12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Faysal Sariyildiz: ‘Tirkiye di nava pêvajoyeke tarî de ye’

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz, anî ziman ku ji 2014'an ve ji roja "Plana Rûxandinê" hatiye pêkanîn heya niha û ji roja tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin, Tirkiye di nava pêvajoyeke tarî de ye

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî yan bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta “cezayê dîsiplînê” tên astengkirin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz der barê tecrîda Îmraliyê û bandorên wê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ergîn Çaglar re axivî.

Sariyildiz bilêv kir ku piştî ku pêvajoya di navbera 2013-2015’an de ji aliyê desthilatê ve hat xerakirin, li Tirkiyeyê krîzên piralî dest pê kirine û got: “Wê demê fikirên Ocalan xwe di jiyana civakî de dabûn der û hêvî xurt bûbû ku dê pirsgirêkên bingehîn ên welêt çareser bibin. Civak di warê çand, huner, aborî, ekolojiyê de û di hemû qadên din de xwe birêxistin dikir û xurt dibû. Civaka Tirkiyeyê rehet bûbû.”

Sariyildiz anî ziman ku lê belê pêvajoya navborî ji aliyê desthilatê ve hatiye binpêkirin û got ku vegera li “kodên” xwe yên kevneşopiyî çêbûye. Sariyildiz bal kişand ser 8 salên piştî wê pêvajoyê û wiha pêde çû: “Niha Erdogan bûye dîktator û rejîmeke faşîst çêbû. Di 8 salên dawî de li dijî gelê kurd bi fermana Erdogan êrişên di çarçoveya sûcên li hemberî mirovahiyê hatin kirin. Ev sûc hema bibêje he roj tên kirin.”

Sariyildiz destnîşan kir ku girêdayî krîên çêbûne di nava dewletê de rizanin, dejerebûn û mafyabûnî zêde bûye û ev tişt gotin: “Dewletê bi xerakirina pêvajoya aştiyê û li hundir ragirtina birêz Ocalan, pêvajoyee nû da destpêkirin. Belkî bi vê temenê xwe dirêj kirine, lê ji her wextî bêtir kûrtir bû. Li Tirkiyeyê çûyîneke ber bi tarîtiyê ve heye.”

Plana çokşikandinê

Sariyildiz anî ziman ku piştî 2015’an “Plana Têkbirinê” dest pê kiriye û tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir bûye û got: “Gava pêwendiya bi birêz Ocalan re hat qutkirin, pêvajoyeke şidetê dest pê kir. Dewletê bi taybetî ev yek tercih kir, ji lew re pêvajoya aştiyê bi kêrî gelê kurd û mirovahiyê dihat. Kiribû ku gelê kurd bibe xwedî statu. Ev yek jî dê dawî li pergalên detshilatdêr ên di awayî netewe-dewletê de bianiyana. Dê Tirkiye biguheriyana û pergaleke demokratîk bihata avakirin. Encamên ku li Rojavayê derketin holê, ji aliyê hemû cîhanê ve hatin dîtin. Ya ku Tirkiyeyê dîn û har kir ev bû.”

Çareserkirina meseleya kurd

Sariyildiz destnîşan kir ku piştî vê pêvajoya 8 salan dewlet qels bûye û di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibe û wiha axivî: “Gava pêşî li ber birêz Ocalan vekirîbû, ew têk çûn çendî. Demokrasî bi ser ket. Ji ber vê bi tecrîdê birêz Ocalan dorpêç kirin. Niha 30 meh in tu xeber nayê stendin. Dorpêçkirina birêz Ocalan girêdayî neçareserkirina meseleya kurd e. Tew mirov dikare bibêje ku girêdayî nexewestina çareserkirina meseleya kurd e. Çareserkirina meseleya kurd tenê ne çareserkirina gelekî ye. Di heman demê de li Tirkiyeyê tê wateya guherandina pergalekê.”

‘Paradîgmaya Ocalan bû paradîgmayeke gerdûnî’

Sariyildiz destnîşan kir ku meseleya kurd ne ew mesele ye ku bi rêbazên şer û çekan bê çareserkirin û wiha domand: “Êdî nikarin meseleya kurd bê çare bihêlin û têkoşîna şoreşê ya kurdan tune bikin. Ji lew re kurd bi hişmendiyeke gerdûnî, bi rêxistinbûyîneke gerdûnî tevdigerin. Ji çar aliyên cîhanê enternasyonalîst tên Kurdistanê têdikoşin. Bi hişmendiyeke wiha pêş dikeve û li cîhanê belav dibe. Li Îranê dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bi siyaseta felsefeya birêz Ocalan bû malê mirovahiyê. Êdî li gelek kuçeyên Ewropayê jin di meşên xwe de vê yekê bilêv dikin.”

Banga li dijî tecrîdê

Sariyildiz li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd û bi giştî bang li hemû derdoran kir û got: “Divê her kes azadiya Ocalan wekî azadiya xwe bihesibîne. Ji lew re pêvajoya li dû me ma, ev tişt fêrî me kir. Ew tenê ne kesek e, ew vîna me ya kolektîf e. Lewma doza ji bo azadiya birêz Ocalan, di heman demê de azadiya ji bo gelê kurd e jî.”