7 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Fetî Yildiz: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ê di şandeya Komîsyona Meclisê de cih girt, ji bo pêvajoyê got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin." 

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ê ku di Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xweşk û Biratî û Demokrasiyê de cih girt, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal Xê daxuyaniye parve kir.

Fetî Yildiz di parvekirina xwe de diyar kir ku dînamîzma civakî, kapasîteya dewletê, bandora herêmî û daneheviya dîrokî ya Tirkiyeyê çavkaniyeke mezin û pîroz e û got ku hêzên emperyalist nikarin hilberîna çareseriyê ya ji bo pirsgirêkan a aqilê dewletê asteng bikin. 

Herwiha Fetî Yildiz di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku divê li ser pêvajoyê gotegot neyên kirin û got: “Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin.”