27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Faşîzma înorganîk li pêşiya çareseriyê asteng e

Êdî sîstema faşîzma înorganîk sûdê nade; helwest û motifkariya quretî, kubarî, feratî û zedekariyên netewperestiya mîratzedeyên dewşimeyan û barbariya çeteyên DAIŞê, paramîlîterên Artêşa Millî ya Suriye û  HTŞê, sûdê nade.

Em bi bîranînekê dest bi nivîsa xwe bikin. Di sala 1966-67 de ez mişextî gundekî navçeya Tefennî ya Burdurê kiribûm. Her sibeha duşemê, qeymeqam dihate kontrol û çavdeêriya ku gelo ez  bi zarokan Sirûda Îstîklalê didime gotin an na, Pişt re, min  bihîst ku dostê hêja û mirovê “aqîl” Îhsan Çolemêrgî jî gundekî wê navçeyê kirine. Me hev nas kir. Îhsan Colemêrgî jî got; qeymeqam  her roja duşemê  tê kontrola dibistana min jî.

Di sohbetekê de min got; em li pêşberî faşîzma organik in. Mirovê aqîl Îhsan Çolemêrgî got ev sîstem encama perwerdeya “pençîk”an anku zarokên dewşîrme ye. Ti dibêjî faşîzma organîk ava kirine, lê na, civakeke înorganîk avakirine.  Divê em  gelê Tirk ji wan mirovên çepel û qirêj cuda bikin.

Civaka organik, bîrdoziya Emîle Durkheim e û tê wateya organîzmaya zindî; her kes, her sazî û her cure  pîşesazî bi hev re û  bi aheng kar bikin e.

Înorganîk jî biwêjeke kimyayê ye, tê wateya, hevgirtina çêkirî. Di zanista biyolojiyê de, organîzmayên zindî hev çêdikin. Lê honandina înorganîk, ji aliye organîzmeyên ne zindî ve, yanî ne xwazeyî ve têne çêkirin. Civakên înorganîk, cinewirên di postikê mirovan de ne.

Min jî, dostê hêja Îhsan Colemrgî jî dixwest heman tiştî bêjin, lê dostê hêja baştir û bi awayekî zanistî û ji faşîzma Hitler cuda nêzîk dibû.

Faşîzma Hîtler, li ser îdeolojiya “nijadî-volk”, yek millet, yek ziman, yek dîrok, xwîna “asîl ya arî”, çanda saf û paqij hatibû honandin. Sembol jî xaça bi anîşk, “roj”a ari”yan  bû.

Sîstema pençîk –dewşîrmeyan- jî li ser bingeha, bendetiya xanedaniyê û vexwarina şerbeta şehadetê hatibû avakirin. Pêdiviya xanedaniyê bi zêdekirina vî nifşî hebû; li Balkanan bac û bêşa zarokan danîbûn. Her sal bi hezaran zarok kom dikirin û dibirin,  Armanca xanedaniya  Osmaniyan ne nifşê arî bû, zêdekirina hêza şûrkêş û şervanên futuhatê bû.

Mirov û civaka ji van zarokan dihate avakirin, di zindana zihnî de dîl dihatin girtin. Beden jî weke hêza înorganîk-heywanî dihate bikaranîn. Van zarokan bav û kalên xwe, xizm û hemwelatiyên xwe, weke kafir-gawir didîtin, kuştina wan jî weke rêya çûna bihûştê qebûl dikirin.

Ev jî bi gotina vexwerina “şerbeta şehadetê” bi nav dikirin.

Eger em bi çavên Spînoza,  li vê organîzmayê binêrin, sîstema pençîk-dewşirme, sîstemeke kontrola rêkûpêk ku menende wê li cîhanê nînin e. Têkoşîn û şerê ji bo xanedaniyê, rêya gihîştina Xwedayê mezin e. Îro jî, ev fikir û vegotinên şaş û faşîzan, bi ayetên Qur’anê  ve têne girêdan û abadî-ebediyeta Xwedê weke ya dewletê nişan didin. Ev şîrk e û gunehkariyeke mezin e. Lê oldarên sîstemê, bi temahiya trêmbêlên lüks û qesran, tevlî vê şîrk û gunehkariyê dibin.

Îro, ev sîstema weke endezyariya herî bi rêkûpêk ya faşîzma veşartî, bi saya paradîgmaya Abdullah Ocalan û têkoşîna nivsedsalî ya ciwanên  Kurd hatiye têkbibirin.

Faşîzma veşertî, Xwedayê nû, oleke nû, baweriyeke nû avakiriye. Faşîzma veşartî Xwedayê nayê dîtin e û “kok Turk” e. Ola nû jî Turk-î Turan e û ew şûrê Xwedê ne.

Îdeala çêlikên dêlegura Asena jî dagirkirina Kurdistanê ye.

Ev egoya ketî, ne ncama perwerdeya “pençîk-dewşirmeyan e” û her roja duşemê   bi xwendina merşa neteweyî ya li dibistanan tê nukirin?

Vê sîstema “bêyom” di  komara nîjadperest de, skandalên kuştina zarokan li nexweşxaneyan, skandala dîplomayên sexte derxistine holê. Restorasyona  sîstemê jî bi êrişên futuhatên talan û wêrankirina gund û xweza û qeraxên deryayê, kuştinên bi destê çeteyên weke JITEM, Xençer, korucuyan; li derve jî bi deste çeteyên DAIŞ, OSO û HTŞ dikin e.

Her skandalek ji van, bi taybetî kuştina zarokên li nexweşxaneyan û dîplomayên sexte sedema têkçûna desthilardariyan e. Lê desthilatdariya “reîstî”ya mutlaq, bi dek û dolabên cûda, bi darbeyên siyasî û dadgerî, bi qeyum, tecrîda mutlaq û abad-dewletê li kerkidanê xwe suwar e û ha ha pîkolê dike.

Ev  helwest, stranên li dijî Xweda, li dijî ola Îslamê ne.  Ji destpêka muxlaciyên Mogolî û heta bi paşayên Osmanî, seruwenên leşkerî û dagirkerî di bin sîwana “Xwedayê neteweyî” de hatine kirin.  Sîstemeke “site û çakerî-koleti” ya Aristoteles ava kirine lê  wek ucubeyekê derketiye holê. Hiqûq bi nav heye,  demokrasi û edalet jî di gotinê de heye.

Her tişt li gorî hiyerarşiya sadaqata “reîs” û îllîsturasyona tarîqatan hatiye dîzaynkirin.

Vêca, em werin ser pirsê: Gelo dewşîrme Hakan Fîdan dema li Kurdên Rojava gef xwer, di aqlê wî de Xwedayê mezin hebû, yan jî “mitos”a xwedayê neteweyî hebû?  Xwedayê neteweyî tê wateya sadaqata bi reîs, ata û şef re.

Herçiqasî di sala 1920 û 21ê de,  seltanet û xelîfetî hate berterefkirin jî di dewsa wan deç pêşî  “ata” li ser text rûnişt, pişt re  “şef” rûnîşt, pişt re, general rûniştin. Îro jî “reîs” rûniştiye.

Di  serdema ku bi inîsîyatîfa Birêz Abdullah Ocalan, pêngava “Aştî û Civaka Demokratik” hate destpêkirin de, di bin sîwana meclîsê de komisyonek hate avakirin. Ev gaveke dîrokî ye û di dîroka dewleta Enqereyê de yekemîn car e ku gaveke wiha tê avêtin.

Her çiqasî bi navê komîsyonê ve gotina neteweyî hatibe zaliqandin jî, ehl-î wijdan, kedkar, karker, jin û ciwan û xelkên li kolanan, azadî û demokrasiya rasteqîn dixwazin. Bi taybetî piştî dizî û talana aşkere, dîplomeyên sexte, kuştina sebiyan di nexweşxaneyan de, kûrbûna krîza aborî, siyasî û cîvakî,   tîpolojiya Hakan Fidan û fikrê di mêjiyê wî de hatiye zindan kirin jî wê  nikaribe pêşiya pêvejoyê bigire.

Rojhilata Navîn dikele, “çanda bîadê” ya “dewşirme” têk çûye.

Bi saya têkoşîna nîvsedsalê, li Tirkiyeyê “aqilê stewihayî” serdest bûye û “çanda bîadê“ têkbiriye. Aşkere bûye ku, “qanûnên polayî” jî nikarin sîstema bêyom ya pençîk li ser piyan bihêlin.

Surprîzên gelerî hene, ev surprîz jî ne li Enqereyê û Şamê ne. Hakan Fîdan jî wekî fîguranekî ku li “sîrkê” bilîze, haraket dike. Bingeha sîrkê têkçûye û  lîstika palyaçoyan sûdê nade.

Eger Halkan Fîdan, gefa dagirkeriya mîna li Efrînê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê dixwe,  ne rêyeke “aqîlane” ye.  Tirkiyeyê li herêmê îtîbara xwe winda kiriye. Di civînên Trump de, ne li Riyadê, ne li Waşîngtonê Tirkiye cih nagire. Tirkiye pişta xwe bi komên çete û HTŞê qewîn dike. Ew jî baş dizanin ku ev rêya mirinê ye.

Aşkere bûye ku li Rojhilata Navîn dîrok dubare nabe. Di destên dewleta Enqereyê de tenê Kurd mane, Kurd jî daxwaza mafên xwe dikin.

Desthilatdariya Reîs Erdogan,  bîst û çar saetan êrişî Îsraîlê û netewperestiya bi Tewratê hatiye îşkdan dike; ji bo Suriyeyê jî, banga parastina yekparetiyê dike. Balkêş e ku, ew,  du-sê qatên  Netenyahu zêdetir  êrişî Kurdan dike,  qirkirin û wêraniyan dike, li Suriyeyê jî xak û bajarên Suriyeyê dagir kirine û dixwaze  xeteke ji Derya Spî ya di ser Efrînê re, heta bi Şingal, Kerkûk û Musilê ava bike.

Êdî kes bi derewên wan naxape.  Ava çemê dîrokê jî ber bi pêş ve  diherike Lingên çîrokên, Kutat Gu Bilîg û Kok Turk li hewa mane. Potansiyela dagirkeriya ku Hakan Fîdan, weke gefa li dijî Kurdan bikartîne jî têkçûye.