13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir

Ferît Şenyaşar ê ku li Meclisê tevî diya xwe ji bo "edaletê" li ber xwe dide got ku daxwazên wan ên ji bo hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re bi awayekî neyekser hatine redkirin.

Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê (Pirsûs) parêzvan û xizmên Parlamaneterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê qetil kirin, dewam dike. Emîne Şenyaşar piştî xizmên xwe winda kir, 846 rojan li ber Edliyeya Rihayê “Nobeda Edaletê” girt. Di vê pêvajoyê de rastî taciza polîsan û darazê hat. Der barê wê de gelek doz hatin vekirin.

Tevî hemû zextan jî Emîne Şenyaşar dest ji çalakiya xwe berneda û piştre çalakiya xwe bir ber Wezareta Edaletê. Şenyaşar li vir 124 rojan li ber xwe da. Şenyaşar ku ji vir encam negirt, piştre li Meclisê bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi nobedê kir. Şenyaşar ku bi kurê xwe yê parlamanterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû re nobeda xwe dewam dike, ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bûn, duh di roja 33’yan de navber da çalakiya xwe. Ger tenduristiya Şenyaşarê baş bibe, wê çalakiya xwe ji cihê mayî bidomîne.

Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobedê digirt, behsa têkoşîna wan a bi salan e didome kir. Şenyaşar anî ziman ku di dema çalakiya li ber Wezaretê de 3 caran bi wezîr Yilmaz Tunç re, carekê jî bi Cîgirê Wezîr re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Di van hevdîtinan de hem wezîr hem jî cîgir gotin ‘Dayika te di têkoşîna xwe û doza xwe de mafdar e.’ Me jî got, ‘Madem dayik mafdar e, lê kurê wê di girtîgehê de dîl tê girtin. Demildest wî berdin.’ Me doza darizandineke bi awayekî negirtî kir. Ji me re gotin, ‘Temam, em ê pê re eleqedar bibin’.”

Şenyaşar destnîşan kir ku tevî sozên hatine dayîn jî, di dozê de tu pêşketinek rû nedaye û got: “Hemû daxwazên me yên hiqûqî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin redkirin. Daxwazên aliyên din hatin qebûlkirin. Ev, nayê qebûlkirin. Ger darizandineke adil bê kirin divê daxwazên her du aliyan jî bên qebûlkirin. Mixabin dadgeh bi alîgirî tevdigeriya.”

Şenyaşar anî ziman ku piştî danişîna dawî careke din bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re rû bi rû nikaribûne têkiliyê deynin û got: “Gava em diçûn danişînê ji me re got, ‘çi hewce bê wê bê kirin, wê edalet pê bê.’ Gava edalet pêk nehat telefonê me kir. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan dihat lidarxistin. Ji me re got, ‘Herin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an bidin û îtiraz bikin.’ Lê vê dadgehê jî daxwaza birayê min a darizandineke bi awayekî negirtî red kir. Piştî vê me çalakiya xwe bir Meclisê.”

Şenyaşar got ku her çend Wezîr Tûnç hewl dabe jî, hewldana wî “kêm” maye û got: “Tişta ku niha dike tenê ajîtasyon e. Em gihaştin wê encamê ku ne tenê li ser doza me, li ser tu dozê bandorek wî nîne.”

Şenyaşar da zanîn ku di roja girtina Meclisê de ji serokê meclisê Nûman Kurtulmuş randevû xwestiye û ev randevû hatiye qebûlkirin û wiha got: “Me hevdîtineke jidil pêk anî. Dema ku me hevdîtin pêk anî min fikarên xwe gotin. Min behsa dayika xwe kir ku ev 6 sal in digirî. Kûrtûlmûş ji min re got, ’15 roj muhlet bidin min. Ger ez di wê pêkanîna edaletê de tiştekî nekim werin û çalakiya xwe li meclisê bidin destpêkirin.’ 15 roj derbas bûn, lê mixabin tu veger çênebû û me çalakiya xwe li Meclisê da destpêkirin.”

Şenyaşar îşaret bi wê yekê kir ku wan daxwaza hevdîtina bi serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan re jî kiriye û wiha got: “Piştî çalakiya li meclisê me daxwazeke din kir. Ji ber ku aliyê din ê bûyerê Erdogan e. Wî parlamenterê ku komkujî pêk anî guhdar kir û li dijî malbata me axivî û bi vê axaftinê bandor li darazê kir. Hemû rastiyên di vî warî de derketin holê. Dewlet rabû raboriya malbata me lêkolîn kir û tu têkiliyeke me ya bi rêxistinê re nedît. Dayik 6 sal in hêsiran dibarîne, sedema vê jî Erdogan e.”

Şenyaşar anî ziman ku Kûrtûlmûş soz da ku dê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne û wiha got: “Bi rojan piştî destpêkirina çalakiyê, Kûrtûlmûş bi rêya sekreterê meclisê bi me re têkilî danî. Yanî her çiqas bi zelalî negotibe jî, lê serokkomar Erdogan daxwaza hevdîtinê qebûl nekiriye.”

Şenyaşar diyar kir ku der barê redkirinê de tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin.