Ji pêxemberên rojhilat û ji pêxemberên îro bûne yên rojava di nav hemû pêxemberan de yê xwediyê nêrînên cuda Manî ye. Pêxemberên din bi piranî dişibîn hev. Kêm zêde nêrîna wan a ol û baweriyên gelên din weke hev in. Hemû dibêjin, ”dema pêxember û olên din çû! Tiştên hûn jê bawer dikin ne rast e, dema min û ola min e.” Bi van gotinan dara çand û baweriyên gelan ji binî ve dibirin. Peyveke wisa di pirtûkên pîroz ên gelek pêxemberan de heye. ’’Ji bona hûn nasnameya xwe ya nû bibînin, pêwîste hûn nasnameya xwe ya kevn winda bikin.’’ Yanî dev ji rabirdûyê xwe berdin û ola nû bipejirînin. Ev jî mirovan ji çand, ol û dîroka kevn dûr dike. Gel şevekorî dibin ol û çanda nû zû nas nakin. Nikarin li ol û çanda xwe ya kevn jî xwedî derkevin. Ev pêxember dibin sedem, gel di nav zanîn û nezanînê de diçin û tên. Wer li gelan tê, şerm dikin li ol û çanda xwe ya kevn xwedî derkevin. Heta gel dev ji navên xwe û dîroka xwe berdidin.
Bi tenê Manî dixwaze mizgeftekê çêke û bawermendên olên din jî werin di mizgefta wî de îbadeta xwe bikin.
Li pêşberî hemû astengiyên naxweş û nefreta oldarên olên din, ew her bi xweşbîniyê li wan dinêre. Manî hewl dide, nefreta oldarên din vegerîne hezkirinê. Bi awirên hunermendekî li wan dinêre û wan vedixwîne nav mala hezkirinê.
Li gorî min bi qasî Manî pêxember e, ew di heman demê de hunermend û ji şêwekarên yekeme jî. Ez bawer dikim Manî, ne li erdnîgariya Kurdistana îro lê li cihekî dinî cîhanê bihata dinyayê, dê weke danînerê akadamiya ciwankarî bihata zanîn. Li gor baweriya Manî, ol û huner ji yek kaniyê dizin. Ev kanî jî, kaniya ji tiştên hevpar ên mirovan e. Koçberî, bêrîkirina welat êş, evîn, serkeftin û têkçûn e, bextewarî û şînên mirovan e.
Li gorî baweriya Manî, huner ne tenê cih û mekanan xweşik dike. Ne tenê amûra xweşikkirinê û giriyandinê ye. Erkê huner ji van tiştan hemûyan mezintir e. Huner mîna kevokên nameyên siran ji kelehekê dibe keleha din e û aşkerekirina sirên veşartiye. Hunermendiya Manî, ew kiriye pêxemberê Aştiya Rastî. Wî bawerî bi yekgirtina olan anîye û pêwîst dibîne, oldar bi hev re kar bikin, da karibin ppirsgirêkên hene çaraser bikin.
Ji bona wê dibêje: ”Ez ê mizgeftekê çêkim, bila hemû oldarên olên din jî, bi oldarê ola min re werin lê nimêj bikin.” Der barê vê nêrîna wî de, pir zimanzanan, hunerzanan, civaknasan û olnasan li serê lêkolîn kirine û hemû li ser vê yekê digihêjin fikirekî hevbeş. Dibêjin: “Manî yekitiya giyanê hezkirinê, bizava daxwaza hevgirtin û hevkariya mirovan e.”
Manî bi xwe li ser hezkirinê wisa dibêje: “Bêyî li baweriya mirovan a olî binêrin, bêyî li jiyana mirovan a hejarî an dewlemendî binêrin û bêyî li nijada mirovan binêrin, divê mirov ji hev hez bikin…’’
Dixwazim hinekî li ser jiyana Manî û wateya navê wî çend tiştan bêjim. Navê Manî nêzîkî bêjeyên man, mayîn, menyî yên di zaravên zimanê kurdî de ye. Nêzîkî man ya zaravên kurmancî, soranî û menyî ya zarava hewramanî ye. Di hewramanî de ji berdêla peyiva man, mayîn, peyva menyî tê gotin û navê Manî ji bêjeya manî yê tê.
Piraniya lêkolînvanên li ser malbata Manî, dîroka ji dayikbûna wî û li ser cihê bûyîna wî hemfikirin. Ev lêkolînvan dibêjin: ‘‘Manî li 14’ê nîsana 216’an P.Z. li bajarê Mêrdînê hatiya dinyayê.’’
