25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Felsefeya jiyana azad e

Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşe Ayaz der barê dirûşma Jin Jiyan Azadî de got: “Dema em behsa dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dikin divê were zanîn ku ev ne tenê dirûşmeyek ji rêzê ye. Rastiyekî dîrokî û sosyolojîk di nav xwe de dihewîne. Jin jiyan e û divê jiyan were azadkirin. Ev bi xwe felsefeya jiyana azad e. Jinên kurd bi vê felsefeye mohra xwe li tekoşîna vê sedsalê xistine.”

Di 13ê îlona 2022yan de jina kurd Jîna Emînî ya 22 salî dema li Tahranê bi malbata xwe re bû, bi hinceta ku porê xwe li gor pîvanên rejîmê nenixaftiye ji aliyê ‘Polîsên Exleqê’ ve hat binçavkirin û rastê tundiyê hat. Jîna Emînî piştî 3 rojan di 16ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da, di destpêkê da malbata wê tevî zextên dewletê jî dengê xwe bilind kirin. Dengê malbata Jîna Emînî li Goristana Seqizê bi dengê girseyeke mezin re bû yek û li hemû Kurdistan û Îranê belav bû.

Dirûşam Jin Jiyan Azadî ya ku li ser gora Jîna Emînî hat berzkirin, bû sembol û serhildana ku destpêkiribû bi vê dirûşmê li hemû cihanê belav bû.

Rejîma Îranê ji bo van çalakiyan bi dawî bike, çalakger raste rast hedef girt û gelek ciwanan qetil kir. Her kuştina ku çêdibû hêrsa li dijî rejîmê zêde dikir û ev hers li hemû bajaran belav dikir. Her ku serhildan belav dibû tundiya ku rejîmê dikir jî zêdetir dibû.

Di serhildana Jin Jiyan Azadî de herî kêm 537 kes hatin qetilkirin (IHR). Tenê di 30yê îlona 2022yan de li Zahedanê 104 kes hatin kuştin. Bi hezaran kes ji ber êrîşa rejîmê birîndar bûn. Bi taybet jî rejîmê çavên çalakgeran hedef digirt û wisa êrîş dikir.

Rejîma Îranê herî kêm 20 hezar kesên ku di nav çalakiyan de girt, şand girtîgehan. Di vê pêvajoyê de ji hezaran kesan agahî nedihat girtin. Rejîma ku çalakger avêt girtîgehan, bi demê re cezayê darvekirinê da wan. Hinceta darvekirina wan jî wek ‘Li dijî Xwedê şer dikin’ dihat nîşandan.

Tevî bedelên ku hatine dayîn jî bi Serhildana Jin Jiyan Azadî re hevgirtineke xurt di nav gelan de pêk hat. Hemû jinên cihanê li dora dirûşma Jin Jiyan Azadî kom bûn. Di vê qadê de nirxandin û parvekirinên girîng çêbûn.

Em der barê Serhildana Jin Jiyan Azadî û têkiliya wê ya bi Jineolojiyê re bi endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşe Ayaz re axivîn.

Di 16ê îlona 2022yan de Jîna Emînî li Îranê hat kuştin û di kesayeta wê de serhildana Jin Jiyan Azadî dest pê kir. Hûn vê serhildanê çawa dinirxînin?

Di serî de ez di şexsê Jîna Emînî de hemû jinên ku ji aliyê mêrê serdest ve hatine kuştin bibîr tînim. Ew ji bo me bangawaziya bilindkirina tekoşîna azadiya jinan e. Her jina ku tê kuştin hêrsa me jî biryardariya me ya guherandina vê pergala riziyayî jî mezintir dike.

Axa Rojhilata Navîn di dîrokê de gelek raperînan re bûye şahîd, em di vê hêlê de xwedî dîrokek dewlemend in. Yek ji van serhildanan jî serhildana Jin Jiyan Azadî ye. Em di çend xalan de dikarin vê raperînê binirxînin. Ji ber ku ev pevajo di tekoşîna azadkirina gelên Rojhilata Navîn û jinan de cîhê xwe yê taybet girtiye. Jîna Emînî jinek kurd bû û ji ber porê xwe negirtibû ji aliyê pergala Îranê ve hat kuştin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Di hundirê xwe de nêrîna pergalê ya li dijî jinan çi ye? Û ev pergal xwedî dîrokek çawa ye dihewîne. Desthilatdarî her tiştên jinan wek guneh digire dest, ji bo wan dengê jinan, bedena jinan, nêrîna jinan heram e, an jî qirêj e. Di 16ê îlona 2022yan de jî ev nêrîna tarî di şexsê Jîna Emînî de rastiya xwe derxist holê. Li hember vê jî di serî de jinên Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê jinan hêrs û berteka xwe ya dîrokî bi vê raperînê nîşan dan. Li hember êrîşa sîstematîk a pergalê, di pêşengiya jinan de gelên azadîxwaz bi berxwedana xwe karakterê vê pergalê carek din deşifre kirin û rûhê azad nîşanê cîhanê dan. Yanî ev raperîn ne tenê raperîneke demkî bû, me dît ku karakterê vê axê paşverûtî û bindestiyê napejirîne. Ev xalekî giring e.

