12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez Narîn a Kurdim

Birîndarê Çavrê

Min dît, çar demsal di xwe de dihewand deştekî ji nav deştan, ez kêşandim xwe weke hesindîz!

Min ew hilda puxteya xwe, sawdarekî/ê tahl bû, lê ew min nasnekir bilî navê min!

Ez narîn bûm NARÎN, tovekî ji axa diya xwe bûm di bin siya sawdarên tahl de!

Bi awiran re min di barand HAWARA xwe ji taviya zîpikê, asîman perî kêşand, kevir qelişî!

Li ser axa pîroz, di bin tava pîr û pak de, wî jî erê kir, tev pevre, we ji min girtin giyana min!

Ji bo min hûn nebûn STAR, di kefa dilê we de, di bîbikên çavên we de hilweşandin lîs û hêlîna min!

Ez mam bê dad, ez mam bê maf, nexwe ez mêş hingivekî li ser kulîlka jiyana dilşad bûm!

Di paxila AXA xwe de dibînim hûn tên hawara min, mixabin; Ez têm hawara we ya ji xwe bê hay!

Na, hûn min nasnakin; ez Narîna MEDYA me, ji bê dengiya malê têm perçekirin bi amorên Harpagosan!

Na, hûn min nasnakin; ez narîna hestiyê bê GORIM, Gorên Azadîxwazim!

Ez Narîna rasteqîniya di berxwedana şemiyên de dixwazin bidin wendakirin im!

Ez Narîna dayika ŞEN yaşayê di welatê xwe yê bê serok de bi tena xwe me!

Ez ne kesekî Narînim, ne Narîna kesekî me, Ez Narîna Serokê ji civakê didin ji bîrvekirin im!

Ji navê min diyare, Narînim, Narîna ji koza Agirê Arî me!

Mixabin, ne malbata min; bêrêxistbûniya we, bêcivakbûniya we û bêdengiya we ez di tariyê de da veşartin!

Ji bo EZ ya dawî bim, Narîna biparêzin bi rêxistinî!

Lewra, ez NARÎNIM, Narîna kurd im; kurdên bêwarim!