21 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Federasyona Gaziyan 15ê Tebaxê pîroz kir

Bi boneya 15ê Tebaxê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got "Bi vê boneyê em Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikin, di şexsê Fermandarê Pêngavê şehîd Egîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Cejna Vejînê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz be."

Bi wesîleya salvegera 41emîn a Pêngava 15ê Tebaxê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û Cejna Vejîna li tevahî gel û baweriyên li herêmê pîroz kir. Gaziyan di daxuyaniya xwe de got: “Di salvegera 41emîn a Pêngava 15ê Tebaxê de em Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikin, di şexsê  fermandarê pêngava dîrokî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Vejînê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dil û can pîroz dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêngava 15ê Tebaxê ya deriyê mîlad û dîrokeke nû ji gelê kurd re vekir, di roja îro de ji bo hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bû yekane hêviya jiyaneke hevpar a li ser esasê azadî û wekheviyê. Gaziyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îro ger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serê bilind e û bi rûmet dijîn ew bi saya ruh û berxwedana şehîdan û Pêngava 15ê Tebaxê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi Pêngava 15ê Tebaxê re ku gelên herêmê weke Cejna Vejînê pîroz dikin, şoreşa herî watedar a di pêşengiya jin û ciwanan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû û pêş dikeve û ev tişt hate gotin: “Bi vê boneyê em pêşeng û fermandarê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Nûreddîn Sofî bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Keda fermandar Nûreddîn Sofî di vê şoreşê pir mezin e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku weke gaziyên şer ew ê bêdudilî bi hêz û morala ji şehîdên xwe digirin, têkoşîna azadiyê ya gelên xwe mezin bikin. Ji bo parastina nirxên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê ji her demê zêdetir bi rola xwe rabin.