Li hemû cîhanê sedsala 21emîn wek sedsala azadiya jinan tê pênasekirin. Lê di vê sedsalê de jinên kurd bi zanebûn hedef tên girtin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Wek Tevgera Azadiya Jinan angaştekî me heye; em dibêjin sedsala 21emîn wê bibe sedsala jinan. Em dikarin bêjin ku ev raperîn rastiya vê angaştê derxistiye holê. Îro pergala modernîteya kapîtalîst bi her alî ve ketiye xeta hilweşandinê. Krîzên demkî û demdirejî yên ku berdewam dikin hewl tê dayîn ku bi rêbazên cur be cur werin derbaskirin. Lê nakokiya bingehîn ku di aliyê cinsî de ye her ku diçe kûrtir dibe. Her pergal polîtîkayên xwe li ser tepisandina vîna azad a jinan ava dike. Li hember vê li her derê cîhanê tevgerên jinan di nav berxwedanê de ne. Karakterên dewletan çiqas cuda bin jî em dibinin di mijara azadiya jinan de hemû di heman polîtîkayan de israr dikin. Ji Afganistanê heta Amerika, ji Îranê heta Hindistanê pergal bi yek rengî tevdigere. Li hember vê rastiyê me raperîna Jin Jiyan Azadî de dît ku êdi jinên cîhanê jî xwedî hişmendiya tekoşîna yekbûyî ne. Her çiqas ev bûyer li Rojhilatê Kurdistanê pêşketibe jî jin êdi dizanin ger koletî di cîhanê de yekser be divê azadiya cinsî jî ne axekî re girêdayî be. Heta nakokiya dîrokî ya cinsî çareser nebe azadiya gelan jî baweriyan jî pêk nayê. Ji ber vê di van serhildanan de hemû beşên azadîxwaz di pêşengtiya jinan de cîhê xwe girtin. Ev hêviyên me jî baweriyên me jî bilindtir dike.

Dîsa wek tê zanîn pergala Îranê ne pergalekî ji rêzê ye. Polîtîkayên ku li Îranê pêş dikeve bandora xwe li Rojhilata Navîn tevahî dike. Piştî 1979an ku rejîma îslamî bû desthilat ji bo avakirina hegemonyaya xwe pêkanînên gelek qirêj pêş xist. Rejîmê xwest tirsê ava bike. Rejîma Îranê rejîmek ku bi destê melayan hebûn û vîna jinan, gelan, baweriyan ditepisîne. Li hember ewqas hewldanên der însanî me di van raperînan de careke din dît ku ew ruhê azad ya jin û gelên Îranê winda nebûye û tu pergal jî nikare vê ruhê bitepisîne. Ev rastî ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn jî ristekî mezin lîst û ev bandor îro jî derbasdar e. Ji ber ku îro çarenûsa moderniteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn diyar bibe, Îran jî di vê pêvajoyê de hêz û roleke mezin dilîze. Ji bo vê em dikarin bêjin ku ev ne tenê raperînek hundirin an jî demkî bû. Koka xwe ji dîrokê girtibû û diyar dike ku dê di pêşerojê de jî rista xwe bilîze.

Li gor nêrîna te serhildanê çima navê xwe ji dirûşma Jin Jiyan Azadî girt û di pêşxistina vê serhildanê de rola Jineolojiyê çi ye û bandoreke çawa li ser serhildanê kir?

Bûyerên ku îro diqewimin em nikarin tenê bi roja xwe ve giredayî binirxînin. Li ser vê axê rastiya Tevgera Azadiya Jinan heye, çanda berxwedanê heye. Ev tevger koka xwe ji berxwedana xwedawendî digre heta roja me bi berdel û tekoşînek giranbuha xwe mezin dike. Tekoşîna azadiya jinên kurd di sosyolojiya heremê de gelek guhertinên mezin çêkir. Hewl da ku di her qada jiyanê de sekna serbixwe û azad biafirîne. Ev rastî di 50 salên dawî de hemû guhertinan de ristekî mezin lîst, ev nikare were înkarkirin. Di rastiya civakan de li hember koletî û bindestiyê her tim nepejirandin heye. Vê seknê birexistinkirin, hêza guhertinê ava kirin û avakirina rista pêşengtiyê bi tekoşîna jinên kurd ve giredayî ye. Ji ber vê dema em behsa dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dikin divê were zanîn ku ev ne tenê dirûşmeyeke ji rêzê ye. Rastiyekî dîrokî û sosyolojîk di nav xwe de dihewîne. Jin jiyan e û divê jiyan were azadkirin. Ev bi xwe felsefeya jiyana azad e. Jinên kurd bi vê felsefeye mohra xwe li tekoşîna vê sedsalê xistine. Ji ber vê jî ev dirûşm êdî ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû tevgerên femînîst û azadiya jinan wek dirûşmeyekî bingehîn e. Di vê serhildanê de jî rola jinên kurd nîşan da.

Dîsa dema em behsa azadiyê dikin, hewce dike ku em heyîna jinan bi her alî ve bigrin dest. Li holê sosyolojiyêk çewt heye, penaseyên derew hene, dîrokekî hatiye berovajîkirin heye. Em heta van şaşîtiyan rast nekin û li gor heqîqeta jin û civakê penase nekin, em nikarin behsa azadiyê jî bikin. Yanî divê di destpekê de xwenasîn hebe. Ev jî bi rêya zanistê mîsoger dibe, yan jî bi Jineolojiyê ve girêdayî ye. Li dijî koletiyê serîhildan û avakirina pevajoya divê. Xwenaskirin û zanîna şer a li dijî hêza ku te tune dike, pêş dikeve û bi vê re jî xwe înşa destpêdike. Em di vê serhildanê de jî ve herikbariyê dibinin û dikarin bêjin ku Jineolojî di vê herikandinê de rolek girîng dilîze.

Serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilat belavê hemû cihanê bû, bandoreke çawa li ser Bakur kir?

Me li jorê behsa yekîtiya tekoşîna jinan kir. Di nav vê de li her parçeyên Kurdistanê xwedî karakterekî resen e. Li Bakur Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên jinan hene. Em dikarin bêjin hêza herî dînamîk a tekoşîna azadiyê ne. Îro li Tirkiyeyê jî hewl tê dayîn ku rejîmek teokratîk were sazkirin. Hemû polîtîka li ser hebûn û bedena jinan tên meşandin. Dixwazin jinan ji xeta azadiyê dûr bixin û di nav malê de bifetisînin. Yanî em dikarin bêjin pekanînên rejîma Îranê û Tirkiyeyê ji gelek hêlan ve dişibin hev. Li hember vê jî ji her deme zedetir hewcedarî bi tekoşînek hevpar heye. Bi vê raperînê ev hewcedarî him zêdetir hat dîtin him jî derfetên tekoşîna hevpar zêdetir kir. Ger îro em behsa Konfederalîzma jinan û xebatên vê pergalê bikin, raperîna Jin Jiyan Azadî jî di vê rêyê de ristek mezin lîstiye.

Aliyêkî din jî bê guman yekîtiya neteweyî ya gele kurdan e û di vê mijarê de jî rola jinan carek din diyarde dibe. Rojhilatê Kurdistanê ev 500 sal zêdetir e ji Kurdistanê hatiye qutkirin. Bi vê ve giredayî gelek polîtîkayên pişaftinê pêş ketine. Lê em di dawî de dinêrin ku ev ruhê yekîtiyê di şexsê jinên kurd de nehatiye tepisandin û windakirin. Ev nîşanyek pir girîng e. Sînorên ku dewletan ji bo perçebûnê xêzkirine, li dijî têkoşîna jinan tu wateya xwe tüne ye. Divê em vê rastiyê jî ji rêzê nebînin. Ji ber vê rastiyê jî raperîna Rojhilat ji bo Bakur jî, ji bo Başur û Rojava jî rolekî pir mezin lîst. Tevgerên jinan carek din zindî kir. Ruhê yekîtiyê bilind kir, di hebûna neteweyî ya gelê kurd de, karaktera jina azad derxist holê.