Êrişa dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê ji 17’ê nîsanê ve berdewam dike. Bertekên li dijî êrîşan zêde dibin. Bertekên gelê kurd û Kurdistaniyan her roj zêde dibin. Li gel van bertekan jî PDK hevkariya xwe didomîne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 2’yê Sibatê de li Enqereyê civiyan. Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê Barzanî de hat gotin: “Rewşa dawî ya li herêmê û têkoşîna li dijî terorîzm û pirsgirêkên ewlekariyê hatin nirxandin.”
Di 20’ê Sibata 2022’yan de wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê civiyan. Barzanî ji çapemeniyê re axivî û got: “Min û Hulusî Akar li ser hevkariya me ya têkoşîna li dijî terorê nîqaş kirin.”
Nêçîrvan Barzanî di 12’ê Adarê de li Antalyayê beşdarî “Forûma Dîplomasiyê” bû û bi Erdogan û musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Çapemeniya hawiz hevdîtin bi manşeta “Gelo bakurê Sûriyê û operasyonên li ser Qendîlê hatin nîqaşkirin?” da.
Nivîskar û rojnamevan Ferda Çetîn ji Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) re li ser êrişên dagirkeriyê ya li ser başûrê Kurdistanê û hewldanên dorpêçkirina Şengal û Rojava axivî.
‘Barzanî petrola qaçax dixîne Mêrsînê’
Ferda Çetîn diyar kir ku di van her sê civînan de behsa “pirsgirêkên ewlehî û terorê” hatiye kirin û têkiliyên petrol, zêr, pere û rantê yên di navbera AKP û rêveberiya PDK’ê de û di navbera Erdogan û malbata Barzanî de berfireh û kûr in. Çetîn da zanîn ku Neçîrvan Barzanî û malbata Erdogan hevkariyeke bazirganî ya xurt heye û wiha got: “Ji Iraqê petrola neqanûnî vediguhêzn bendera Mêrsînê ya Tirkiyê û legalîze dikin.
Çetîn diyar kir faktora bingehîn a ku ev her du alî nêzî hev kirin, tifaqa her du aliyan a li ser dijminatiya PKK’ê ye ku ev hincet her du aliyan dike hevkarên stratejîk.
Çetîn têkildarî trafîka hevdîtinan a dewleta tirk a beriya êrişên li ser Başûr jî got dewleta tirk/hikumeta AKP’ê di warê têkiliyên derve û dîplomasiyê de zehmetî kişandine û diyar kir ku pirsgirêkên di têkiliyên dewleta tirk û Yekitiya Ewropayê (YE) de, pirsgirêkên ji ber S-400’an ên bi DYA’yê re û têkiliyên bi Rûsyayê re, Tirkiye îzole kiriye û bertekên li dijî Erdogan jî zêde kirine. Çetîn diyar kir ku di vê qonaxa zehmet de du hêzan alîkarî dane dewleta tirk ku yek ji van Almanya û ya din jî PDK ye.
‘Rola PDK û Almanyayê’
Çetîn têkiliyên dewleta tirk ên bi PDK û Almanyayê re wiha nirxandin: “Almanya di başkirina xitimîna rola Tirkiyeyê ya li Ewropayê de û PDK jî ji bo sûcên Tirkiyê yên li dijî Kurdistan û gelê kurd bişopîne, rolekê dilîzin. Li hemberî zêdebûna naskirin û rewabûna tevgera azadiyê ya kurd, sûcdariyên ‘teror, terorîzmê’ pêbawer û îqnaker nîn in û êdî gotin û parêznameyên Tayyîp Erdogan, Çavuşoglu û rayedarên din ên dewleta tirk jî nayên qebûlkirin. Di vê dere de jî PDK û Barzanî dikevin dewreyê.”
Ferda Çetîn got “Almanya li Rojhilata Navîn mîna Brîtanya û Fransayê xwedî têkiliyên demdirêj nîn e.” û anî ziman ku Almanya xerîbê sosyolojiya Rojhilata Navîn e û diyar kir ku Almanya ji bo pêşiya Rojhilata Navîn û Asyayê veke her tim pêwîstî bi şirîkekî navxweyî heye û destnîşan kir ku têkiliyên Almanyayê bi Împaratoriya Osmanî û Komara Tirkiyê re encama mecbûriyeteke bi vî rengî ye û got: “Sedema bingehîn ku Almanya ew çend dijminatiyê li gelê Kurd û PKK’ê dike, hevkarî û têkiliyên wê yên stratejîk ên bi Tirkiyê re ne.”
Di 19’ê Nîsanê de Mesrûr Barzanî li Brîtanyayê hinek dan û standin kirin. Hêjayî gotinê ye ku ev dan û standin yekser piştî destpêkirina êrişên 17’ê Nîsanê çêbûn. Çetîn diyar kir ku serdana Mesrûr Barzanî a Brîtanyayê xebateke dîplomatîk a li ser navê Tirkiyê ye û got ev serdan bi armanca normalîzekirina dagirkeriya tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ye. Çetîn got Mesrûr Barzanî ji bo ku bibêje êriş ne êrişa li ser gelê kurd û Kurdistanê ye lê tenê ‘operasyona li dijî PKK’ê ye’ çûye Londonê.
‘NATO li Kurdistanê xwedî rolek diyarker e’
Rojnamevan Ferda Çetîn da xuyakirin ku Brîtanya wek hêzeke herî bi bandor a NATO û Ewropayê li Kurdistanê xwedî roleke diyarker e û got: “Bandora Brîtanyayê ya li Rojhilata Navîn û parzemîna Asyayê, bandorek e ku dîroka wê vedigere serdema împaratoriyekê. Brîtanya her tim bi Rojhilata Navîn û Asyayê re têkildar bûye; ji aliyê aborî, siyasî û çandî ve hêzeke mezin a emperyal e ku li van herêman ekol û şêwaza xwe ava kiriye. Ji mêj ve dev ji rêbazên kolonyal ên klasîk berda û bêyî ku hewceyî bi leşker û artêşê hebe bi rêya siyasetmedar, rêveber û burokratên ku perwerde dike, hikumetên girêdayî xwe ava kirine.”
Çetîn dorpêça artêşa Iraqê ya li Şengalê jî bibîr xist û wiha got: “Li ser bingeha ‘Peymana Şengalê’ ya 9’ê Cotmeha 2020’ê li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk çêbû. Koordînatorên sereke yê vê peymanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û NY ne. DYA, Iraq û PDK ku dema DAIŞ’ê 2014’an êriş kir û bû sedema komkujiyeke mezin, li holê xuya nekirin. Lê niha plana tesfiyekirina hêza ku DAIŞ têk bir, çêdikin û hewl didin pêk bînin.”
Ferda Çetîn daxuyaniyên cîgirên wezîrê karên derve yê DYA’yê yê ji Rojhilata Navîn berpirsyar Joey Hood û David Kopley ên Tebaxa 2020’ê yên di dema Trump de bi bîr xist û got: “Hikumeta Herêmî ya kurdan a Iraqê, hikumeta navendî ya Iraqê û Tirkiye dikarin bi şêwirmendî û desteka DYA û welatên din ên Koalîsyonê bixebitin. Ji ber vê yekê, cihên wekî Şengalê dikarin ji komên çekdar ên ne bi rêk û pêk ku PKK jî di nav de ye, bên paqijkirin û rêveberiyeke sivîl a ku ji bo xêra gel bixebite û ji aliyê gel ve bê qebûlkirin, dikare bê avakirin. Em dixwazin ku Tirkiye û Iraq bi hev re kar bikin da ku arîşeyên girêdayî hebûna PKK’ê ya li bakurê Iraqê çareser bikin. Divê serweriya Iraqê bê qebûlkirin, her wiha Tirkiye di warê ewlehiyê de xwedî berjewendiyên rewa ye.”
‘Dixwazin Şengalê teslîm bigirin’
Çetîn bal kişand ser êrîşa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an û helwesta PDK’ê û wiha berdewam kir: “Dema DAIŞ’ê êriş kir, PDK û hêzên Iraqê mecbur bûn parastina Şengalê bikin. DYA baş dizane ku gerîlayên HPG’ê û YPG/YPJ’ê kurdên êzidî yên li Şengalê ji komkujiyeke mezintir rizgar kirine. Tevî vê yekê jî dixwaze gelê Şengalê teslîmî hêzên Iraqê û PDK’ê bike ku careke din xiyanet li wan kir, bêyî îradeya êzidiyan.”
‘NY, DYA, NATO û YE piştgiriyê dide êrîşan’
Çetîn anî ziman ku êrîşên mêtingeriyê ya mezin a li ser başûrê Kurdistanê piştî êrişên sîstematîk ên dewleta tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê pêk hat û got: “Dewleta tirk/hikumeta Erdogan bi hêza xwe û însiyatîfa xwe van êrîşan pêk nîne. NY, DYA, NATO û YE ev êriş erê kirine û destekê didin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi erêkirin û piştgiriya eşkere ya DYA û Rûsyayê bû. Di her demekê de li gorî rêveçûna hevsengî û geşedanan êrişên nû mimkun in. Hikumeteke mîna ya Tirkeyeyê ku di hundir de asê maye û darizandina wê teqez e. Ji bo ku desthilatê ji dest nede, dikare her tiştî bike. Şermezarkirin û rexneyên vekirî yên Iraq û başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta tirk gelekî girîng û hêja ne. Lê bi tena sere xwe pêşî li dagirkeriya tirk nagirin. Bilêvkirina rastiya partiyeke xayîn-hevkar a mîna PDK’ê ku piştgirî daye dagirkeriyê, rastiya ‘dagirkerî û dijmin’ berbiçav dike. Şermezarkirina dagirkeriya tirk a hemû partiyan ji bilî PDK’ê, bi taybetî YNK û tevgera Goran, di heman demê de şermezarkirina şirîkatiya DYA, hikumeta Bexdayê û PDK’ê ye. Heke êrişên dewleta tirk bi rengekî vekirî wek ‘dagirkerî’ bihatana binavkirin, dê kesên ku destek danê jî krîmînalîze û mehkûm bikira. Bertekên parlamentoya Iraqê, partiyên siyasî û rewşenbîran li hember bêdengiya DYA, Ewropa û NY’yê dê rê li pêşiya asayîkirin û rewabûna dagirkeriyê bigire. Destpêkê tişta divê were kirin, bêbandorkirina xiyanetê ye. Ji bo kurdan divê pêşî li xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî bê girtin.”