‘Fermana sor’, an jî ‘fermana muhrsor a hibrjehr.’
Fermana ku ji aliyê decalan ve hatiye amadekirin û muhrkirin û bi destê celadên ji wan pêk tê.
Fermana ku ji her derê wê xwîn diherike.
Fermana ku di dest û tiliyên kesên ku muhr lê dane de xwîna gelan heye.
Fermana ku bi armanca tunehesibandin û tunekirina kom, gel û neteweyên rizgarîxwaz û azadîrês a bi awayên herî hovane hatiye muhrkirin.
Fermana ku her xaleke wê di nava xwe de ji bo yên ne ji xwe jehreqiyamet û gordojehên cur bi cur dihewîne.
‘Xencera reş…’, ‘xencera reş a devjehr’, an jî ‘xencera rûreş a devjehr…’
Xencera ku ji aliyê celadên li gor fermana decalên xwedî fermanên sor tevdigerin…
Xencera ku her derê laşî pirtî pirtî dike, dil û hiş û mejiyan belav dike, bîr û giyanan dijehrîne, bê guh û dev, bê çav û gav dihêle.
Xencera ku nav û nişana xiyaneta herî mezin û kûr, xiyaneta herî bêbext û bêrûmet, xiyaneta herî tarî, reş û qeleş e, ku di nava xwe de kiryar û encamên herî bêbext û bêrûmet, xedar û dijwar, qiyametî û dojehî dihewîne.
Sed heyf û hezar mixabin, neteweya kurd û welatê wan Kurdistan di dîrokê de, ji ber sedemên cur bi cur bi gelek ‘fermanên sor’ ên ku ji aliyê decalên wan ve hatine dayîn û ‘xencerên reş’ anku ‘xiyanetên herî bêbext û bêrûmet’ ên ji aliyê celadên wan ve hatine bikaranîn rû bi rû mane, ku hinek ji wan bi sedan sal li ser serê wan bûne qiyamet û bûne dojeha wan.
Di nava fermanên (muhr)sor ên hibrjehr û xencerên reş ên devjehr de yên herî jehrayî, qiyametî û dojehî Peymana Qesra Şîrîn û Peymana Lozanê ne; bi taybetî jî Peymana Lozanê.
Peymana Qesra Şîrîn a ku di 17ê gulana 1639an de di navbera Safewî (Îran) û Osmaniyan de hatibû destnîşankirin wek derba ‘fermaneke (muhr)sor a hibrjehr’ û ‘xencereke (rû)reş a devjehr’ Kurdistan kiribû du parçe û ji bo jiholêrakirina kurd, Kurdistan û hemû kurdistaniyên xwebûnparêz û azadîxwaz bûbû ferman û xencereke bingehîn di destê celadên wan de.
Peymana Lozanê jî wek fermana herî bingehîn a kurdkuj, Kurdistankuj û Kurdistanîkuj, di 24ê tîrmeha 1923an de ji aliyê gelek dewletên kapîtalîst û dewleta tirk a faşist hatibû destnîşankirin. Derb û zerba ‘xencera reş’ a di encama ‘fermana sor’ a bi navê Peymana Lozanê rû dabû Kurdistan kir çar parçe; kurd û her milekî Kurdistanê ji gelek aliyan ve bûn bi hezaran parçeyên ku tê de milyonan êş û janên herî xedar, tofanên herî wêranker, qiyametên herî hilweşîner û dojehên sotîner, qelîner û helîner lotik diavêtin.
Pêşeng û nûnerên neteweya kurd, kom û gelên kurdistanî yên qedîm ên wek êzdî, elewî asûrî, suryanî, keldanî, ermenî û hwd. ên xwebûnparêz û azadîxwaz, ne wek şande ne jî wek takekes bi tu awayî beşdarî vê peymana xwedî text lê bêbext nehatine kirin; vîn, daxwaz û mafên wan ên herî xwezayî û xwebûnî, ên neteweyî, civakî, çandî û hwd. bi tu rengî di vê peymanê de cih negirtin, berovajî ev peymana reş bi her rengî bû ferman û xencera tunehesibandin û jiholêrakirina wan.
