12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Farqîna me” ne tenê warê “bav û kalên” me

Rexneya li ser dîroka nivîsandî ya serdest ku bi giştî dîroka mêran e, ji hêla jinan/femînîstan ve bi îroniya „his(s)tory“ (dîroka wî/nêrza) bi gelek awayan hat teşhîrkirin. Yên şaristaniyan ava kirin û hilweşandin, împaratorî û dewletan damezirandin, şer û pevçûnan birêve birin, yên binketin, yên serketin her tim mêr in. Jin di vê dîrokê de -wek kena bi tinaz a li keviya lêv-  bi nivdevkî tên bilêvkirin. Ne tenê jin, her wiha gel û netewên bindest; ol, çand û civakên ne di xeta serdestan de ne jî ji gotin û kelamên xuyakirî bêpar man. An jî rastiya wan hat beravajî kirin, çep, çewt û şaş hatin vegotin û şîrovekirin. Bê guman di pirtûka serdestan de cih negirtin, an jî çewt cih girtin tiştekî ye; li dijî vê dîroka xwe bi xwe nivîsîn û dan xuyakirin tiştekî din e.

Ev rexneya giştî ya li ser dîrokê dikare di gelek beşan de cihê xwe bigire. Ne tenê dîroka giştî, dîroka bajaran jî dîroka mêran e. Mirov bala xwe bidê, li nivîsên ser bajaran de yên ku bajaran ava kirine (xerab kirine û şewitandine), niştecîh bûne, birêve birine, li ser helbest û çîrokan nivîsandine tim mêr in. „Kesayetên dîrokî“ yên bajêr  ji polîtîkayê bigire, heta hunerê, ji wêjeyê bigire heta aboriyê, ji dînê wî bigire heta qerfokên wî tev mêr in. Mirov li nav rûpelên dîrokên bajaran bigere –serdem çi dibe bila bibe- ji Atînaya dema Antîk dernakeve. Jin ne mirov in, ne jî xuya ne; bê nav in. Bi hemî wateya peyvê „yên bi sê tîp“ in!

Ligel rexneya nexuyakirina jinan di dîroka bajaran de hin înîsiyatifên jinan li gelek deveran dest bi lêgerîna dîroka jinan kirin. Li kolan, qad û avahiyên bajaran ketin dû şopên  jinan, dû bîranînên wan ên li kuçe û kolanan û wateya wan a ji bo jinan. Diviyabû jin xwe ji zîncîrên nexuyakirinê xelas bikin û ji nav şikeftên veşartî derkevin. Û ji bo vê yekê jî divê dîroka bajaran jî ji çarçoveyeke nû bê şîrovekirin, an jî nivîsandin. Lewre wekî hemû bûyerên civakî di pêşketina bajaran de jî ya ku bandorê li ser rêgez û bûyeran dike têkiliyên zayendî ne. Tu qunc û deverekê bajêr bêyî rastiya rola zayenda civakî nikare bê şîrovekirin.

Nûtirîn dokumentarekî di derbarê Farqînê de li ser medyaya civakî hat weşandin. Hunermend Farqîn Azad û komek nivîskar û hunermendên farqînî dokumentara bi navê „Farqîna me“ bi armanca danasîna cih û kesayetên dîrokî yên Farqînê amade kirine. Her çiqas ev xebata giranbuha bi taybetî di hêla dîroka xwe bilêvkirinê de layiqê pîrozkirinê be jî, di çarçoveya perspektîfa zayenda civakî de hêjayî çend rexneyan e. Madem me pênûsa xwe girtiye destê xwe û ketine heyra nivîsandin û xuyakirina dîroka xwe, divê têşe û awayê nivîsandina me ji ya serdestan cûdatir be.

