18 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ezmûna Banga Aştî û Civaka Demokratîk û Tirkiyeya ‘Bêteror’

Racî Abî

Dîrok careke din şahidiya ‘pêvajoyeke çareseriyê’ dike. Li aliyekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li aliyê din rayedarên dewletê. Helbet dê li gorî aliyê rêxistinkirî û xwedî hêz, dîrok teşe bigire. Lê kîjan?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xwe fesixkirinê û bidawîkirina şerê çekdarî ji PKKê xwest. PKKê jî xwe fesix kir û 30 kadroyên PKKê li Slêmaniyeyê bi îradeya xwe ji bo piştgiriya pêvajoyê bikin, çekên xwe şewitandin. Lê ji aliyê dewletê ve ji pêkanîna çend hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û avakirina Komîsyona Meclisê heya niha wek hiqûqî tu gavên şênber nehatine avêtin.

Abdullah Ocalan xwedî hêz û înîsiyatîf e

Di 1ê Cotmehê de Serokê MHPê Devlet Bahçelî di Meclisê de destê xwe da destê parlementerê DEM Partiyê. Devlet Bahçelî bal kişand ser aramiya welat û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Meclisê de banga xwe fesixkirina PKKê bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Banga xwefesixkirinê û berdana şerê çekdarî li PKKê kir. Li gel vê yekê bang di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî nexşerêyek bû. PKKê piştî bangê xwe fesix kir, ji bo piştgirî bide pêvajoyê biryara berdana têkoşîna çekdarî da û li Silêmaniyeyê 30 kadroyên PKKê ji bo pêşî li pêvajoyê vekin, bi îradeya xwe çekên xwe şewitandin.

Dubendiya gotin û kirinê

Li aliyê din Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan jî ‘pêvajoyê’ wek ‘Tirkiyeya Bêteror’ bi nav kir. Li Meclisê derveyî partiyekê piranî partî nûnerên xwe diyar kirin ji bo pêdiviyên hiqûqî yên pêvajoyê amade bike komîsyon hat avakirin. Ji xeynî peyamên hatine dayîn wek hiqûqî heya niha tu gavên şênber nehatin avêtin. Herwiha di mijara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike, girtiyên nexweş, sepanên qeyûm, binpêkirinên li girtîgehan, girtina saziyên ziman, astengiyên li pêşiya mafê xwe îfadekirin û xwepêşandanê, operasyon û gefên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li aliyekê rayedar bi zimanê xwe ve qala xwişk û biratiyê dike, li aliyê din dijbertî û hesabên hilbijartinê. Li gorî gotinan dê komîsyon berî meha cotmehê çend xalên diyar kiriye bîne rojeva meclisê. Lê demokrasî bi gotinan nayê.

Dem dema xwe rêxistinkirin, guherîn û veguherînê ye

DEM Partî ji bo ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin ji gel re ragihîne, li gelek gund, bajarok, navçe, û bajaran civînên gel li dar xist. Di van civînan de derbarê peyam û nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, têkildarî hevdîtinên hatine kirin, gavên ku divê werin avêtin û nexşerêya pêvajoyê hat parvekirin, pirsên di van civînan de derketine pêş hatin bersivandin. Herwiha her roj panel, civîn, hevdîtin, çalakiyên têkildarî fêmkirin û rêxistinkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî berdewam dike.