Bi taybetî ‘fermana sor’/‘xencera reş’ a duyemîn, anku Peymana Lozanê ya ku asta bêbextî û bêrûmetiya li dijî kurdan û gelên din ên Kurdistanî rakiriye erş û esmanan bi encamên xwe ve li ser Kurdistanê bû tofan, bobelat, qiyamet û dojeheke wisa ku kurd, hinek kom û gelên din ên Kurdistanî hê jî ji ber wê ji gelek milan ve di nava pencên hebûn û tunebûnê, man û nemanê de diperpitin.
Peymana Lozanê fermaneke wisa ye ku xencera wê ya ripreş ji aliyê celadên wê yên herî rûreş û qeleş, bêbext û bêrûmet ve, ne tenê li pişta kurdan û Kurdistaniyan hatiye dayîn, herwiha li ber û sing, ser û enî û hemû laşê wan jî hatiye dayîn. Bi vê derb û zerba qiyametî û dojehî hatiye xwestin ku sêrê wan bê pelixandin, pişta wan bê şikandin, dest û pê û lingên wan bên girêdan; cerg, hinav û her derê laşê wan pirtî pirtî bibe, bê guh û dev, bê çav û gav bimînin, hiş û mejiyên wan belav bibe, bîra wan bibe reşegoreke tarî, giyanê wan bijehre, genî bibe û li ser rûyê erdê bicehemin û tune bibin, bi tu awayî neminin çîrok û dîroka wan neyê vegotin û li tu dereke din a gerdûnê jî heta hetayê navê wan neyê bilêvkirin.
Bêguman, wek ku dîrok radixe ber çavan ev ‘fermana sor’/‘xencera reş’ ferman û xencera hêzên serdest ên modernîst/kapîtalîst û dagirkeran a hişmendiya wan a nêrîst û hovîst a xweperest, berjewendîperest, nîjadperest, navendperest û dewletperest e. Ferman û xencereke herî qirêj û kujer a di dîroka Kurdistan û mirovahiyê de ye. Dema ku em baş bikolin û vekolin em ê gelek zelal bibinin ku ev yek ji bo çi wisa ye.
Bi Peymana Lozanê re bêbextî û bêrûmetiyeke bingehîn û di encama wê de jî hovîtiyeke ku hemû hovîtiyan bibeecîne li kurd, Kurdistan, gelên Kurdistanê û mirovahiyê hatiye kirin; ku ma ji vê yekê xerabtir û dojehîtir çend tiştên din hene ku bê sere wan?!..
Encamên fermana sor û xencera reş
Di encama derb û zerbên ‘fermana sor’ û ‘xencera reş’, anku Peymana Lozanê ya ku 100 sal beriya niha hatibû destnîşankirin de kurd, Kurdistan û gelek kom, gel, netewe û baweriyên Kurdistanî tune hatine hesibandin, hewl hatiye dayîn ku nav, nişan, nasname, ziman, çand, dîrok û hemû nirxên wan bi qedexe, pişaftin, helandin, kiryarên taybet, êriş, qirkirin û tevkujiyê ji holê bên rakirin…
Bi sed hezaran kurd û Kurdistanî hatin kuştin, girtin, mişextkirin, bi hezaran gundên kurdan hatin sotin, war û jîngehên wan hatin wêrankirin, nirxên wan ên neteweyî, çandî û civakî hatin desteserkirin û talankirin, êş û janên hovane bi wan hate jiyandin.
