Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba ku demeke dirêj e bi AKP’ê re pirsgirêkan dijî, li ser hesabê xwe yê medya sanal daxuyaniyek da û ragihand ku ji endamtiya AKP’ê û parlamenteriyê îstîfa kiriye. Fakibaba, di daxuyaniya xwe de got ku ji ber ku êdî bi kesên ne li gorî feraseta wî ya siyasî û exlaqî re nexebite, kêfxweş e.