Komek femînîst ên ji Stenbolê hatin Amedê û serdana Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Piştre li Sûmerparkê daxuyanî dan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên navçeyên Amedê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partî, DBP ên navçe û bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan li vir pankarta “Femînist ji qeyûm re dibêjin na” vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Ji qeyûman re na”, “Bijî hevgirtina jinan” û “Bijî yekitiya jinan” berz kirin.
‘Qeyûm li dijî jinan e’
Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel bal kişand ser piştevaniya jinan û got: “Pêvajoya qeyûm tê wateya li dijî destkeftiyên jinan. Em jin ji pergala qeyûm re dibêjin na. Em piştevaniya jinên tirkiyeyî dibînin û em spas dikin.”
Piştre femînist Betul Topkaya daxuyanî da û wiha got: “Weke komek femînîstên ji Stenbolê me dixwest em bên Amedê û em bi Gultan, Sebahat, Ayla ya ku bi salan e em bi hev re di têkoşîna jinan de bûn bibînin. Lê dema me plansaziya xwe kir Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û qeyûm tayînî Colemêrgê kirin. Li ser hilbijartinê re hêj 3 meh jî derbas nebû ku qeyûm tayînkirin. Eşkere ye ku li gorî qanûnên vî welatî li Stenbolê ligel her cure zext û sextekariyê em dikarin şaredarê xwe hilbijêrin, lê gelê Colemêrgê nikare şaredarên xwe hilbijêre.”
‘Ji qeyûm re na’
Betûl destnîşan kir ku dema gelê Colemêrgê mafê xwe yê hilbijartinê bi kar anî, pêşî hewl dan bi anîna bi hezaran leşkeran a ji bo rojekê îradeya wan desteser bikin û ev yek têr nekir hevşaredar şandin girtîgehê û wiha bi lêv kir: “Dema ku navê wî bajarî Antalya Kepez be, li şûna şaredarê girtî, meclîsa şaredariyê kesekî ku dê birêve bibe, hildibijêre. Lê ev der Colemêrg be walî tê tayînkirin. Em jin û femînîst îro li vir in ku bi dengekî bilind ji vê dirûtî û qeyûm re bibêjin na. Em bi hevalên xwe yên TJA’yê re dibêjin em li cem gelê Colemêrgê û jinên Colemêrgê ne.”
‘Pergala hevserokatiyê krîmînalîze dikin’
Betûl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de li şaredariyan navê jinê ji holê radikin û pergala hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Şaredariyê ji gel dûr dixin û dixin xizmeta rantê. Ne kreş, ne navendên piştevaniyê ya jinan, ne bazarên jinan, ne kooperatîfên jinan û ne jî malên cilşûştinê hiştin. Her wiha saziyên ku li dijî şîdeta li hemberî jinan dixebitin jî tên girtin. Hemû yekîneyên jinan tên girtin. Gelek caran mêr tayînê li cihê jinan dikin û bi vî rengî henekê xwe li jinan dikin. Wek Gultan Kişanak gotî qeyûm hewl dide ku jinan bênefes bihêle. Lê bê divê bê zanîn ku em bêdeng nabin. Em dizanin ku ji Stenbolê heta Colemêrgê em dengê xwe dernexin azadî ji me re ne pêkan e. Em hemû ji qeyûman re dibêjin na!”
Daxuyaniya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.