Di encama vê peymanê de bi êriş, kiryar û pêkanînên herî hovane Kurdistan ne tenê ji aliyê erdnîgariyê ve, ji her alî ve hate parçeparçekirin, dagirkirin û metin; bi deh hezaran gund, war, jîngeh, pîrozgeh û perestgehên kurdan, kom û gelên din ên Kurdistanî hatin sotin û hilweşandin; nirxên wan ên xwebûnî û gerdûnî, ku nirxên herî qedîm û bingehîn ên mirovahiyê ne hatine desteserkirin, talankirin, wêrankirin û tunekirin. Rêber, pêşeng, têkoşer, jin, zarok, mêr, pîrejin, pîremêr bi sed hezaran kurd û ji gelên din ên Kurdistanî bi rê, rêbaz û awayên herî hov û bêbext hatin qirkirin û darvekirin, rastî êşkence, birsîtî û mişextiyê hatin. Êş, kul, jan û birînên herî xedar bi deh milyonan kurdan û Kurdistaniyan hatine jiyandin, li ser wan tofan û qiyametên dojehî hatine rakirin; ku ev yek hê jî bê navber tê domandin…
Herwiha bêstatuhiştina kurd, kurdî û Kurdistanê, tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin û hewldan û kiryarên hovane yên ji bo jiholêrakirina wan û hemû nirxên kurdewar û Kurdistanî yên dîrokî, neteweyî, bûjenî, arişî, sincî, çandî, civakî, giyanî û jiyanî mînakên tên zanîn in.
Peymana rizgariyê ya stratejîk
Bêguman neteweya kurd û hemû kom û gelên din ên Kurdistanî Peymana Lozanê tu car qebûl nekirine û nakin jî. Ew ji destpêkê heta niha li dijî vê ‘fermana sor’ û ‘xencera reş’ ku nav û nişana bêbextiyeke herî bêrûmet e bi bîr, hiş, giyan, vîn, bawerî û biryardariyeke xwebûnparêz, rîzgarîxwaz û azadîrês heta niha li her çar milên Kurdistanê û cîhanê ji her milî ve, bi awayekî xwebeş û lehengane têkoşîneke destanî ya bêhempa û bênavber dimeşînin.
Di encama vê têkoşîna azadî û rizgariyê de hebûn û xwebûna xwe ji gelek milan ve bi tevahiya cîhanê da nasîn, zanîn û qebûlkirin. Bi vê yekê Peymana Lozanê di kiryarê de bêhukm kirine û betal kirine û hê jî hewl didin ku ev peyman di qada navneteweyî de bi riya zagonan di fermiyetê de jî bê betalkirin, bi peymaneke nû ya ku hebûn, xwebûn, rizgarî û azadiya kurd, Kurdistan û hemû gelên Kurdistanî bingeh digire bê destnîşankirin û wek hemû kom, gel û neteweyên cîhanê, li gel statuya wan hemû mafên wan ên neteweyî bi awayekî fermî bên qebûlkirin.
Bêguman ji bo ku ev yek biçe serî, bersîva pirsa “divê li dijî bêbextî û bêrûmetiya wan hêzên Peymana Lozanê em kurd, hemû Kurdistanî, kom, gel û kesayetên mirovahîparêz çi bikin?” bi awayekî herî rast bidin û li gor wê tevbigerin…
Ku em bixwazin riya çareserî û serfiraziyeke birûmet kurt û kurmancî destnîşan bikin em dikarin di çend xalan de wiha destnîşan bikin:
Divê ev ‘fermana sor’/’xencera reş’, anku Peymana Lozanê ya ku li ser pişta kurd, Kurdistan, hemû Kurdistanî û mirovahiyê barekî rûreşiyê ye û hemû encamên wê bên redkirin, neletkirin, hukmê wê li her qadê û ji her milî ve bê betalkirin.
Ji ber wê divê hemû dagirkerî, mêtingerî, kedxwarî û desthilatdariya li ser neteweya kurd, welatê Kurdistanê û hemû kom û gelên Kurdistanê bê bidawîkirin.
Divê rastiya ku neteweya kurd kom û gelên din ên Kurdistanî yên ku netewe, kom û gelên herî qedîm ên mirovahiyê ne û bi hezaran sal e wek xwecihiyên ax û welatê xwe ne û welatê wan Kurdistan welatekî herî qedîm ê mirovahiyê ye û ji gelek aliyan ve pêşengiya mirovahiyê kirine, hebûn, xwebûn û rûmeta mirovahiyê parastine, bûne çavkanî û şaristaniya sereke û bingehîn a pêşketina mirovahiyê bi rê û rêbazên piralî li her derê cîhanê bê belavkirin.
