Min dixwest vê hefteyê ji bo bîranîn M. Kemal işik-Torî û ziman binivîsim. Min dixwest bêjim “ziman welat e,” lê “rasîzm û sukûnîzm”a sedsalê destur neda.
Rasîzm tê zanîn, lê “sukûnîzm”a ku ez behsa wê dikim, bêdengkirina “Kanuna Takrir-i Sükun” e. (4 Mart 1925). Sukûn, gotinek erebî ye, dewşîrmeyên bûne Tirk, weke her tiştî ev gotin jî ji xwe re birine. Li wan pîroz be!
Em hinekî vekin; Sukûnîzm”, bi Abdulhamîd Xan destpêdike. Ev serdem, di literature faşîzmê de weke Hamidizm, yan jî faşîzma “Yildiz Sarayi” tê binavkirin. (Faşîzm, ji serdema Roma û heta îro, weke darê zorê, şûr û daqoqê kuştinê tê bikaranîn. Paşayên Îttîhat û Terakkî, her dem, diktatorî û cîhangîrî di yek wateya de bikaranîne. Ji pêşî û paşî, bûne pêşeng. Hîtler, Mussolînî, Franco, Salazar, Saddam, El Başîr û hwd.)
Piştre “sukûnizm”a Îttîhat û Terakkî dest pê kir, Îttîhadîzm, yan jî Enverîzmê dets pê kir… Ev serdema qirkirina gelên Anatolya û Kurdistanê ye. Di we serdêmê de xaka Osmanî weke Enverland dihate binavkirin.
Piştî ku komar(1) hata avakirin, her çiqasî navê “laîk”tî hate bikaranîn jî, diktatoriya Kemalîzmê dest pê kir. (Di rûniştina Maslîca Enqerê de, 6ê Gulana 1922an, Kanuna “Serfermandariya Artêşa Tirk hate qebûlkirin. Ev kanun destpêka diktatoriya serdemê ye).
Piştre dîktatoriya “şef” dest pê kir. Yanî diktatoriya ku weke “Şana Îsmet”, yanî dewr-î Îsmetê kerr-î sakit, dest pê kir. Ev serdema despotîzma romiyan e.
Belkî nifşê min, “Şana Ismet” çiye dizane, lê nifşê pey min, guman dikim, ji sedî sed nizanin. Em bi mînakekê vebêjin; Serdema şef Ismet Înonû, serdema şerê cîhanê yê 2mîn e. Înonû, bac û bêşa, sewal û hatina salane danî. Kesên ku bac û bêş ji gundan berhev dikirin jî romî bûn. Yanî esker bûn… Ez di romanên xwe de, gelek caran, behsa van serdem û kiryarên faşîzan dikim.
Yek ji çîrok û serpêhatiya “Şana Ismet” ya balkêş û mînak, li gundekî navçeya Elih Kercosê çêbûye: “Piştî bênder hatin rakirin, efserek û çend nefer diçine gund û ji muxtar dixwazin ku, bac û bêşa qutê salane di çuvalan de bînin û teslîmî wan bikin. Muxtar, dibêje, îsal dexl nehat, raqiqê tiştek bi me ne hişt, kulmek dexl di mala tu gundiyekî de nine. Efser hers dibe, muxtar û azayên wî, piştre jî, gundiyan êşkence dike. Eşkenceyek hewqas dijwar dikin ku muxtar û çend gundî, ji hişê xwe diçin. Jinên gund êrîşî romiyan dikin, wan bêçek dikin, girêdidin û diavêjin odeyekê. Piştî du-sê rojan, efser lave dike, dibêje em li hev werin, hun me berdin, çekên me bidin me, em bac û bêşa qutê îsal ji we naxwazin. Gundî qebûl dikin û dibêjin sê tiştên ku we layîqî me dîtine hene, em ê wan teslîmî we bikin û piştre biçin.
