Pirtûka helbesta ya nivîskar Gulîzer a bi navê “Ez û Hemû Jinên Ruhê Xwe” ji weşanên Dara derket. Pirtûka ku ji 96 rûpelan pêk tê û bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn û gelek helbestên ku xîtabî hestan dikin dihewîn e. Bi taybetî jî dê jin hestên xwe di vê pirtûkê de bibîn e.
Yek ji kurte helbesta di pirtûkê de heyî jî wiha ye:
Bi serê wê biharê!
Ez û hemû jinên ruhê xwe
Em difirîyan ew dem
Jinên sistok û jihevdeketî,
Û jinên hinekî bi tevger û jidandî
Û yên dikarin dinyayê li ser sînga
xwe kil bikin jî di nav de
Qefle bi qefle
Em difirîyan ew dem
Bê per,
Bê bask,
Bê fîstan
Me bi firên xwe çol dikirin
gulistan…