwe tim dubare dike, lê başiya ne liyaqê xerabiyê… Em çima xwe dubare dikin?
Bi rastî serdest berê fîlman dikişînin (wek yê coronayê jî) dû re tînin serê mirov! Êdî fîlm jî ne fîlm in! Rastiyên rûreş in. Mînak, bilindbûn û serdestbûna HTŞê ne wek wan fîlmên tirsê ye? Mixabin rastî ye, xwezî fîlm bûya û piştî ku mirov ekranê girt, tune bûbûya! Çîroka serokê wî yê ku her kes dixwaze li dor wî bibe perwane jî jixwe nîşan dide her tiştî. Lê mixabin nikare tune jî bê hesibandin, ji ber ku hevsengiya herêmê guhertin.
Carna mirov dipirse, çawa me hay jê çênebû, çima em amade nebûn? Em li ser kîjan guhî razayî bûn? Ji ber ku ji bo mirov tim hazir û çend gav li pêşiya xerabiyê be divê mêjî û ruh ji sedî sed şiyar be. Bes hingê dikare şoq bike.
Mixabin ji bilî fedakarî û qehremaniyê, şoqkeriya me kurdan zêde nîn e. Jixwe mesele ew e ku tiştê di xewna xwe de jî nedîtibin bînî pêşiya wan. Colaniyê nebixêr û artêşa xwe ev yek kirin mesela! Kariyan bikin mixabin. Esad di qesra xwe de xewn didîtin herhal û qe nebe Şam û Lazkiyê wek warê wî yê tapûkirî dihat dîtin. Bes divê êdî yên baş û mirovperwer, wiha bi lez û bez û serkeftî bin û bêyî berdêlên giran sehneyê biguherînin, ne wisa?
“Kûpên Birînê
Xwe bi bayên dijwar kedî kirin
Bi tîrêjên çavên xwe, xezalan
Gotin qey xezîne dîtine
Lê tije girîn û birîn bûn
Kûpên ku hatibûn dîtin
Li mexzenan dîn dibû kurdîtî”
Min di berhema xwe ya bi navê ‘Dilavî’yê de wiha gotiye. Sal:2010, Belam hê jî rast dibêje ev helbest. Xwezî min karibûya bigota: “Na helbestê na, tu şaş î êdî. Bi ala xwe ya ‘li ser banê gerdûnê’ geş û şeng e kurdîtî. Ku dînbûyînek hebe jî ji kêfxweşiyê ye êdî!
Hêvîdar im ku em ê di nêzik de bikaribin wiha bibêjin, divê bikaribin!
Û bila ev riste jî ji bo yekîtiya me bin:
Me jana birînên hev kişand
Ne bi şaşîtî bi zanetî