Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku civîna fermandarên HSDê bi hikûmeta demkî re ya di çarçoveya nîqaşkirina entegrasyona leşkerî de, bi dawî bû ü got: “Hêzên me diyar kir ku wê hûrgilî û encamên civînê bi awayekî fermî piştî bidawîbûna şêwiran werin ragihandin. Lê tiştê niha tên parvekirin li derveyî vê çarçoveyê û hûrgiliyên civînê ne.”
Di dewamê de Ferhad Şamî anî ziman ku “Nîqaş li gorî bingehên pîşeyî û berpirsiyariyê têne kirin, encamên baş-lêkolînkirî misoger dikin, aştî û aramiyê di rêza pêşîn de digirin.”
