9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

FEDA: Li dijî êrîşên li ser elewiyan bikevin nav tevgerê

FEDA'yê êrîşên li hemberî elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir û got: "Em bang li civaka neteweyî û raya giştî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), têkildarê êrîşên li ser elewiyên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

FEDAyê got: “Di nava şert û mercên heyî ku HTŞê lê serdest e, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞyî ve li hember elewiyan hatiye kirin, wîjdanê mirovan diêşîne û sûceke mirovahiyê ye ku li pêşberî çavên tevahiya cîhanê hatiye kirine. Ev êrîşên ku bi giştî li ser elewiyên ereb, rêwiyên Reya Haq û bi giştî li dijî elewiyan tên kirin, ne tenê li dijî komeke baweriyê ye, di heman demê de dîrok, çand û hebûna gelekî hedef digire. Ev komkujî bi awayekî aşkere binpêkirina nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne, her wiha binpêkirina hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ne.”

FEDAyê, destnîşan kir ku civaka navneteweyî û medya li pêşberî van hovîtiyan helwesteke têrker raber nekirine û got: “Ev bêdengî zemîna berdewamiya komkujiyan ava dike û gav bi gav rê li ber qirkirina elewiyên ereb vedike. Em êrîşên komkujiyê yê li dijî elewiyan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê. Herwiha ne tenê li hember komkujiyên li ser elewiyan, ji bo êrîşên li ser Kobanê jî bêdeng mayîn tê wateya pişta xwe dayîna rûmeta mirovahiyê ye.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî van sûcên li hemberî mirovahiyê hişyar bin, hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê aştiyê. Em bang li NY, Konseya Ewropa û hêzên Koalîsyonê dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.”

FEDAyê, anî ziman ku divê aktorên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê, ji bo li Sûriyeyê aramiya siyasî û civakî pêk were bibin garantorê pêvajoyê û wiha domand: “Divê mafê jiyan û azadiya îbadetê ya hemû ol û komên baweriyê yên li Sûriyeyê dijîn û bi taybet elewî bên mîsogerkirin. Divê sîstemeke laîk û hiqûqê ya demokratîk, civakî, azadîparêz a ku hurmetê nîşanî bawerî û cudahiyan dide bê avakirin û hemû etnîsîte, ol û bawerî di bin parastina destûra bingehîn de bin. Elewiyên ereb, kurd, tirkmen, asûrî, ermenî, durzî û hemû pêkhateyên din ên etnîkî divê bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bikin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û xwe bi rêveberiyên xweser ên xwecihî bi rê ve bibin.

Weke saziyên elewiyan ên li Ewropa û Tirkiyeyê, pêwîste em di sala nû de nexşerêya têkoşînê bi hev re diyar bikin û li dijî qirkirinê bi gel û baweriyan re di nava jiyaneke azad û demokratîk de bibin yek.”