Li Amedê sala 2011’an bi pêşengiya Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn, mihrîcana belgefilman a “FilmAmed” heta lidarxistin. Li Kurdistanê mihrîcaneke bi vî awayî ya ku tenê belgefilman nîşan dide, tune ye. Lewma ev mihrîcan mihrîcaneke pir bi qedr û qîmet e. Festîval heta sala 2019’an jî bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve çû, lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê hatin kirin, weke gelek mihrîcanên din ev mihrîcan jî hat betalkirin.
Li gorî nûçeya Ardîn Dîren a di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de; Mihrîcana “FilmAmed” piştî navbera çend salan, îsal bi pêşengiya Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navînû hin saziyên sivîl ji nû ve tê lidarxistin. Mihrîcan dê belgefilmên piştî sala 2020’an hatine çêkirin, qebûl bike û di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de pêk were. Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman dê cara 8’an were lidarxistin.
‘Em ne bi şaredariyên dagirkirî re ne’
Sînemavan Metîn Ewr yek ji endamên Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn e. Wî mihrîcan nirxand. Wî sedema betalbûna mihrîcanê û guherîna rewşa siyasî ya li Kurdistanê bi vî awayî şirove kir: “Guherîna atmosfera siyasî bûbû sedem ku dest daynin ser îradeya gel û şaredariyan. Me berê mihrîcana xwe bi hevkariya şaredariyên xwe re çêdikir. Lê piştî dest danîn ser şaredariyan, em bi wan re mihrîcanan çênakin. Ji ber ku mihrîcanên ew çêdikin ne ji bo civakê ji bo xirabkirina civakê, çandê û huner in. Ji ber wê, Mihrîcana FilmAmed ya Belgefilman a 7’an ne bi şaredariyên dagirkirî re, me bi sazî û dezgehên sivîl re çêkir. Piştî mihrîcana 7’an ji ber rewşa aborî, pandemî û ji ber zextên li ser sazî, dezgeh û civakê me navber da mihrîcanê. Ji ber ku di vê pêvajoyê de afirandin û çêkirina film û her wiha belgefilman jî zehmet bû.”
Rengê neteweyên cuda
Metîn Ewr da zanîn ku Amed bajarekî qedîm ê Kurdistanê ye û ew bi nasnameya xwe ya berxwedêr tê nasîn û bi awayekî xwezayî wekî paytexta Kurdistanê di dilê her Kurdî de cih girtiye. Ewr talan û dagirkirin bi bîr xist û got: “Ev dike ku rengê xwe yê berxwedêr bide mihrîcanê jî. Li hêla din jî li Amedê gelek netewe jiyane û dijîn. Ev jî ji hêla çandê û ziman ve dewlemendiyekê diyar dike. Ev jî dike ku mihrîcan bi pirr dengan û pirr rengan be. Dema em li mihrîcanên din dinihêrin em deng û rengekî cuda nabînin. Ji ber ku Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman, him neteweyî û him jî navneteweyî ye, her civak ango her gel rengê xwe bi rehetî tê de dibîne. Di mihrîcanên heta niha de me ev yek dît. Wexta em li rewşa welêt û atmosfera giştî dinihêrin bi rastî jî tê xuyakirin civak û xweza bi her awayî bê nefes hiştine. Hemû rêyên ragihandinê hatine girtin û her der tê talankirin û dagirkirin”
‘Hizir û bîra temaşevan e jî’
Ewr ji bo rola hunerî û girîngiya Mihrîcana FilmAmedê jî wiha axivî: “Di vir de rola hunerî girîng e, huner dibe ziman, çav û bîra jiyanê. FilmAmed bi belgefilman hafizeyê nade jibîrkirin û hewl dide temaşevan jî li ser bîra ku serdestan tine kiriye yan jî tine dikin, bifikirin. Yanî, ev mihrîcan hizr û bîra temaşevan e jî. Li Kurdistanê kêm mihrîcanên bi vî rengî hene. Dema em li mihrîcanên di nava pergala heyî de dinihêrin, em deng û rengên cuda nabînin. Hemû yekreng in. Ji ber ku bi taybetî belgefilmên pirsgirêkên civakî tînin ziman û radixin ber çavan, yên hişmendiyekê diyar dikin, nihêrînek cuda, azadiya cinsî, têkoşîna jinê, mafên hindikahiyan, zarok, penaber û xwezayê dixin navenda berhemên xwe yan tên sansurkirin yan jî cih nadin wan. Ev rewş girîngiya FilmAmedê hem ji bo sînemaya Kurd û hem jî ji bo xelkê Amedê derdixe holê. Berî demekê, şanoger û muzisyenên vî bajarî jî hatin binçavkirin. Bi taybetî dixwazin vê çandê ji holê rakin. Dagirker dixwazin bi çalakî û mihrîcanên xwe yên sexte çandeke li gora xwe ava bikin. Lewma îro, ev mihrîcan bi serê xwe ne tenê mihrîcanek e, her wiha ew warekî berxwedanê ye jî.”
‘Palpişta çêkerên belgefilman’
Metîn Ewr da zanîn ku FilmAmed ji bo çêkerên belgefilman palpiştek e û derhênerên belgefilman dikarin pişta xwe bi vê mihrîcanê qewîtir bikin, nexasim jî belgefilmsazên Kurd. Ewr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo sînemaya Kurdî jî helbet wê bandoreke erênî ya mihrîcanê hebe. Belgefilm di sînemayê de forma herî zêde nêzî rastiyan e, warekî girîng e. Lê bi rastî girîngiya ku heq dike nabîne, wek karekî cidî yê sînemayê nayê dîtin. Bi vê mihrîcanê em dixwazin pişta derhenêrên belgefilman bigirin. Û her wiha ji bo ku xebatên wan derhenêran bên dîtin jî ev festîval girîng e. Û di demeke wiha de ku êrişeke berfireh li ser çandê, bîra civakê heye hem belgefilm ji bo parastina bîra mîrov pêdiviyek e hem jî çalakiyên wek vê mihrîcanê.”
Li dijî sansûr û qeyûman
Mihrîcana FilmAmed ya Belgefilman di daxuyaniyek ku belav kiriye de jî wiha dibêje: “Weke ku em hemû pê dizanin, rastiyek heye ku mihrîcanên sereke belgefilman, bi taybetî jî yên ku pirsgirêkên civakî ji xwe re dikin mijar, dinirxînin, derdixin pêş, hestiyarî û baldariyekê li hemberî wan pirsgirêkan diafirînin ji nedîtî ve tên û wan nagirin nava bernameya xwe. Di vê çarçoveyê de, di serî de belgefilmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin û nikarin li cihekî din werin nîşandan dê li mihrîcana FilmAmed’ê werin nîşandan. Em dixwazin bi saya mihrîcanê bingehe nîqaş, nirxandin û parvekerina belgefilman xurttir bikin.”
Miracaet 31’ê tîrmehê bi dawî dibin. Belgefilmsaz dikarin bi rêya lînka jêr miracaetên xwe bikin û formê dagirin:
Akademiya sînemayê ya Rojhilata Navîn
Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) sala 2012’an li Amedê hate avakirin. Komele bi armanca piştgirî û piştevaniya hunermend û hunerhezên sînema, hunerê vîdeo û her cûre hunerê bi dîmenên bi tevger hat damezradnin. Ji bo destekê bide afirandina projeyên çandî û hunerî yan jî hunermendên bi van mijaran re mijûl in û ji bo ev berhemên hunerî bigihîjin civakê, ev komele hatiye avakirin. OSAD di xebatên xwe yên hunerî û çandî de têkoşîna veguherîna civakî esas digire; weke kolektîfa sînemayê bi awayê ku ji bo gelan, baweriyan, nasnameyan û çandan hemûyan bi edalet be û ji bo hemûyan doza azadiya civakî bike, tevdigere.
Metîn Ewr wiha behsa kolektîfê dike: “Em di kar û barên xwe yên sînemayê de, pêvajoyeke hevpar û piştgir û di filmên xwe de, helwêsteke di warê azadiya jinê û ekolojiyê de rizgarker esas digirin. Em di filmên xwe de hewl didin bi perspektîfeke pirralî zarok, jin û penaberan û nasname û baweriyên tên çewisandin berbiçav bikin û têkoşîna wan a ji bo hebûnê û pirsgirêkên wan bidin der. Em filmên xwe yên sînemayê, li dijî îndustriyalîzebûna hunerê sînemayê û li dijî yekdestdariya hilberînên sînemayê ku bes di destê hin derdoran de ye, hildiberînin. Li gel vê, em hewl didin ku filmên xwe bigihînin derdoreke berfireh. Em bi parvekirin û nîqaşkirina hilberînên xwe armanc dikin ku xwe bigihînin a herî baş û vê yekê wekî rêgeza sereke ya xebatên xwe yên sînemayê esas digirin.”
Kolektîf wekî din daniye ber xwe ku bi rêya kargeh û kursan sînemavanên ciwan bê pere, perwerde bike sînemayê ya bê pere; bi rêya organîzekirina komxebat, festîvalên sînemayê, rojên filman, nîşandanên taybet yê filman piştevaniya bipêşxistina hunerê sînemayê dike û dixwaze belgefilman bigihîne girseyên fireh yê civakê. Jixwe peyamên wê yên sereke jî “Li her derê ji bo herkesî sînema” û “em bi hevgirtinê hilberînin, bi hilberînê hevbigirin.”