Gundî du çuwalan datînin ber efser û dibêjin: “Diyariya ku we daye me; yek şifqe ye, me hemû şifqeyên gundiyan kirine çuvalekî û didin we… Diyariya duyemîn jî nasnameya bi demxeya sor e, me hemû nasnameyên gundiyan kirine çuwalekî û didin we, Diyariya sêyemîn jî êşkence ye, mixabin em wê diyariyê nikarin bidin we, ev ji me re dimîne…. Ahaaa vane diyariyên we û vane çekên we, rahêjin wan û biçin.”
Piştî vê çîroka, faşîzma “şefîzm”ê em dewam dikin;
Piştre, dewr-î darbeyên eskerî destpêkir. Ev serdem jî, weke serdema dagirkirina Kurdistanê, ku ji aliyê hêzên Îslamî ve hate destpêkirin e. Di dema ku hêzên Ereb, ketin Kurdistanê, ji sedema mirov bi zimanê erebî nizanin, zimanê Kurdan hate jêkir in. Serdema darbeyên eskerî yên li Tirkiyê jî, ne tenû zimanê Kurdan, dilê wan reş kirin, mêjiyê wan jî kor kirin!
Herî dawî Eylûlîzm û Tayyîbîzma ku weke du xelekên li pey hev in “sukûtîzm”a faşîzma romiyan, ya Îlonê 2 nifşan dewam kir. Îro jî Tirkiyê wekî Erdoganland, tê binavkirin. Ev serdem jî, weke serdema ragihandina Dewleta Enqerê ye.
Beriya darbeya eskerî; Yek, Rapora Dêrsîmê, di 15 û 16ê Hezîrana 1978an de, ji aliyê endezyarekî bi rutbeya albay ve hate amadekirin… Du, di 19 û 26 Kanuna 1978an de komkujiya Mereşê hate kirin… Sê, Rapora Amedê, di sala 1979an de ji aliyê efserên artêşa Tirk ve hate amade kirin û ji Serfermandariya Artêşa Tirk re hate şandin… Çar, Rapora cihêkariyê ku Serokê Kontrola Serfermandariya Cendirmeyan amade kir û radestî Serokwezîrê serdemê Bulent Ecevît kir û weke bingeha rewşa awarte kete pratîkê. Li devê zaningehan, ciwanên Kurd û çepgir bi komî hatin kuştin.
Ji bîlî xwendekarên zanîngehan, pêvejoya kuştinên ku serokwezîr jî di nav de bûn, serokê giştî yê DISKê, dozgar, professor, nivîskar û akademisyenan dane destpêkirin. Mînaka nêzîk ku tê bîra herkesî, lîsteya karsaz û siyasetmedarên kurd a di berîka Dêlegura Tansu Çîllerde ye. Yanî pêr, doh û îro xelekên girêdayî hev in.
Sedsaleke bi korîtiya îdeolojîk û “rafîzî”ya angajmanên civakî-sosyolojîk temam bûye heye û dewam dike.
Ji Tiştên Balkêş: Komela Psîkiyatri ya Tirkiyê, raporek amade kiriye û dibêje; “Şer, ji bo mirovaniyê çavkaniya xerabuna ruhî ye.” Mînel acaîb, Komara Tirkiyê, sed sal in, li dijî gelê Kurd şerê tunekirina dimeşîne. Ev Komele, heta îro ji bo şerê li dijî gelê Kurd raporek amade nekiriye. Di serdema desthilatdariya AKP/MHPê ya 22 salan de, li tevahiya Tirkiyê, civakek kor û kerrende, seqet û felc, weke mehuya ku çêlîkên xwe dixwe, derxistiye hole. Her roj, zarok li kolanan, li malan têne kuştin. Vê komelê raporak amade nekiriye. Lê îro, şîretan li cîhanê dike. Ev polîtîqeya minel acaîb a angajmanên sosyolojîk e. Erêkirina dîroka fermî, rasîzm û dîktatoriya silava Edogan a 4 teliyan e.
