23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Feryada azadiyê û qêrîna dengbêjiyê 

Mehdî Tanrikûlû

Huner; berxwedana berenîşandêr a li hember hemû neyêniyên civakî û êrîşan diyar dike ye, hunermend; pêşengê pêşbîne û beriya hemû kesan helwesta xwe ya fiîlî bi rêya hunerê diyar dike. 

Qêrîna kurdan a azadiya hunerî hawara dengbêjiyê ye. Dengbêjî; qêrîneke feryadeke ku ji aliyê civaka kurdan ve wek şêweyê muzîka civakî hatiye honandin û tê îcrakirin. Naveroka vegotina kilaman, bêhtir qêrîneke feryadeke ango xemgîniya wê li pêş e. Lewre şêweya muzîka dengbêjiyê beşên şêweya jiyana civakî ya kurdî honandiye, eş û kul û trajedî û hêsrên civakê ku di dîroka civaka kurd de bandora wan her serdest bûye. yeko yeko nuqutandiye hestên kilaman û bi dengê dengbêjan dengbêjiyê wisa bipêş xistiye. Di kilaman de em rastî lûtkeya tundiya hestiyar a evînê, êş û trajediya kurdî tên. Di evîna kurdan de, em gelek caran rastî dilsoziya jinê ya ji bo evînê, lehengiya wê û xemgîniya trajediya wê tên. Salih û Nûrê, Senem Hanim, di kategoriye de tevna hestyarî ya ku lehengî, camêrî û qehremaniya kurdan a li hember bêhevsengiya hêza dijwar û êrîşkar a biyanî ya tirsnak, li dijî xwefiroşî û xiyanetê. Bi taybetî Dewrêşê Evdî, Kekê Xiyasedîn, Şêxê Min û hwd, ew çend mînakên kilaman in ku nêrîna felsefî ya kesayeta rêgeza jiyana kurd û çawaniya jiyanê diyar dike dihewîne. Ji ber ku di vegotina her yek ji van awaz û kilamên civakî yên epîk de, çîrokên balkêş hene ku behsa tedbîrên berbiçav ên nirxên civakî, lehengî, fedekarî û xiyanetê dikin. Bi şêweyê muzîka hunerî ya kurdî, bi honandina hunerî ya azadiya kurdan ku şîn û şahiyên xwe, destan û trajediyên xwe, lehengiyên xwe bi rêya şêweya muzîka xwe bi meqam û awaz nexşandiye û nemir kiriye dengbêjî ye.

Huner; berxwedana berenîşandêr a li hember hemû neyêniyên civakî û êrîşan diyar dike ye, hunermend; pêşengê pêşbîne û beriya hemû kesan helwesta xwe ya fiîlî bi rêya hunerê diyar dike. Digel ku asta bilind a hişmendiyê vedihewîne, bi taybetmendiyên berxwedana hunerî, rê nîşanî civakê dide, di karakterê îdola civakî de bi pêş dikeve. Di jiyana civakî ya kurdan de, di nêzîktêdayîna pirsgirêkên derdikevin de em, di afirîneriya hunerî û sekana dengbêjan defelsefeya azadiyê û berxwedana wê dibînin. Dengbej; Beriya her tiştî yê ku zimanê xwe yê zikmakî li hember bandorên asîmîlasyonê yên ku civaka kurd dirizîne diparêze û pêş dixe û li ser vê bingehê hunera xwe dimeşîne, li dijî hemû bandorên asîmîlasyonê têdikoşe û li dijî van ferzkirinan disekine.

Li ser vê rastiyê, dema honandina hunerî ya pirsgirêkên civaka kurd pêk tîne, di hal û rewşa herî dezavantaj de û dijwartirîn jîngeha bêmimkûniyê de bêçare namîne. Nêrîn û ramana xwe xurtir dike, dubare dike û pisgirêkên civaka xwe, di nîvengên herî xeternak de bi hunera xwe tîne ziman û dide bihîstin. Her wiha, şert û mercên tirsnaktirîn ên jiyana civaka kurd ku di nava asîmîlasyon û qedexeyan de hatiye dorpêçkirin, rasterast di kilamên degbêjan de rengvedana xwe ya hunerî dibîne. Şert û mercên jiyana civakî ya kurdan di nêrîna cîhanê ya dengbêjan de dadiwerive û di wijdanê mirovan de berbiçav dibe û wek kilamên civaka kurdan di deryaya hestan de wek hunera kurdan, bi guregur, bi qîrîn û feryad diherike ber bi bêdawiyê ve.

Wisa bi qîreqîrekê feryad dike ku, bêdawî tê xuyakirin her xwendina kilamekî û bi vî rengî mirov di nava ava zelaltirîn a deryayê de dibe û tîne. Mirov di deryaya hestan de dike rêwiyek, dîmenên bêhempa û balkêş vedibêjin kilam, di hestên mirovan de tiştên ku qet nehatine jiyîn dide hisandin di her guhdarîkirina awaza kilaman de. Wek rêzeçiyayên erdnîgariya kurdan, qêrînek dûvedirêj e xwendina kilaman. Xwendina kilaman a bi qêrîna dûredirêj, erdnîgariya ku lê tê jiyîn û hestên mirovan bi hev ve dikelijîne, erdnîgariya heyî û kesayeta kesên wê erdnîgariyê berbiçav dike. kilamên dengbêjiyê taybetmendiyên wê kesayetê raber dike. Lewre, her erdnîgariyek şêweyê xweser a muzîka wê jî heye û kesayeta wê erdnîgariyê jî di nava xwe de dihewîne, hestên wê bipergal dike. Ji ber vê yeke muzîk û taybetmendiyên kesayeta kesên wê erdnîgariyê hev temam dikin, hev xwedî dikin û hev zelal dikin.

Di stranên evînê yên nemir ên weke Heso û Nazê, Keja Mîrê Palo, Sînem, Elî Seyrê de em di civaka Kurd de dilsoziya jinan a ji bo evînê û israra jiyana azad di civaka Kurd de dibînin.Vîna evînê ya di jiyana jina Kurd de tê jiyandin, mêrê civaka Kurd jî motife dike, di raberkirina lehengî û mêrxasiyê de dibe moralê serkeftinê. Heke ev rasteqînî neyê dîtin, ew ê analîza civakî û hunerî ya Kurdan kêm bimîne. Nûjenbûna ku di hişmendiya Kurdan de tê jiyîn, li ser bingeha rasteqîniya civakî û bi nêzîktêdayinekî zanistî pêkanîna dahûrandina civakî gihîştiye felsefeyek modern, hunera xwe gurr kiriye, ev asta gihîştiyê sazîbûnek hemûgir pêwîst dike. Xwedîderketin û parastin û bipêşxistina nirxên xwe yên gelêrî, kivşe ye ku sazûmanîbûnê ferz dike. Ji bo jiholêrakirina gazin û jana dile Dengbêj Şakiro a dilşewat: “Kurd bi têra xwe li nirxên xwe xwedî dernakevin!” parastina nirxên xwe yên ku hema bêje êşa hemû dengbêjan e, têgihîştina xwedîderketinê, pêwîstiya sazîbûna pîşeyî, profesyonel ya di vî warî de bi perspektîfa parastina xwe tê dîtin. Ev êş rastiyek e ku ji serdema Evdalê Zeynê ve bi şêweyên curbecur heye û heta niha jî civaka kurd nekariye bi têra xwe çareser bike.

Ew ê nirxên kurdan ên civakî-hunerî zindî bihêle û biparêze, perwerdeya pêwîst a di vî warî de pêk bîne, bi danasîna navneteweyî wek dîwana dengbêjan, konferansên zanistî û hwd. sazîbûnên bi rengê weqfên çandî ku hevgirtinên di nava çandên cuda de destek bike û di nava gelan de ew ê bandorên pozîtîf xurt bike. Wek qîrînên di kilamên dengbêjan de, ji bo li nirxên çandî yên civaka kurd xwedî derkeve, ji bo berhemdariya çandî biparêze û bi pêş bixîne ji bo sazîbûnê jî divê mirov bibe; “feryad!”