Fîlmê muzîkal ê bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jinan a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat hatiye çêkirin.
Fîlm ku dirêjahiya wê 20 deqe ye, balê dikişîne ser berxwedana jinan.
Stranên Keziya Sor duh li 4 navendên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşandan. Fîlm bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat pêşandan.