 Derfet jî zêde ne metirsî jî

Li aliyê din dewlet û hikûmeta AKPê jî pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ rêxistin dikin. Li gelek herêman operasyonên leşkerî, operasyonên qirkirinê yên siyasî berdewam dikin, hevşaredar tên binçavkirin û girtin, li dijî girtiyan binpêkirinên mafan didomin. Dîsa li dijî Bakûr û Rojavayê Sûriyeyê jî rojane bi zimanê dijminatiyê, daxuyanî tên dayîn, gef tên xwarîn. Her roj ajans û rojname derbarê hiqûqa dijminatiyê û  têkildarî sepanên derhîqûqî nûçeyan derbas dikin. Xuya ye ku pêvajo ji kêfa AKPê re nayê hiştin. Heke dengê civakê û hêzên demokrasiyê bandora xwe li ser pêvajoyê nekin, berpirsyarî negirin, xwe tev li pêvajoyê nekin, li ser desthilat û dewletê giraniya xwe ava nekin, anku rojeva aştî û demokrasiyê serwer nekin, dê ev hewldan jî li gorî dil û polîtîkayên AKPê encam bibe. Lê belê careke din piştgiriya piraniya gel li pey pêvajoyê ye û hemû dane nîşan didin ku siyaseta înkarê her ku diçe winda dike. Lewra bi qasî ku metirsiya domandina şer û pevçûnan; derfetên aştî û demokrasiyê ji hemû deman zêdetir in.

Divê pêvajo bibe rojeva her kesekê

Li aliyê din hêzên demokrasiyê jî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ birêxistin dikin. Lê pêvajoya xwe ji nû ve avakirin û rêxistinkirinê diyar e ku bi tena serê xwe pêkanîna civînên gel naçe serî. Ji ber tevahiya gel, tev li van civînan nebû, pirs û gumanên xwe diyar nekirin. Dîsa li her malekê daxuyaniyê ku tên dayîn nayên temaşekirin,  nûçe û analîzên tên amadekirin ji aliyê her kesekê ve nayên şopandin. Li şûna wê li ser politikayên îmha û înkarê daxuyanî tên dayîn, li ser gelek platformên dîjîtal daxuyanî û nirxandinên ku civakê jehrî dikin tên parvekirin. Mixabin bersiva van amûrên şerê taybet baş nayê dayîn, rojev ji aliyê hêzên tarî û dilreş tê avakirin. Ev yek tevî destkeftiyan, ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin jî gumanbar dike.

Aştîxwaz zêde ne lê dengê wan lewaz e

Bi destpêkirina ‘pêvajoyê’ gel ji sedî 65 piştgirî dide pêvajoyê. Yên ku şer û pevçûnê dixwazin kêm in. Nexwe çima dengê ji sedî 65an pir lewaz derdikeve. Heke ev pêvajo lehengên xwe ava neke, ev leheng li gorî rihê demê tevnegerin, îhtîmal heye ku hemû destkeftî 100 sal paş de biçin. Li dijî nasname, bawerî, çand û dewlemendiyan rojane gelek êriş tên kirin. Lê belê li dijî van geşedanan lewaziya hêzên demokrasiyê, bersiv nedana êrişên li ser ‘pêvajoyê’ guman û baweriyên çareseriyê lewaz dike.

Dîrok şahid e û derengmayînê jî efû nake

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hemû sosyalîst, şoreşger, aştîxwaz û hêzên demokrasiyê xwe nû bikin, rêxistin bikin û tev li pêvajoyê bikin. Ji bo vê yekê jî manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk amade kir. Li gorî vê yekê dê her kesek xwe ji nû ve bigire dest, xwe li gorî pêwîstî û rihê demê ji nû ve ava bike, dest ji elimandinên pêşî li aştî û çareseriya demokratîk digire, berde. Divê her kesek, berpirsyariya pêvajoyê bigire ser xwe, derdora xwe birêxistin bike, zanebûn û têgihiştina xwe pêş bixe û bike malê civakê. Dîsa hemû jin, ciwan, hêzên demokrasiyê, saziyên sivîl ên civakî, hunermend, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan akademîsyen li gorî potansiyel û îradeya xwe, divê xwe tev li pêvajoyê bikin. Hêzên dijber bi hemû tarîtiya xwe ve li dijî pêvajoyê bûne yek. Nexwe çima hêzên aştî û demokrasiyê parçe parçe ne. Dîrok di serî de Kurd û Tirk, roleke girîng daye pêşiya hemû nasneme, bawerî, civak, hêzên demokrasî û azadiyê. Gelo em ê vê ezmûnê çiqas bi serkeftî didin meşandin? Dîrok dê careke din bibe şahidê me û dîrok derengmayînê efû nake!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê