12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê dike

32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku merasîma çandî ya herî mezin a Kurdan a li Ewropayê ye, îsal bi şîara “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hate organîzekirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan jı gelek welatên Ewropayê ji saetên serê sibehê û şûnde, herikîn Parka Rebstock a Frankfurt.

Ji saetên destpêkê û şûnde, beşdarvanên ku di kabîneyên ewlehiyê re derbas bûne li qadê bi dahol û zirneyan govend gerandin. Li qadê ji xeynî stranên dengbêjiyê, bi merasîmên cuda coşeke mezin heye.

Gelê ku li qadê flamayên YPG, YPJ û PKK’ê hildigirin, li benda vebûna bernameyê ne û serdana standên ku hatine danîn, dike. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji sala 1992’yan û vir ve tê lidarxistin.