Bi vê ve têkildar, divê heta dawiyê, li her derê û ji her alî ve hewl bê dayîn ku hemû dagirkerî, mêtingerî, kedxwarî, desthilatdarî, tevkujî û kiryarên li dijî mirovahiyê li ser kurd û Kurdistanê bên bidawîkirin; ji ber kiryarên hovane yên di encama Peymana Lozanê de ku li ser kurd û Kurdistanê hatine meşandin hemû berpirsên vê peymanê bi awayekî fermî ji kurdan û hemû Kurdistaniyan lêborînê bixwazin û pêwîstiyên vê lêborînê yên hiqûqî, polîtîk û hwd. bi cih bînin.
Dîsa divê bi heman awayî hewl bê dayîn ku destketiyên kurdan û Kurdistaniyan ên li her derê Kurdistan û cîhanê heta dawiyê bên parastin, mezinkirin, xurtkirin û di qada navneteweyî de bên mîsogerkirin; statuya kurdan û Kurdistanê hem di zagonên hemû dewletên alîgir hem jî di zagonên qada navneteweyî de bê qebûlkirin, di serî de çand û zimanê kurdî hemû nirxên wan ên xwebûnî û neteweyî wek hemû nirxên neteweyên din bibin xwedî statuyeke fermî.
Têkoşîneke stratejîk divê
Ya ji hemûyan girîngtir û bingehîntir, bi hewldan û têkoşîneke stratejîk ya di asta herî jor de, divê mafê diyarkirina çarenûsa kurdan, kom û gelên din ên Kurdistanî bê şert û merc bê pejirandin û pêwîstiyên wê bên bicihanîn.
Bêguman ji bo pêkhatina vê yekê jî, beriya her tiştî divê hemû tevger, partî, hêz, sazî, rewşenbîr, derdorên xwebûnparêz, rîzgarîxwaz û azadîhez û gelê kurd û hemû Kurdistaniyên li her derê Kurdistan û cîhanê û hemû gelên mirovahîparêz, ji bo betalkirin û jiholêrakirina Peymana Lozanê, herwiha ji bo dermankirina hemû êş, jan û birînên xedar ên ku 100 sal e di encama wê de xwe dane der, li ser xet, bîr, bawerî, giyan, hişmendî û ramanpergala Tevgera Têkoşîna Rizgariya Neteweya Kurdistanê ya yekbûyî ya xwebûnî û gerdûnî bi hiş û giyanê seferberiyê tevbigerin; çi li qada neteweyî, çi li qada navneteweyî, ji her milî ve yekîtiya xwe ya neteweyî ya stratejik saz bikin; hêzên yekbûyî yên neteweyî, civakî, çandî, leşkerî, pergalî, polîtîk, xwerêvebirî, rewşenbîrî, aborî, dîplomatîk û hwd. ava bikin.
Herwiha divê bi heman awayî heta dawiyê bi têkoşîna xwe hewl bidin ku hemû hezên navneteweyî, tevger, partî, sazî, dezgeh, derdor, kesayet, kom û gelên cîhanê yên mirovahîparêz ji bo bidawîkirina Peymanê Lozanê û li şûna wê ji bo destnîşankirina peymaneke nû ya navneteweyî ya ku azadî û rizgariya neteweya kurd, Kurdistanê û hemû kom û gelên din ên Kurdistanî ferz û mîsoger dike, ji bo ku kurd û hemû Kurdistanî bigihin mafê diyarkirina çarenûsa xwe û statuya xwe ya fermî ya navneteweyî li her qadê deng û têkoşîna xwe bi rengekî herî şênber û encamgir bilind bikin.
Dem hatiye ku em kurd, hemû kurdistanî û mirovahîparêz, bi bîr û baweriyeke deryayî, bi hêrs û kerbeke çiyayî wê ‘fermana muhrxencer’ bidirînin, bikin hezar parçe û bidin ber guriya agirê azadiyê, wê ‘xencera devferman’ pirtî pirtî bikin û her pirtiyekê wê di nava agirê azadiyê de bihelînin ku êdî behsa wê neyê kirin.