Di salên destpêkê yên Komarê de Serokê Serhildana Dersimê Seyît Riza û komek hevalên xwe bi angaşta ku serî li ber Komar rakirine, di 15’ê Mijdara 1937’an de, bi fermana rayedarên komarê yên wextê bi biryara “daraza tirk” hatin darvekirin. Her wiha di pêvajoya Serhildana Dersimê de leşkerên tirk li Dersimê hovîtiyeke mezin pêk anîn, jin û zarok jî di nav de bi deh hezaran elewî di qirkirinê re derbas kirin. Edîtorê serwîsa me ya kirmanckî Dr. Îsmet Konak darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî nirxand.
Îsmet Konak, diyar ku dewleta tirk di 15’ê Mijdara 1937’an de li Dêrsimê 7 seyîdên wan kuştiye û wiha got: “Seyîd Riza, Reşît Huseyîn, Useyê Seyîdî, Findiq Axa, Eliyê Mîrzeyê Silî, Hesenê Îbrahîmî û Hesen Axa hatin darvekirin. Pergal bi mêjiyê dewletbûnê li Dêrsimê bi kurdan re ketibû nava hesabpirsînê. Dewleta neteweyî bi polîtîkayên xwe yên tenkil û tehdîtê xwe li ser piyan dihêle. Ev tişt di sedsala 20’emîn de bi komkujiya Dêrsimê re ne bi sînor e. Mixabin van komkujiya heta roja me ya îro jî didomin. Dewleta tirk weke makîneya hêrandinê ye û hemû rengên cuda di hev de dihêre. Armanca wan tunekirina hebûn, nasname, ziman û çanda gelê kurd e.”
Kesên biryar dane
Di axaftina xwe de Konak, li ser kesên ku biryara komkujiyê dane rawestiya û der barê mijarê de ev tişt got: “Hewce ye em li kujerên ku biryara vê komkujiya dane binêrin. Berpirsyarê mezin Mistefa Kemal e. Piştî wî jî keça wî ya manewî Sabîha Gokçen, Îsmet Înonu, Celal Bayar, Fevzî Çakmak, Şukru Kaya, Kazim Orbay, Abdullah Alpdogan in. Diviya bû ku van hemû kesan bihatina darizandin. Lê ev tişt bi cih nehat. Em îro lê dinêrin Mistafa Kemal di çavên hin girseyan de bûye weke pîrozbahiyek û peykerên wî hatine çêkirin. Ev tişt mînaka dewleta neteweperest dide berçavan”
Ferqa Bexdadî û Mistefa Kemal!
Konak, bi bîr xist ku li Dersimê çi pêk hatibe di sala 2014’an de li dijî êzidiyan jî heman tişt pêk hatiye û ev nirxandin kir: “Di navbera Bexdadî û Mistefa Kemal de tu cudahî nîne. Komkujiya ku di sala 2014’an de DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî dişibe Komkujiya Dersimê. Wê demê 5 hezar kes kuştin û bi hezaran jin birin di bazaran de weke kole firotin. Wê demê Ebû Bekîr El Bexdadî serfermandarê çeteyên DAIŞ’ê bû. Di sala 1937-1938’an de jî Mistefa Kemal hebû. Di navbera herduyan de bi qasî serê derziyê cudahî ji hev tuneye.”
Telgrafa li xwe mikûrhatinê
Di berdewamiya axaftina xwe de Konak bal kişand ser telgrafên Kazim Orbay ku li gundê wan bixwe komkujî pêk aniye û wiha qala telgrafên mijara gotinê kir: “Di wan telgrafan de navê gundên Xozatê hene yek jê gundê me yê Axzûnîkê ye. Li wî gundî komkujiyên gelek mezin pêk hatine. Kazim Orbay der barê gund de di 18’ê tebaxa 1938’an de ji Celal Bayar re telgrafek dişîne dibêje, ‘Me di 17’ê tebaxê de li gundê Axzûnîkê komkujiyek mezin pêk aniye’. Ji xeynî komkujiyê dibêje, ‘me hovan, eşqiyayan kuşt’. Bi giştî di gund de 170 kes hatine kuştin. Ji wan kesên ku hatine kuştin 60 jê zarok in, 70 jê jî jin in. Di vê komkujiyê de malbata dayika min jî xesarek mezin dibîne. Di gund de pîra dayika min Garê jî tê qetilkirin. Ji Garê re gotine ‘were em ber bi daristanê ve birevin’ lê wê guh nedaye kesî û hêviya exlaq ji dijmin kiriye. Lê di encamê de tê qetilkirin.”
Sobeya agir
Di dawiya axaftina xwe de Konak, li ser hovîtiya dewleta tirk rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Meta dayika min Gulîzar jî li gundê Segedekê tevî zarokên xwe tê kuştin. Dayika min navê xwe ji meta xwe digire. Ev wehşet li gelek deveran pêk hatiye. Em dikarin bibêjin dîroka dewleta tirk bi komkujiyan hatiye avakirin. Dewleta tirk weke sobeyeka agir e, di şewata vê sobeyê de jî her tim kurd hebûne. Ev tişt di sedsala 20’emîn de jî wisa bûye û piştre heman tişt hatiye dubarekirin. Ev polîtîka hê jî ji aliyê serokkomarê tirk Erdogan ve tê domandin.”