22 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Farûk Saglam ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin

Serokê berê yê Sêrtê yê BDPê Farûk Saglam bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin.

Farûk Saglam ku li Sêrtê di navbera salên 2010 û 2012an de serokatiya bajêr ji Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) re kir û endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bû, jiyana xwe ji dest da.

Saglam ku beriya hefteyekê li Amedê xwîn çû ser mejiyê wî û ji ber vê tedawî dibû, li gel hewldanên doktoran jî nekarî bê rizgarkirin. Wefata Saglam ê 45 salî malbat, xizm û derdora wî ya siyasî gelekî êşand.

Cenazeyê Saglam danê êvarê ji Amedê hate wergirtin û gihandin navççeya Misircê ya Sêrtê. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî bi merasîmekê li Goristana Kotipê hate veşartin. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên bajarên Batma û Êlihê yên DEM Partî û DBP’ê, MEBYA DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê û TJA jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Serdanên sersaxiyê li Mala Sersaxiyê ya Seyît Yûsûf Yavûz wê bêne qebûlkirin.