4 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ezberên naziyên tirk li pêşiya çareseriyê asteng in

Ne kevin, beriya salekê bû, bi dexaleta rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, birêz  Abdulah Ocalan însiyatîf girt ser milên xwe, hem şer rawestand, hem PKK xwe fesih kir. Lê balkêş û manîdar e, rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, bi berpirsyariya xwe ranabin, li gotinên xwe xwedî dernakevin

Ezber, gotineke kurdî ye, lê tirk jî bi kar tînin. Kurd û tirk, vê gotinê bi heman wateyê bi kar naynin. Kurd, dema behsa dîrokê dikin, ezberên xwe didin aliyekî û li heqîqetê-rastiyê dipirsin. Dema ku tirk behsa dîrokê dikin, bi ezberên xwe rastiyê înkar dikin. Em vê rastiya di çarçoveya “mixabinî”yê de,  di pêvejoya “aştî û civaka demokratîk” de jî dibînin.

Eger rastî nebe, bingeha paşerojên jiyana wekhev nayê avakirin; eger rastiyên dîrokê neyên axaftin, bingeha biratiyê nayê avakirin. Rastî û xerakirina “ezber”an bingeha demokrasiyê ye.

Pirsgirêka bingehîn li Tirkiyeyê ev e û naziyên tirk jî hîna bi ezberên beriya sed û deh  salan diaxivin. Di dîroka qirkirinan de israr dikin. Ji têgihiştina “hîstorîzm”ê bêpar in, bi xeşîmiyek “ker û kor”, dîroka gerdûnî red dikin. Hîna di dîroka  çêkirî ku bûye bingeha hiş û ramanê “nazîzma” netewperestiya nifşê pîroz û serdest, li gorî, bi pêvanên “qoq”, “skelet” û “tivêla rû” hereket dikin. Ev ew ezber in ku enerjiya aqil û sazûmankariya dewletê, li gorî çîrokên çêkirî xerc dikin.

Eger em li zimanê rayedarên û siyasetmedarên tirk, ku di pêvejoya “aştî û civaka demokrtaîk de” bi kar tînin binêrin, pêwistî namîne ku em dûr biçin. Ji ber ku em çavdêr û şahidên şerê nîvsedsalî ne, çi bû, çi çêbû, çi hate kirin, kê çi kir, çawa kir, bi tevan dizanin. Tevgera Azadiya Kurdan, rêberê Tevgera Azadiya Kurdan, gelê kurd, siyasetmedarên kurd,  rewşenbîr û nivîskarên kurd, medya û rojnamevanên kurd, yek rojê, yek carê li dijî “gelê tirk” gotinek neyînî, xerab û haqaretwarî bi kar nanîn.

Lê em nikarin ji bo rayedar, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên tirk, ji bo rojnamevan û medya tirkan, vî tiştî bibêjin. Ez beşek ji demokrat, nivîskar û rewşenbîran tenzîh dikim. Balkêş e, Mistefa Kemal jî dibêje; “Tirk li cîhanê, di aqil de, di tenasûbê de mexlûqatên herî mutekamîl e.” Eger ev mexluqatê herî “mutekamîl”, serokê ÎYÎ partiyê Musawat efendî û serokê Zafer Partiyê Umît efendî bin, way li halê mexlûqatên tirk!

Gotinên Mistafa Kemal û mîratzedeyên wî, efendî Musawat û efendî Ozdag û zewatên li dora wan, hem ji aqilê entellektuelî, hem ji rastiyên dîrokî, hem ji  siyaset û îdeolojiyên felsefî û hişmendiyek xwezayî û însanî  dûr in. Bi gotina Yalçin Kuçuk ev zevat “manyak” in, bi gotina fîlozof  Hannah Arendt, “xerabiya jirêze”, yanî xerabiya qanûnî. Gotina Hannah Arendt, ya “ji rêzê”, ji “rêza normal” cûda ye…  Xerabiya bi qanûnan, terora bi destê dewletê, sînorên gotina “ji rêzê” derbas dike. “Naziyên tirk” jî, her kiryara “dewleta pençîk” mubah dibînin.

Min beriya niha  destnîşan kiribû ku “naziyên tirk”, bi desteka wezîrê propgandaya Hitler, Joseph Goebbels, komele vekirine, desteka maddî girtine û weke çomezên wî  kar kirine. Ji bo vê navê wan weke “naziyên tirk”, yan jî “tirkên nazî” derketiye.

Helwesta medyaya tirkan,  serokê ÎYÎ Partiyê Musawat Derwîşoglu û parlamenterê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, hîna bi “ezberên beriya 110 salan” û Gobelswarî hereket dikin. Ezberên beriya sedûdeh salan, qirkirina paşayên dewşirme-Îttîhat û Terakkî, ezberên 60 salî mîrateya  Gobels  û naziyên tirk e. Balkêş e, parlamenterê ÎYÎ Partşyê Çomez, (!) dema êrişî Perwîn Buldanê dike, dibêje, “Hûn li ser kursiyê Mistefa Kemal runiştî n.’’ Lê ew nizane, yan jî ji ber ezberên dîroka çêkirî naxwaze qebûl bike ku ew kursiyê ku Mistafa Kemal, li parlamentoya yekemîn a Enqereyê li ser rûniştiye bi saya kurdan hatiye danîn.

