13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

FBI’yê bi ser mala Donald Trump de girt

Roja duşemê 8’ê tebaxê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump dabû xuyakirin ku mala wî hatiye dorpêçkirin. Li gorî medyaya DYA’yê hêzên istixbarata Amerîkayê FBI bi ser mala Trump de girtine û serdagirtina mala wî di çarçoveya lêgerîna li belgeyên veşarî û dosyayên nelirêtiyê de pêk tê.

Trump li ser malpera xwe ya dijîtal ev agahî par vekirine û wiha gotiye: “Ev demeke zor û zehmete ku netewa me tê de derbas dibe, mala min a xweşik a li Mar-a-Lago ya Florîdayê hatiye dorpêçkirin”

Li gorî rojnameya New York Times di dema serdagirtinê de Trump ne li malê bûye û der barê vê serdagirtinê de ji rojnameya N. Times re axiviye û wiha gotiye: “ Ew tevgereke ne dicih de ye ku dozgeriyê kiriye, pergala dadê wekî çek bikar tînin, ew êrîşeke demokratên çepgir e ku hewl didin astengiyan li pêşiya namzetiya min a hilbijartinên 2024’an de derxînin.”

Rojnameya Asociated Pres jî daye xuyakirin ku ew lêgerîna li mala Trump bi destûra dadgehê hatiye kirin. Li gorî wê rojameyê tê texmînkirin ku lêgerîn der barê gendeliya di dosyayên veşarî ên ku dibe xirab hatibin bikaranîn de be.

Hêjayî gotinê ye ku berê jî medyaya Amerîkayê der barê dosyayên vaşarî ên ku Trump bi xwe re biribûn Florîdayê de wiha gotibû: Heyeta Arşîvên Neteweyî ya DYA’yê di sibata 2021’ê de dabû xuyakirin ku wan 15 sindoqên belgeyan ji mala Trump a Florîdayê derxistine. Li gorî rojnameya Washington Postê ew dosyayên ku ji mala Trump hatibûn derxistin, dozyayên agahiyên gelekî veşarî bûn û Trump piştî ku di hilbijartinan de biser neketibû, ew dosya bi xwe re biribûn.