Malbata Şenyaşar salek berxwedana “Nobeda Edaletê li pey xwe hiştin û derbasî sala duyemîn bûn. Lê hêj rayedarên hikûmetê dengê malbata edaletê neanîne xwe. Hêj rayedarên Wezareta Dadê guh nedane daxwaza malbata şenyaşar, Heta niha bi sedan nûner û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên mafên miravan û nûnerên rêxistinên civakî serdana malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan malbatê. Îro jî rêveberên gelek baroyên herêmê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan ji gelek bajaran hatin û tev li nobeta malbata Şenyaşar bûn.
Di çalakiyê de parastvanên mafên mirovan Kursiya Edaletê danîn û daxwazên xwe destnîşan kirin. Piştre jî Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî.
Ferît Şenyaşar di serî de spasiya kesên piştgirî dayîne wan kir û wiha got: “Xweziya jiyaneke adilane hebûya ku kesekî hewcehî bi berxwedanê nedîtibûya. Lê em ê vê jiyana adilane, bi berxwedana mirovên xwedî rûmet bînin. Doza komkujiyê êdî bû doza cemaweriyê. Ez êdî qala hûrgiliyên komkujiyê nakim. Tenê dixwazim vê yekê bibêjim. Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de niha şer heye. Tevî şer jî kesek êrişî nexweşxane û ambûlansan nake. Ji ber ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc, di 14’ê hezîrana 2018’an de li Tirkiyeyê hate kirin. Kesên ku ev komkujî kirin, di bin sîwana parastina parlamenterekî de niha bi rehetî digerin.”
Şenyaşar anî ziman ku her qirêjiyekî li dijî mirovahiyê tê kirin, bi destê serdestan tê kirin û wiha pê de çû: “Edliyeya Rihayê jî ketiye bin bandora wan. Dosyaya me niha li Serdozgariya Komarê ya Rihayê ye. Carnan em dixwazin têkildarî dosyayê bi dozger re hevdîtinê bikin lê ji ber ku bersiveke wan a hiqûqî nîne, ji me direvin.”
Şenyaşar, ji bo şopandina çalakiya wan, spasiya Ajansa Mezopotamyayê (MA) kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên ewlekariyê ji bo ‘parastina ewlehiya’ me hene. Lê bi awayekî neheq, derhiqûqî û bêyî sedemek hebe, em 6 caran binçav kirin. Li gel dayika min a 65 salî, em rojekî li nezaretxaneyê kirin ‘mêvan.’ Ji ber ku me wêneyê ambûlansê li ber deriyê edliyeyê nîşan da, derheqê me de bi hinceta ‘pergala cemaweriyê xera dikin’ lêpirsîn hate destpêkirin. Dayikên Aştiyê ku ji bo piştgiriyê ji bajarên cuda hatibûn, bi hinceta ‘talûkeyê’ nehiştin nêzî me bibin. Derheqê zêmarên dayika min de 14 lêpirsîn hatin vekirin. Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdestan, niha li dîrokê tê nivîsandin. Nivîskarek niha tiştên bi serê me hatine dike roman. Berxwedana dayika min ji bo ku di mihrîcanên navneteweyî de bê pêşkeşkirin, weke belgefîlm tê amadekirin. Rewşa welat, di her alî de nebaş e. Sedema vê jî bêhiqûqî û bêedaletî ye. Lê tevî her tiştekî jî em ê tu carî hêviya xwe nebirîn. Em ewqas ji jiyan û edaletê hez dikin ku dikarin di rêya wan de canê xwe bidin. Heta edalet pêk tê jî dê têkoşîna me bidome.”
Axaftina Şenyaşar, bi dirûşma “Hêrsa dayikan dê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû.
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kirin. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara par de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 366’emîn de jî berdewam kir.