Bêyî navê Kurdan bidim; Sosyologên wekî Ismaîl Beşîkçî, ekonomîstên wekî Arslan Başer Kafaoglu, nivîskarên wekî Fetnî Nacî, Dogan Ozguden, Incî Tugsavul, Ayşe Zarakolu, Nebi Dadaloglu, Mehmet Kemal, Dr, Hikmet Kivilcimli, Adnan Ozyalçiner, Cavit Orhan Tutengil, Ragip Zarakolu, Nurer Ugurlu, dîrokzanên wekî Buşra Ersanli, Prof. Dr, Celal Şengor û hvd. rastiyên li Tirkiyê nivîsî ne, îro jî mirovên wekî Merdan Yanardag hene… Lê teva rastî êrîşan hatine û tên.
Yanî, mîratzadeyên Ittihat û Terakkî, sed sal in siyaseta faşîzan dimeşînin, rê nedane tu kesî û tu saziyên civakî ku rastiyan bêjin. Lewma me got; Civakek kor, di aliyê degelî-cesaret de kerrende, di aliyê hişmendî de seqet û felc hatiye afirandin. Li hemberî ku nijadperestiya îşkdayî di radeya linca li kolanan de heye, Komeleya Psîkîyatri ya Tirkiyê şîretan li desthilatdariya Tirkiyê û mixalafetê nake, lê li cîhanê dike!
Şerê li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê, li Xezayê, li Lubnanê dewam dike, raya giştî ya cîhanê teva alaqadar dike. Ji bo vê jî dive her kes, ne bi berçavikên bergilan, bi çavên vekirî, bi çavên mêjî û dil, li pêşketinan binêre. Tirkiye, yanî Erdogan, êrîşî desthilatdariya Netenyahu dike, di her axaftina xwe de behsa terora dewleta Israîl dike. Lê Erdogan, her roj, hejmara kuştina ciwanên Kurdan, zarokên Kurd dide û wan weke terorîst binav dike. Aqlê wî kor e, lê gelo aqlê tevahiya Tiriyê kor e, ku rastiya li Tirkiyê û Kurdistanê nabînin. Her dem behsa bombardumana xaka Kurdistanê dike, bi gotina “em ê wan di kûn’ên wan de tune bikin” behsa wêraniya gundan, koçberiya komên xelkê û tunekirina erdnîgariya Kurdistanê dike. Erdogan, ne tenê li herêma Başûr û Rojava, li Şingalê, Bakurê Kurdistanê û li wargehê penaberan Mexmurê jî, rojane bombarduman dike. Li Ewropa jî Kurdan bi komî dide kuştin.
Tecrîda li Imralî, ku 43 meh ji ji girtiyên li Imralî tu agahî nayê girtin, ne kuştina reş ya serdema navîn e? Hemû kiryarên serdema navîn weke suc têne dîtin. Tirkiye û Erdogan, di sedsala 21’ê de vî sucî dikin.
Gelo, bombardumana kampên li Xezayê gunahkarî ye, bombardumana li dijî kampa penaberan a Memurê xêr û bereket e Gelo vijdanê mirovahiyê jî di çuvalên “Şana Îsmet” de ne? Ya balkêş jî ew ku Erdogan siyasetek dirû û derew dimeşîne, ew gelê Filstînê jî napêrêze, ew tenê eniya Ixwani û Hamasê diparêze.
Binêrin! li Erodganlandê, di meha Temmuz û Tebaxa îsal de, bi buhayê 70-80 milyon dolarî mal firotine Israîlê. Saziya TUIKê jî, dibêje; Tirkiyê bi bihayê 437 milyon dolarî mal firotiya Israîl, Israîl jî bi bihayê 167.3 milyon dolarî mal fiortiye Tirkiyê. Baş e, Komela Psîkiyatri ya Tirkiyê banga aştiyê li kê û ji bo dike?
Pirs ev e; Gelo Komela Psîkîyatri ya Tirkiyê, ji bo mafê gelê Kurd û mafê jiyana hemwelatiyên li Tirkiyê, Kurd, Çerkes, Elevî, Suryanî Ermenî, Laz û hwd. ji bo demokrasiya li Tirkiyê bangekê nake û nabêje, li dijî gelê Kurd bikaranîna çekên kimyewî wê di paşerojan de bibe sedema tunebûn û seqetbûna nifşên paşerojan, bangekê nake? Ev kortiya îdeolojîk e û tê armanckirin ku ev korîtî li nava tevahiya civakan were belakirin. Yanî xurtkirina tevlîheviya angajmanên sosyolojîk û pejirandina ruhê faşîzma 12ê Îlonê ye.
