Li dijî dîroka dayiksalar û şoreşa neolotîkê ya yekemîn ku tovê xwe li ser axa pîroz reşandiye, dayikên xwedawend afirandiye û cîhan bi hezkirin û binirx mezin kiriye, îro şerek pergalî û piralî ji aliyê hêzên ku li cîhanê serweriyê dikin ve diqewime. Îro Rojhilata Navîn tev de di nav çirûsk û agirê şer de ye, ter û hişk her tişt bêyî ferq û cudahî di nava xwe de dişewitîne. Ji xwezayê bigire, heta ax, av, dar û çûkan, ji avhewaya wê bigire heta mirovên ku bi awayekî pir hov û sîstematîk tên kuştin, revandin û şewitandin, darvekirin û bi îşkence, serjêkirin û fetisandinê re rû bi rû dimînin para xwe jê digirin. Cîhan tev de di nav karesat û bobelatekê de ye; ji aliyekî ve şer, ji aliyekî ve têkoşîna ji bo jiyanê tê meşandin.
Aqilê vî şerî, aqilê ku vê cîhanê bi rê ve dibe û wê ber bi dojehê û dawiya dinyayê ve dikişîne mêr e. Bi aqilê mêr-dewlet îro li gelek erdîngariyên cîhanê, dawî li giyanê jin, zarok, kal û pîr û mirovan tê anîn; jiyan li ser mirovan tê qedexekirin û herimandin, jiyan li jiyanê bi xwe tê mehrûmkirin. Sînorên vê bêedaletiya heyî her ku diçe fireh dibin û dewlet bêyî ku zagonên navneteweyî û nirxên jiyanê bizanibin û li gor wê tevbigerin hemû tiştên li derdora xwe bi êgir dişewitînin û binpê dikin. Edalet, wekhevî, azadî û nirxdayina jiyanê hemû bi sanciyên zayînê re digihijin hev, tevgerên jinan û tevgerên ji bo azadiyê têdikoşin hewl didin ku ji nû ve edalet, wekhevî û azadiyê biwelidînin û bivejînin.
Di nav têkoşîna sedsalî û serdemî ya bêdawî û pir cuda û balkêş a di cîhanê de û di nava derbasbûna dîrokê de, du şer li ser rûyê erdê hene; yek şerê hebûnê û yê din jî şerê bidawîkirina mirovan û pêkanîna serweriya xwe. Li vir du çem hene; çemê azadî û demokrasiyê û çemê koletî û desthilatdariyê, ku bi hev re diherikin. Di çemê azadî û demokrasiyê de keştiya jinan heye û di çemê desthilatdariyê de jî keştiya mêran heye. Di derbasbûna her dû çeman re îro li Rojava têkoşîneke wiha tê meşandin ku hewl didin bi jinên azad re mêrên azad ava bikin.
Di wextekî ku cîhan li dijî jinan êrîşên sîstematîk pêk tîne de, di şexsê Kurdistan, Filistîn û Xezayê de şerê qirkirina li jinan tê meşandin. Îro li Rojava jin berovajî wê dikin. Jin bi çekên ku mêran çêkirîne, bi aqilê mêr ê ku vî şerî bi rê ve dibe tên qirkirin û bi awayên herî hov dawî li jiyana wan tê anîn. Lê belê jin li dijî mêran li vir bi taybetî şerê çekdarî nameşînin, şerê hişmendiya mêr-salar dikin û hewl didin ku vê yekê di mejiyê wan de bidin guhertin, bidin pejirandin ku jin jî giyan û zayendek e, divê rêz jê re bê girtin, hebûna wê neyê binpêkirin, mafê wê neyê dizîn û windakirin û wekî karekterekê neyê hiştin.