Xala din jî ew ku parlamenterê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, nizane ku ew û  serokê wî, ne çomezên Mistefa Kemal in, çomezên Alpaslan Turkeş û Devlet Bahçelî ne. Çomezî, jiyanek, aqilek, fêm û hişekî “kopya” ye, ne xwezayî ye, ne însanî, ne ahlakî û ne jî zanistî ye: encama  jiyaneke înorganîc e çomez.

Jiyana înorganîc, dûrxistina jiyana ji herka dîroka homojen e! Prof. Dr. Taner Akçam, van zewatan weke “tirkên biimtiyaz” bi nav dike û dibêje; ‘’Komara Tirkiyeyê, li ser vê bingehê hatiye avakirin.” Piştre, vê îmtiyaz û desthilatdariyê dişibîne, sîstema neteweperestiya Apartheîd.

Lê na, pêşengên sîstema qirêj ya Apartheîd jî, bi kehanetên hest û mêjiyê înorganîc hereket nekirine; xewnên şevan, xeyal û hêviyên reşikan tune nekirine, reşik spî nekirine, goristanên wan tune nekirine; navê stêrkên ezmanê wan, çiya, kevir û darên wan, navê gund û newal û çiyayên wan neguhertine.

Lê sîstema pençîkan, hest, hiş û raman, xeyal û hêviyên gelê kurd, nav û paşnavên kurdan kirin gora betonî, lixab kirin devê wan, zimanê wan jî kilît kirin. Naveroka pirtûkan ku weke zimanê gerdunê tê binavkirin jî guhertin, gotinên nivîskaran, ku wek gotinên îlahî têne binavkirin, dema “kurd” be, “kurdî”  be diguherin.  Sed sal in, zarokên kurd, bi sonda ku wan dike qurbanê hebûna tirkan, perwerde dikin.

Apartheîd faşîzm bû, lê ji aliyê Ewropayê ve hat mehkûm kirin. Îttîhat û Terakkî faşîzm e, lê ji aliyê Ewropayê ve  hatiye xwedîkirin. Cudahiyek e ku divê em bi kûrahî û berfirehî li serê rawestin. Bêguman, sedemeke vê heye; gelo sedem NATO ye, bazirganiya cîhanê ye, erdnîgariya jeostratejîk e, gelo Bendav-Boxaz in?

Ev pirs ne bê bersiv in; ji ber ku em dibînin, sîstema Îtîthat û Terakkî weke makîneyek hêrtinê, li dijî gelan, bi taybetî li dijî gelê kurd kar dike; yax-dohn-zeyt û benzîna vê mekîneya weke çerxa tunekirina gelan kar dike, ji aliyê Ewropayê ve tê tedarikkirin.

Ne kevin, beriya salekê bû, bi dexaleta rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, birêz  Abdulah Ocalan însiyatîf girt ser milên xwe, hem şer rawestand, hem PKK xwe fesih kir. Lê balkêş û manîdar e, rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, bi berpirsyariya xwe ranabin, li gotinên xwe xwedî dernakevin… Berovajî, dînamîkên berxwedana nîvsedsalê gunehkar dikin, bi gotina terorê sûcdar bikin. Qetûlîlleh, terora dewletê, çalên asîdê, revandin û wendakirina kesên kujerên wan nediyar, kuştinên bi destê Hîzbulkontrayan, bikaranîna çekên kimyewî û hwd. naynin ziman, lê kurdan bi terror û  “giybet”ê sûcdar dikin.

Pêvejoya “aştî û civaka demokratîk” bi însiyatîfa birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û armanc ew e ku Tikriyeyê ji xeşîma tarî were derxistin, bi avakirina demokrasiyê jiyana wekheviya bi nasnameyan were avakirin. Avakirina KOMAREK RASTÎ KOMAR!…

Lê ajîtator û provakatorên “naziyên tirk,”  destûrê nadin û dixwazin Tirkiyeyê di xeşîma tarî de kor bihêlin. Ne birêz Ocalan, ne şandeya Dem Partiyê ya Îmraliyê heta îro, tiştekî neyînî ku pêvajoyê bikin bin metirsiyê bi kar neaniye.

Parlamenterên DEM Partiyê, dema di parlamentoyê de rastiyan tînin ziman, kişumat radibin, bi yek devî diqîrin û dibêjin, ‘Tu nikarî bi wî rengî biaxivî, ew kursî ne cihê wan axaftinan e…’ Balkêş e, eger kursiyê parlamentoyê ne cihê axaftina rastiyan be, ku der e gelo? Kolan, yan jî park cihê axaftina rastiyan in? Lê dema nûnerên partiyên bi îdela “turk-î turan” hatine avakirin diaxivin, bi ezberên beriya sedsalî diaxivin, hiqûq, modên demokrasiyê, rêbazên gerdûnî ji bîr dikin û êrişî kurdan dikin. Ev metafora me jî ye û biqasî volqaneke ku difûre metirsîdar e. Wilo xuya ye ku gotin têrî tefandina vê metaforê nakin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê