21 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Fermandarê Giştî yê nû yê Îranê hat kuştin

Piştî êrîşên bi fûzeyan a Îranê li dijî Îsraîlê li Tel Avîvê û Qûdsê dengê teqînên mezin hatin bihîstin. Fermandarê giştî yê nû yê Îranê jî hate kuştin. Netanyahu, diyar kir ku ji bo dawî li şer bê, divê Xamaneyî bê kuştin.

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku piştî tesbîtkirina fûzeyên ji Îranê hatine avêtin, alarmê roja Sêşemê li deverên cuda yên welêt hatine lêxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêza hewayî ji bo pêşîgirtina li gefan û jiholêrakirina wan tedbîr girtine. Piştî elerma, li Tel Avîv û Qûdsê teqînên dijwar hatine bihîstin.

Di êrîşên dawî yên Îsraîlê yên li ser Îranê de, hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê nû, Elî Şadmanî, hatiye kuştin. Şadmanî li şûna Huseyîn Bakirî ê ku di êrîşên 13yê Hezîranê de hatibû kuştin, hatibû wezîfedarkirin. Şadmanî, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Xamaneyî re dihat nasîn, fermandarê artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê bû û her wiha wekî fermandarê awarte jî kar dikir. Heta niha gelek berpirsên leşkerî yên payebilind di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.

Şerê ku bi êrîşên Îsraîlê dest pê kirin ket roja xwe ya 5emîn. Li gorî daxuyaniyên fermî heta niha li Îranê herî kêm 224 kes mirine û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî hejmarên dawî yên fermî yên roja Yekşemê hatin ragihandin, li Îsraîlê jî 24 kes mirin e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê de ligel ABCyê got ku kuştina rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî dê şerê Îsraîl û Îranê gur neke, berovajî dê dawî li pevçûnan bîne.

Serokên G7ê daxwaza kêmkirina rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de û parastina sivîlan kirin.