Yekemîn car e ku di dîroka mirovahiyê de, îro mêr ji hêla jinan ve tên perwerdekirin û jina kurd pêşengtiya vê yekê dike, ku Rêber Apo pêşengê mezin ê vê têkoşîna di cîhanê de qet nebûye ye. Bi vê yekê re jin hewl didin ku ne tenê xwe, di heman demê de mêran jî li ser bingeha paradîgmaya Netewa Demokratîk Ekolojîk û Azadiya Jinê perwerde bikin ku hê bêtir bikevin ferqa mêrbûn anku zilamtiya xwe, nakokiyên wan bi wan bidin hesandin da ku bikaribin li dijî wê têkoşîneke rast bidin meşandin. Jin di gelemperiya cîhanê de, li her kolan û malekê bi awayên derûnî, fîzîkî, tenduristî, hunerî, zanistî û hwd. bi tundiya mêr re rû bi rû dimînin. Em behsa tundiya mêran a lêdan û îşkenceya li ser jinan tenê nakin, tundiya ku bi rêya şer û êrîşan li ser beden, deng, reng hest û aqil û şoreşa jinan pêk tê jî dikin. Jin di demeke ku hem jana êrîşên mêr li ser welatê wê dikişîne, hem jî bi tundiya mêr a di nava malê de rû bi rû dimîne de hewl dide ku quncikekî biçûk bibîne ku bêhnê tê de bide û bigire, ji wê bêhngirtin û bêhndayînê hêzê bigire ku bikaribe hê bihêztir li ser piyan bisekine, têkoşîneke hê bibandortir, demdirêjtir û bi awayekî stratejîk bimeşîne.
Li vir, di vê sedsalê de pêwîstî bi vê yekê heye ku êdî mêr ji hêla jinên ku şoreş pêk anîne ve bên perwerdekirin. Em binihêrin! Welatê ku bi rastî jî ev lê pêk tê û mêr ji hêla jinan ve tên perwerdekirin, helwest û nêrîna mêran a ji bo jinan guheriye, mêr piştgiriyê didin têkoşîna jinan, mêr û jin bi hev re vê têkoşînê dimeşînin û ev mînak lê bi pêş ketiye û dikare ji hemû welatên din re bibe mînak jî Kurdistan e. Îro şoreşa jinê xwe dispêre wekheviya jin û mêran, pergala hevserokatiyê xwe dispêre vê yekê ku mêr dikare jinekê, jin jî dikare mêrekî li kêleka xwe qebûl bike û bi nêrînên hevbeş proje û xebatên bibandor û çarenûsî bên meşandin û encamên wê yên erênî bên bidestxistin. Ev ezmûna ku îro mêrên li Kurdistanê tê re derbas dibin divê hemû mêrên Rojhilata Navîn û cîhanê bigire nava xwe.
Bêguman hişmendiya hezaran salan bi çend salên şoreşê re dê guhertinên pêwîst bi dest nexe. Ji bo wê dema ku hê jin li warê şoreşê tên qirkirin, ev nayê wê wateyê ku şoreş ji cewherê xwe tê valakirin, ev dide nîşandan ku mêr hê jî li dijî hebûna jinê ye. Pêwîstiyeke wiha bi şoreşekê heye ku mêr jî di nav de bikaribin li dijî mêrên ku jinan dikujin bibin xwedî helwest û bertekê nîşan bidin. Ev ne tiştekî pir xeyalî ye, dikare bibe rastî; eger mêr di kesayetî û zilamtiya xwe de nakokiyan bijî û bikeve pey lêgerîna rastiyê û mejiyê xwe ji fikra pergala dewletê rizgar bike û bibe yê xwe, dê wekî jinê ber bi xwebûnê ve biçe.
Tundî heye, şer heye û herdu bi hev re barê jinan giran dikin, hem di warê fêzîkî, derûnî û aborî de, hem jî di warê peydakirina jiyaneke biewle de. Li dijî şerê qirkirina jinan, divê mêr bibin xwedî helwest û di vê sedsalê de mohra xwe li şoreşê bidin û ji vir û şûnde êdî têkoşîna mêran jî destpê bike.
Êdî dem hatiye ku mêr bi vê berpirsiyariya dîrokî rabin, bikaribin çawa li Kurdistanê şoreşeke jinan çêbû û bandor li gelemperiya jinên cîhanê kir û niha encamên wê bi şoreş û serhildanên çêdibin de dertên, divê ku mêr jî vê ristê pêk bînin. Ancax ji Kurdistanê, ji warê Derwêş û Edûlê û Mem û Zîn û evîna wan a nîvçomayî, şoreşeke ku mêr pêşengtiya wê bikin û bikaribin bandor li gelemperiya mêrên cîhanê bikin û wiha ligel jinan bi hev re têkoşîneke ku di cîhanê de qet nebûyî bi pêş bixin û bibin layiqî keda bi hezaran şervan û pêşengên kurd; ku di kesayeta xwe de bi kûrahî têbikoşin û xwe bigihînin asta rêhevaltiya bi jinan re û bi hev re şer bikin û bigihin asta şehadet û fedayîbûnê.