Kêmbin jî, hin lêkolînvan cihê ji dayikbûna wî, bajarê Tîsfon paytexta Împaratoriyên Part û Sasaniyan nîşan didin. Ev kesên dibêjin Manî li Tîsfon hatiye dinyayê, cihê bûyîna wî û cihê ola wî pêşî lê pêş dikevê tevlîhev dikin. Tîsfon bajarê pêşî ye, Manî ola xwe lê tevgerkirî ye. Bajarê heta êrîşên ereban weke keleha maniyên ji ola Aştiya Rastî dihate zanîn e. Bi wêranbûna bajar re li Rojhilata Navîn, fermanên tunekirina ola Manî dest pê dike. Lê piraniya lêkolînvanan dibêjin li bajarê Mêrdîna îro, ya Babîliyan jê re ‘‘Mardîno’’ digotin hatiye dinyayê.
Navê bavê Manî Patîg e û ji malbateke esilzade ya paytexta Medan Yekbatan e (Hamadan) û ji êla Xaskanî ye. Vê êlê di dema Med, Pars, Part û Sasaniyan de gelek fermandar û şervanên hêja dana van dewletan.
Navê dayika Manî, Marmarcan e, ji êla Kamargan e û ji malbateke esilzadeyên Împartoriya Part e. Ev êl hê hebûna xwe li Kurdistanê berdewan dike. Mamoste Ferzad Kamangar ê 9’ê gulana 2010’an bi hevalên xwe Şêrîn Elemihûlû, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamiyan re hatî darvekirin ji vê êlê ye.
Lêkolînvan îşaret dikin, malbata Patîgê bavê Manî bi erkê leşkerî ji bajarê Yekbatanê, hatiye bajarê Mêrdînê. Weke tê zanîn di serdema Med, Pers, Pert û Sasaniyan de gelek fermandarên leşkerî ji Yekbatanê bûn. Yekbatanî bi wêrekî û şervaniya xwe navdar bûn. Ji ber wê li cihên xeter lê hebane dewletê fermandar û şervanên Yekbatanî dişiyandin wir.
Piştî Manî dibê 4-5 salî, bavê wî Patîgê wî bi xwe re dibe nav ola Menakade. Ev der dibe cihê Manî di derbarê hemû zanînan de perwerdê lê dibînê.
Di dokumendên bawermendên maniyî de tê gotin, “Patîg kurê xwe di temenekî biçûk de bi xwe re dibe û li gorî baweriya xwe wî perwerde dike.’’ Dibêjin, ‘‘Bavê Manî bi xwe jî, yek ji wan kesên di olan de reform dixwest bû. Bi vê nêrîna xwe ya li olan pêşengî ji kurê xwe re kiriye. Ew fêrî dîrok, ol û çandên kevin kiriye.’’
Manî salên xwe yên zarokî û ciwaniyê bi fêrbûna olan û fêrbûna şêwekariyê derbas dike. Patîg, olên heyîn û olên çûyîn hemûyan bi Manî dide nasandin. Ev perwerda dibe sedem Manî bawerkirina ji rabirdû di nav yazdehem hêmên ola xwe de dike ya duyem.
Ola Manî di nav de mezin dibe, oleke gelekî balkêş e. Bawermendên ola Menakade goşt naxwin, şerabê venaxwin, nazewicin û ji cilên spî pê ve ti cilên rengîn li xwe nakin. Li gorî baweriya ola Menakade tiştên, destên jinan lê bikevin dilewitîn. Ev tişt xwaribin, nayên xwarin û vexwaribin nayên vexwarin, heta nabe dest li wan bikevin. Pincar û fêkiyên navê wan mê bê divê newine çandin û newine firotin. Manî di nav vê ola zayînde mê sedemê hemû xirabiyan dibînin de mezin dibe.
Lê Manî li dijî van nêrînên ola Menakade derdikeve û bîst û çar saliya xwe ji nav wargehê Menakade derdikeve û dest bi xabata xwe ya olî dike. Bawernendên Manî dibêjin: “Berî Manî ji nav Menakade derkeve cilên spî ji xwe dike û cilên rengereng li xwe dike. Patîg pêşî wî bi wan cilan dibînê û jê dipirsê, “Te çima ev cil li xwe kirine?” Manî dibêje; Jiyan ne weke li vir tê gotin, mêr li vir paqijin û mêrên din hemû bi jin û tiştên navmê re qirêjin. An jî weke tê gotin hin tişt qerêjin û hin paqijin. Hin tiştên li vir ji ber navê wan mê ye qirêjî têne hesibandin, li cihekî din navê wan nêr e. Qirêj ne di mê û paqijî jî ne di nêran de ye. Tiştekî tam paqij û tam qirêj nîne. Di her tiştî de ronî û tarî heye.
Jiyan ne tenê rengê hevînê ye. Jiyan weke bihar, havîn payîz û zivistanê ye. Ji bona wê min cilên rengên hemû demsalan di wan de heyî li xwe kirin.” (Dê berdewam bike…)