https://www.youtube.com/watch?v=EX4JS-F6YcU

Rastiya ku  jin di dîrokê de ji qadên vekirî hatine dûrxistin, bê hay û bay mane, bê nav û  şan mane, bi avabûna bajaran / wargehan destpê nekiriye bê guman. Lê mixabin ne bajar be jî, şîroveya ser bajêr me hevkarê vê gunehê dike. Niştecihên bajêr kî ne? Nirxên ku bajarekî „dîrokî û qedîm“, „dergûşa çand û hunerê“ dikin, kî/çi ne? Kedkarên/avakirên berhemên/avahiyên dîrokî kî ne? Bîra civakî ya bajêr li ser keda kê heta niha xwe parastiye? Êş û xema bajêr kî dikişînin? Ev çend pirs dê derfetê bidin ku em karibin bajarê xwe ji xeynî „şexsiyetên dîrokî“ jî pênase bikin. Şîroveyên ser bajaran jî wek îluzyon in. Ango li gorî „kî ji kîjan perspektîfê“ lê dinihêre diguhere. Ya pêwîst ew e ku mirov karibe van perspektîfên cuda bi harmoniyekê û hevûdu temamkirî pêşkêş bike. Yê ku Farqînê dê bi rastî „rengîn“ bike, ev e. Farqîn bi hemû niştecihên xwe, bi jin û zarokên xwe, mirtiv û gerokên xwe, macir û koçberên xwe, ermen û fileyên xwe, feqîrok û koçerên xwe „rengîn“ e. Yê ku bajêr bi ruh û can dike, avahiyên wî bi wate dike, wî zindî û wargeh dike, jiyana wî ya civakî ye. Nivîskar Rojen Barnas di pirtûka xwe ya hêja ya bi navê „Farqîn“ (2013) de beşeke bi sernivîsa „jiyana civakî“ nivîsandiye. Bêyî ku rola jinan binxêz bike, mînakên jiyana civakî yên li Farqînê daye nasandin. Li vir kevneşopiyên niştecihên Farqînê, bîr û baweriyên wan ên bi hezar salan ku xwe gihandine heta roja me ya îro û têkiliyên wan ên bi hev re bi balkêşî derdikevin pêşberî me. Ger dawet bêyî mirtivan bên şîrovekirin kêm e; ger nexweşî dermankirin bêyî çanda pîrikan bê şîrovekirin kêm e; ger karên bi hevkarî (çandinî, baxçewanî, bazara kirîn û firotinê, dan û savar, qelî çêkirin û hwd.) bêyî rola jinan bê şîrovekirin kêm e; ger çarşema reş bêyî çanda Êzidiyatî û Zerduştî bê şîrovekirin kêm e; ger baweriyên gelerî bêyî têkiliya wan a bi xweza û mirovan, her wiha çanda xwedawendatiyê bê şîrovekirin kêm e. Bi gelemperî yên ku bajêr dike jîngeh, vê jiyana civakî ye ku bingeha xwe ji civakbûna jinê digire.

Gotûbêjên ser Siyabendê Silîvî bê Xecê, Zembîlfiroş bê  Xatûn, Siyahpûş bê Dîlber, xeberoşk û zargotin bê bêjerên jin; Malabadê bê Rindêxan; kaniyên Farqînê bê ciwanan, Mizgefta Belediyê bê paşeroja xwe ya Dêra Ermenan, kuçe û kolan bê lîstikên zarokan kêm in. Ji ber vê yekê ye ku gotina warê „bav û kalan“ bê „dayik û pîran“ hem kêm e, hem jî ne di cih de ye. Bila kes xwe nesipêre gotinên wek „ev biwêjên bi sedan salan in û di nav gel de wisa rûniştine“ Biwêj e, lê bîrdoziya mêr temsîl dike. Çanda „dayik û pîran“ bi hezaran salan ji çanda bav û kalan mezintir û qedîmtir e. Jin hem nîştecîh, hem avakir, hem hemwelatî û hem jî dozgerên warên xwe ne. Layiqê nav û şan û xuyakirinê ne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê