12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ferman

Di 3yê Tebaxê de van dirinde û wehşiyan êriş bir ser kakilê Kurdayetiyê, êriş bir ser Laleşa Nûranî. Xwestin civaka roj û hevy û agir tune bikin. Xwestin rojê tarî bikin. Jiyanê bêroj û tav û heyv bihêlin. Fermaneke wisa di vê sedsalê de rakirin ku kesî nedîtibû û nebihîstibû

Ferman di hiş û hafizeya gelê Kurd de cihekî xwe yê bi êş, bi azar û kovan heye. Bi sedan salan e serdestan bi nivîsandina fermanan xwest kok li me Kurdan biqelînin, me qir û tine bikin. Xwestin zimanekî ku bûye mak û dayika zimanan, çandeke ku bûye mak û dayika çandan, baweriyeke ku bûye kakil û cewhera baweriyan qir bikin. Di tu dem û dewranê de mirov wisa nebibû gurê mirovan. Wisa dirinde nebibû. Lê bi DAIŞê me dît ku sînorê dirindetiyê jî tuneye.

Di 3yê Tebaxê de van dirinde û wehşiyan êriş bir ser kakilê Kurdayetiyê, êriş bir ser Laleşa Nûranî. Xwestin civaka roj û hevy û agir tune bikin. Xwestin rojê tarî bikin. Jiyanê bêroj û tav û heyv bihêlin. Fermaneke wisa di vê sedsalê de rakirin ku kesî nedîtibû û nebihîstibû. Kesî bawer nedikir, weke reşexwenekê bû. Lê rast û li pêş çavê me hemûyan vê hovîtîyê cereyan dikir.

Bi hezaran zarok, ciwan, êxtiyar, jin û mêr hatin qetilkirin, hatin serjêkirin. Bi hezaran keç û jinên Êzidî weke hêsîr û xenîmeta şer ji xwe re birin. Birin û li bazarên koleyan wekî wan zemanên berê ku me digot, di pirtûkan de weke rûreşiya mirovahiyê meya, birin û ew firotin. Ew xistin nav çarşefên reş, destê wan zincîr kirin, lel xistin stuyê wan, qeyd li piyê wan xistin û birin ew firotin.

Me hingê dît ku beşer û mirov ferqa xwe çi ye? Me hingê dît ku kê ji Şengalê reviya û kê canê xwe kir sîper û mertal ji wê civaka birîndar re. Em çiqas van rojan bi bîr bînin û jê dersan derxin, em ê ewqas bikaribin paşerojê jî zeft û zexim bikin. Rêber Apo, belkî beriya herkesî ev rewşa xeter dîtibû. Xwestibû civaka Êzidî bê parastin. Tevgera Azadiyê 12 siwarî rêkiribûn. Li aliyekî keriyeke dirindeyên wehş û hov û li aliyê din 12 siwariyên azadiyê. Wan qehreman û lehengan bi rojan li dijî artêşa barbaran şer kir. Tiliya wan li ser tetikan qerimî, tî û birçî man, xwîna xwe rijandin. Lê Şengal parastin. Ziman û çand û ayîn parastin. Roj û heyv û agir parastin.

Çawa ku kesî hovitiyeke weke fermana 3yê Tebaxê nedîbû vî zemanî, kesî qehremaniyeke wisa jî tecrûbe nekiribû. Di 11 salên derbasbûyî de min gelek caran li wêne û dîmenên wê demê temaşe kirin. Min li wan dîmenên zarokên bêruh û can mêze kirin ku dê û bavê wan ew bedenên biçûk ên bêruh çawa dispartin hembêza çiyê. Weke ku wan li ser doşekê bixin xew ew datanîn. Min gelek caran lê temaşe kir ku çawa wan hêzên girgire! yên PDKê direviyan. Tevî maşîne û çekan. Min gelek caran lê temaşe kir ku gerîla bi heyecaneke çawa ber bi Şengalê ve bi rê ketin. Ew ciwanên xwedan hîkmet û keramet li Şengalê canê xwe fedakirin. Şengal parast, Êzidî parast, Kurd parast, mirovahî parast. Ji canê xwe derbasbûn lê ji rûmeta mirovahiyê derbas nebûn.

Îro Şengal azad e, îro Şengal bi roj û heyv û agir xwedan rêxistin û parastin e. Ev bi saya feraseta Apoyî, bi têkoşîna gerîla mimkun bû. Bi saya PKKê mimkun bû. PKKê kakilê ziman, çand û ayînê parast. Ji bo fermanên nû çênebin, divê em tim hafizaya xwe nû bikin û em ji bîr nekin ku mîrasa berxwedanê, mîrasa şehîdan e. Xwedîderketin jî encax bi rêya parastina van nirxan, vê mîrasê çêdibe.