Bi gotina Prof, Dr. Bulent Bilmez, divê, dînamîkên li Tirkiyê, ligel gelê Kurd, li dijî “hakimyet-î Tayyibiye” têkoşîna xwe dijwar bikin.
Zanist û akademisyenên, Tirk, bi berfiherî behsa darbeya 13ê Temmuzê, ku Erdogan kiriye qajikê devê xwe nakin. Ev haraket mina suîqesta Îzmirê ya sala 1926an e. Bê çawa suîqesta Îzmîrê kirin bingeha cîhanşimuliya Mustafa Kemal, dixwazin, tevgera 13ê Temmuzê jî bikin bingeha faşîzma “reîsti”ya Erdogan. Ji bo vê jî ketine pey lêgerîna desturnameyeke nû û dixwazin, “reîsti”yê mayinde bikin. Hamîdîzm, Enwerîzm, Kemalîzm,. Şefîzm, Eylûlîzm û Tayyîbîzm.
Tayîbîstên ku Emîna Şenyaşar ji devê deriyê meclîsê qewirandin, kujerên Hizbulkontra efû kirin, kujerê rojnamevan Hirant Dink efû kirin, li meclîsê weke gladyatoran êrîşî parlamenetên Kurd dikin.
Menendê nijadperestî û faşîzma mîratzadeyên Îttîhat û Terakkî li cîhanê nine. Ji ber ku nifşekî din yên dewşirme li cîhanê nînin. Gelek kes, dibêjin, ti her dem behsa nifşê dewşirme dike. êdî ew Tirk in, dive em wan jî weke Tirk qebûl bikin. Ez gelê Tirk ji wan dewşîrmeyan tenzîh dikim. Nabe, erdnîgariyeke wan, dîrokek wan nine. Dîroka zimanê Tirkî jî bi Mustafa Kemal û efserê Ermenî Dikran, bi damezrandina Gûneş Tûrk Dîl Teorîsî û pêkanîna konferans û cîvînên îdeolojîk, bi avakirina tez û teoriyan, dest pê dike. Bi faşîzma eskerî, burokratîk û sîstema kolonyalîst ku weke îdeolojiya fermî derxistin pêş û dane qebûl kirin û dimeşînin.
Her derewa bi navê dewletê têkirin, weke kuştinên kujerên wan ne diyar e û bi zorê didine qebûl kirin. Gotina li jor Xweda, li erdê dewlet… Çêkiriye, derew e û dewlet jî ne pêxemberin û nikarin berdevkiya Xwedê bikin. Dewleta li erdê, di nava sucên li dijî gelan de winda bûye, fetisiye. Em nikarin bêjin sucên dewletê nine, eger suc nebe sucdar jî nine û dewleta Tirk dibin sucan de têk diçe. Gotina dewlet, şer’î haraket dike, tiliya ku jêdike bi xwîn nabe, nostaljiyek “mekruh” û qirêj e.
Dewleta ku her sal di savgera fermana gel Suryanî-Seyfo de, li Mîdyadê, Mala Gebro Isa Zette, mihrîcanekê pêktînin û dixwazin romantîzma nijadparestiyê ava bikin, qulên bi fişekên romiyan di qonaxa “Ibarra” ku, di serdema seyfo de, qeymeqamdiya Osmanî bû, hemû planên seyfo li wir dihatin amade kirin, di kelêka qonaxa Gebro Îsa Çelma de ye û wek nexşeya qirkirina seyfo ye. Ew mihricana korkirina û angajmana cîvakî, rastiya komkujiya gelê Suryanî ji hole ranake.
Rûdena faşîzma Îttîhat û Terakkî xwedî mîrateyek 110 salan e û di bedena Anatolya, Derya Reş. Ege, Mezopotamya û Kurdistanê de birînên kûr vekirine. Serdema Tayibist de jî, faşîzmek klasîk tê meşandin û navê wê jî faşîzma sedsalê ye.