Heyeta DEM Partiyê ku ji Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervun Buldan pêk tê, di 28ê Kanûnê de çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û vegeriyan. Heyetê têkildarî hevdîtina di 29ê Kanûne de daxuyaniya nivîskî parve kirin. Heyetê di daxuyaniyê de diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye ku gavên erênî bavêje û hewldanên wî tev ji bo welat bigîne asta ku heq dike ye. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişandibû ser rol û rista saziyên civakî, partiyên siyasî û hemû pêkhateyên demokratîk. Abdullah Ocalan dîsa di peyama xwe de li ser girîngiya tifaqa gelê Kurd û Tirk rawestiya û û xwestibû Meclisa Mezin a Tirkiyeyê jî rola xwe bilîze.
Siyasetmedar, akademîsyen û parazvana mafê mirovan Fatma Bostan Unsal, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku heyeta DEM Partiyê di 29ê Kanûnê de bi raya giştî re parve kir, ji Ajansa Welat re nirxand û wiha got: “Pirsgirêka Kurd li Tirikyeyê bi awayekî rasterast bûye sedemê windabûna 40 hezar mirovan. Herwiha bûye sedema windabûna trîlyonan dahatê. Dîsa bi awayekî ne yekser jî bûye sedema gelek pirsgirêkên din. Em ji hewldanên Tirkiyeyê yên têkildarî çareseriya pirsgirêkê ku sê meh in didomin û di hevdîtina li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hatiye kirin de careke din dibînin ku şansê çareseriyê hatiye ber civaka Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd a bi salan rê li ber binpêkirina mafên mirovan, tazmînnekirina mafên beriya niha hatine binpêkirin û ewilî zirareke cidî dide hemwelatiyên me yên Kurd. Lê di heman demê de hemû civak jî jê zirarê dibîne.”
Fatma Bostan Unsal di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Weke ku Meclisa Neteweyî ya Fransayê ku du sed û pêncî sal berê li hev civiya bû tespîta ‘Yekane sedema karesatên herî mezin ên ku wê bi serê mirovan de bên; bêesilbûna rêveberiyan nezaniya mafên mirovan, paşguhkirin û kemî xwe dîtin e.’ kir. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê zirareke mezin dît. Ya zirar dît hemû Tirkiye ye, weke ku di vê hevdîtinê de jî hatiye bilêvkirin çareseriya pirsgirêkê li gel desthilat, mûxalefet, Meclisa Tirkiyeyê û saziyên sivîl bi tevlibûna beşên din dikarin encax pêkan be.”
Fatma Bostan Unsal di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku diyar e nêrîna fermî ya Tirkiyeyê ku beriya sedsalekê destek dida vebijêrka “plebîsîte” ya der barê Kerkuk û Mûsilê de bi awayekî radîkal hatiye guhertin û wiha axivî: “Dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî vê vebijêrkê hewce dike ku bi polîtîkayên pêk tîne xwe di rexnekirin û rexnedayîneke cidî de derbas bike. Nêrînên ku di vê hevdîtinê de hatine bilêvkirin, di demeke ku em li ber pêşketinên nû yên li Rojhilata Navîn in derfetê dide ku hem bandoreke erênî li aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî li têkiliyên derve bike.”