12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

FEDA û DAKBê her kes vexwend perestgeha êzidiyan

FEDA û DAKBê, bang li her kesî kir ku di 3yê Tebaxê de beşdarî merasîma vekirina perestgeha êzidiyan a li gundê Durgirkê yê Amûdê hatiye avakirin, bibin.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) û Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), ji ber salvegera Fermana 73yan a Komkujiya 3yê Tebaxa 2014an ku DAIŞê li dijî gelê êzidî pêk anî, xwe ji bo çalakiyek girîng a bîranînê amade dike.

Perestgeha nû ya êzidiyan ku li gundê Dugirkê yê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojava bi tevkariyên FEDAyê hatiye avakirin wê di 3yê Tebaxa 2025an de were vekirin. Armanca perestgehê ew e ku bîranîna Qirkirina Êzidiyan zindî bigire û berxwedana gel sembolîze bike. FEDA û DAKBê, bi daxuyaniyekê bal kişandin ku ev perestgeh wê bibe cihê şifa, hevgirtin û ronîkirinê. FEDA û DAKB’ê, qirkirina li ser êzîdyan şermezar kirin û gotin, “Em careke din îlan dikin ku em li cem gelê kurd in.”

Saziyên Elewiyan şervanên HSDê yên li dijî hovîtiya DAIŞê li ber xwe didin silav kirin û bang li gel kirin ku tevlî merasîma vekirinê bibin.