Îsal 9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî” di navbera 26-30ê Îlonê de pêk tê. Festîvala îsal bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma û 771 fîlman û 44 projeyan serlêdan kir. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin û 5 fîlm jî ji bo pêşandanê hatin bijartin. Festîvala FîlmAmedê, bi van belgefîlman, armanc dike ku mijarên civakî, çandî û çîrokên mirovî ronî bike û her wiha ji çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê re bibe alîkar. Di heman demê de bi rêya BelgeFîlman, çîrokên cuda û rastiyên jiyanî civaka sînemahez û temaşevanan bîne gel hev. Yek ji endama Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn û Komîteya Amadekar a 9. Festîvala Belgefîlma FîlmAmedê Rohilat Aksoy li ser festîvalê û serlêdanên fîlman axivî.
Rojhilat Aksoy diyar kir ku ew wekî komele bi her awayî xebatên xwe didomîn û wiha got: “Komeleya me di çarçoveya sinemaya kurdî de ji bo parastin û pêşxistina çand û hunera kurdî xebatên xwe dimeşîne. Niha jî em 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedê pêk tînin. Eleqeyeke mezin hebû. A rast me dixwest hemû fîlman bi gelê xwe ra parve bikin. Lê ne pêkan bû. 771 yek belgefîlman serî lê da. Ji bo me gelek dijwar bû ku ji wana em bijarteyekî diyar bikin. Bi pêşjûriyekî me hemû film temaşe kirin û 24 belgefîlm me diyar kir. Ev ji ber derfet û kêmbûna eywanên sînemayan wiha bû. Yan na hemû belgefîlm bi kedeke mezin hatibûn çêkirin û hêjayî parvekirinê bû.”
Temaya fîlmên festîvalê
Li ser neveroka fîlman, mijar û temaya wan Rojhilat Aksoy ev tişt anî ziman: “Wekî hûn jî dizanin temaya festîvala me “Reh” bû. Ji ber ku li Kurdistanê ev sed sal in erişek li ser kok û bîra me heye. Belgefîlm bi xwe cureyeke parastina kok û bîrê ye. Tekoşina ku li Kurdistanê ji mirov dema bifikire ji xwe kêmzêde mijarên fîlmên me der dikevin holê. Ji çar aliyên Kurdistanê ji Ewropayê û metrepolên Tirkiyeyê belgefîlm hene. Dîsa mijarên azadiya jinê, penaberî, avakirina jiyana azad, erişa li ser gelê Filîstînê mijarên sereke bûn. Çirokên takekesî yên balkêş jî hene.”
Bi berdewamî Rohilat Aksoy destnîşan kir ku ji xeynî wan îsal bi çar temayan dê xelat bê dayîn û ev temayan wiha bi rêz kir:
“Temaya 1emîn: Wekheviya Civakî Mafê Mirovan (Xelata Dad û Heqîqetê ya Orhan Dogan).
Temaya 2yemîn: Ji Siyê ber Bi Ronahiyê Ve: Rêwîtiya Jinan (Xelata Azadiyê Ya Leyla Qasim).
Temaya 3yemîn: Xwezaparêzî; Ji Rehan Ber Bi Siberojê ve (Xelata Baxceyên Hewselê).
Temaya 4emîn: Jûriya Gel ( Xelata Gel A Kemal Kurkut)”
‘Festîvala gel e’
Yek ji armancên vê mîhrîcanê jî ew e ku xwe bigihîne girseyan û her kes dikaribe temaşe bike. Di vî warî de jî Rojhilat Aksoy ev tişt anî ziman: “A rast armanca me ya sereke ev e. Em vê xebatê ji bo gele xwe dikin. Niha beriya 2016an festîvala me û şopînerên festivalê têkiliyek zevt kiribû û bi girseyî derbas dibû. Piştî eriş û girtina saziyan, rejîma qayyuman bandoreke neyînî li ser vê têkiliyê jî kir. Lê hêviya me ev di demeke nêz de çareser bibe. Ji bo em bigihên vê armancê em tenê li yek cîhî film nîşan nadin. Li bajêr ji bo hêsan be li gelek cihan em ê fîlmên xwe nîşan bidin. Dê li Baxlarê (Rezan), û Peyasê du eywan, li ÇandAmedê jî fîlm bên nişandan. Bi rêwa we em careke din gelê xwe vedixwînin festivala FilmAmedê ku ya gel e û mijar mijarên gel in.”
Piştgirî dayîna ji bo fîlman
Bêguman gelek derhêner hene ku dixwazin filmên balkêş bikişînin lê mixabin ji ber şert û mercên aborî nikarin. Hin ji wan derhênerên ku ji projeyên xwe bawer û bi biryar li ser dixebitin jî hene û bi fîlmên ku kişandine beşdarî festîvalan dibin. Di vê festîvalê de bi navê Fona FîlmAmedê piştgiriyek ji fîlman re tê tayin. Li ser piştgiriya ku didin derhêneran û jî Rojhilat Aksoy ev tişt anî ziman: “Em di her festîvala xwe da ji bo pêşxistina sinemaya kurdî piştgirîyê didin projeyên fîlman. Em îsal piştgiriyê didin sê projeyên belgefîlman. Bi navê Fona FîlmAmedê ji bo projeya yekemîn piştgirîyên çêkirinê 300 hezar, ji bo projeya duyemîn piştgiriya postproduksiyonê 250 hezar û ji bo projeya sêyemîn piştgiriya alav û amûrên teknîkî bên dayîn. Em hêvî dikin bi van piştgiriyan belgefîlmên baş derkevin.”
‘Li me hemûyan bandor kiribû’
Li ser pirsa me ya “Bi salan e ku tu di xebatên sînemayê de cih digirî û di hemû xebatên festîvalan de jî te cih girt. Heke tu bidî ber hev û qiyasekê bikî herî zêde kîjan mîhrîcan bi dilê we û temaşevanan bû?” jî Rojhilat Aksoy ev tişt anî ziman: “A rast ez qet li ser nefikîbûm lê niha dema li ser difikirim hemû xebatên me taybetiyên xwe hene lê Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ya li Êlihê taybet bû ji bo min. Di 2015an da bi dirûşmeya “Şengal Şemala Cihanê ye” hatibû çêkirin. Di kampên Şengaliyan da ji bo zarokan fîlm hatibûn nîşandan. Li wir sînemagerên kurd û rastiya kurdbûnê hatin gel hev. Vê bi xwe bandorek li ser me kiribû ku hêj berdewam e bandora wê. Ji xeynî wê mêvanekî taybet hatibû wê festivalê. Ji Îngilistanê hatibû. Juriya me bû. Nasîna me bi Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ra li wê festîvalê çêbû. Tekilî danîna wî, sekna wî ya dilizim li me hemûyan bandor kiribû. Ew jî di 26ê Îlona 2017an de li Reqqeya şehîd bû. Em di salvegera şehadeta wî, wî bi rêzdarî bibîr tînin û emê ti carî wî jibîr nekin.”