Çand eynika civakê ye. Helbet her çand zindî ye û ji guherîn û pêşketinan re derî vekiriye. Lê ev guherandin bi dînamîkên navxweyî nebe em jê re dibêjin bişaftin. Ger ev bişaftinek pergalî be, êdî ev dibe qirkirina çandî. Li bakur, kurd di dorpêça bişaftin û qirkirina çandî de ye. Ev dorpêça 100 salane bi saya tekoşîna gelê kurd hîn negihaştiye armanca xwe. Lê talûke hîn heye. Qirkirin li ber derî ye. Ji ber wê jî divê tekoşîn mezintir be û erîşên qirkirina çandî bê şikandin.
Heya vir pirsgirêk tune. Her kurdê ku xwedî xema çanda kurdî ye wiha difikire; wê çaxê problem çi ye? Pirsgirêka mezin ew e ku ev rewşa zelal tê şolîkirin. Erîşên nerm ên mêtingeran (huner, çapemenî, perwerdehî, ol ) wek erîş nayê hesibandin û tê normalîzekirin. Ev erîşên net, bi hevokên “ma festîval e, çi bû ye”, “ma çi eleqa bi dewletê, milet ji xwe re diçe konserê”, “hema ma kurd bila kêf neke” tê flûkirin. Ji alîyekî din helbet her gel xwedî maf e ku şahîyên xwe jî; şîn û êşên xwe jî li gorî çanda xwe bijî. Lê tu çanda civakekê dorpêç bikî û bêjî “ha ji te re divê wiha şahiyên xwe wiha bikî” û festîvalekî wek kirasê dîna li kurdan bikî, aha li wir êdî rûmet dikeve dewrê. Kurd jî bi qasî her miletî xwedî rûmet in. Miletek din an jî hêzên mêtinger nikare awayê şahîya kurdan diyar bike. Ev êdî dibe êrîşa bêrûmetkirinê. Mirov ji zindiyên din bi rûmeta xwe vediqete. Tenê di vê salê de konser û stran û şanoyên kurdî ku hatine qedexekirin binêrin. Werhasil rewş ne asayî ye loma tiştên wiha jî ne ji rêzê ne.
Min berê jî gotibû, ev der Kurdistan e, ferhenga vî welatî, li ferhengên dinyayê nayê. Ger mêtinger di nav de be; tu dibêjî huner, qirkirin ji binî derdikeve. Tu dibêjî polîtîka, hevkariya mêtingeriyê derdikeve. Tu dibêjî ew jî ziman e, tişt nabe, bêguman jehr e li ser lêvên te.
Helbet ez behsa festîvalên ku bi destê dewletê tê organîzekirin dikim. Hêzên mêtinger bi taybetî ev heft salên dawî û piştî dagirkirina şaredariyan hewl didin bi rêyên ol, perwerdehî û hunerê îmaja xwe ya dagirker sererast bikin û li ber dilê gelê kurd xwe şêrîn bikin. Helber ser nakeve û şêrîn nabe. Jibo vê ya her rêyê diceribîne. Bi taybetî cîhên wek Sûr û Cizîrê belheq hilnabijêrin. Piştî qetlîam û xerakirina bajaran îmajek nû ji mêtingeriyê re lazim e. Hunermendên kurd ku heya ciyekî qîmeta wan li ber gelê kurd heye jî dibin perçeyekî vê rezaleta şerê taybet. Bizanibin bi çûyîna hunermendên kurd ev festîvalên mêtingeran li ber çavên me şêrîn nabin lê hûn hunermendên kurdên ku berê xwe dan dika dewletê li ber çavên me reş dibin.
Kurdên ku ji wan hunermendan hez dikin dema diçin festîvaleke hêzên mêtinger, bê haya xwe pergala mêtingeriyê rewa dikin. Mêtingerî bi xwîn û leke ye. Tê de her cure qetlîam, kuştin, talan tecawuz, şewitandina daristanan, valakirina gundan û koçberkirina bi milyonan heye. Her kurdê xwedî bi rûmet divê xwe ji vê lekeyê biparêze. Ji ber ku ev pêvajo hîn berdewam e. Va Cûdî, va Dêrsim, hîn daran dibirin û hîn jî dişewitînin. Ve Dayika Emîne Şenyaşar, ma em ê qet ders ji têkoşîna wê dernexin. Ma hîn hefteyek derbas nebû, bi 11 guleyan Nagîhanê kuştin! Tu hunermendê kurd tu yê bibî lepik jibo destên kujer? Nebe! Tu yê bi stranên xwe destên bi xwîn pak bikî. Neke! Tu yê îmaja dewletê teze bikî ku em tiştên baş jî li ser mêtingeran bifikirin. Nabire, ev aqil nabire. Ma tu hunermendek kurd bî û li Cizîrê û li ser dika dewletê tu yê çawa li çavên ciwanan binêrî û stranên evînê bibêjî ! Ma ne Mem kurd û Zîn Kurdistan bû ! Mixabin ger wiha be rola Bekoyê Ewan dimîne ji hunermendên ku li ser dika mêtingeran in û stranên wan ji evînê re çêr in û tiştekê din îfade nake.